Tirkiye, êrîşên xwe yên ku di 23’ê nîsanê de li başûrê Kurdistanê dabû destpêkirin, bi bombebaranê didomîne. Di êrîşên hewayî yên 3 mehên dawîn de tê gotin ku Tirkiye çekên kîmyewî û gaza bijehr bi kar tîne. Gelê Behdînanê li gel bombebarana zêde naxwazin gundên xwe terk bikin. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku rayedarên Tirkiyeyê derbasî başûrê Kurdistanê bûne, bi rayedarên Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) re hevdîtin kirine. Ji muxtarên herêmê xwestine ku der barê tevgera PKK’ê de agahî bidin wan û gef li wan xwarine. Ji muxtaran xwestine ku der barê bikaranîna gazên bijehr de agahî nedin.
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin bidestxistin, bi taybetî di nav mehekê de li Kanîmasî û derdora wê û li herêma Behdînanê 548 kesan bi giliya sorbûna zêde ya çavan, şolîbûna roniya çavan, serêşandina jinişkeve, xwînbûna poz, zehmetkişandina bêhngirtinê, sorbûn û pelqokên di laşên xwe de serî li nexweşxaneyên Duhok û derdora wê dane.
Artêşa tirk ku nikare li dijî gerîlayan şer bike, li dijî gerîlayan çekên kimyewî bi kar tîne. Di 3’yê îlona 2021’an li Girê Sor a Avaşînê TSK’ê çeka kimyewî bi kar anî û 6 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan.
Di 5’ê cotmehê de li Werxelê çekên kîmyewî bi karanî. Di encama bikaranîna çekên kîmyewî de 5 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan. Ev agahiyên şênber nîşan dide ku TSK bi hevkariya PDK’ê li herêmê şer dike û çekên kîmyewî bikar tîne. Di gelek peymanên navdewletî de bikaranîna çekên kîmyewî hatiye qedexekirin. Kesên ku li gel vê peymanê çekên kîmyewî bikar tînin sûcê mirovahiyê dikin. Sûcê şer dikin. Yek ji aliyên ku sûcê şer dike jî Tirkiye û PDK ye. Bikaranîna çekên kîmyewî li dijî rêgez û pîvanên şer in.
Di cîhanê de ji salên 1600’î heta niha dewlet di şer de gelek caran li dijî hev çekên kîmyewî bikar anîne. Çekên kîmyewî yên di şer de hatine bikaranîn, bandorek pir mezin li ser jiyana mirovan çêkirine. Ji ber çekên kîmyewî bandorek pir mezin li ser mirovan û xwezayê dikin, Rêxistinên Navneteweyî ji bo bikaranîna çekên kîmyewî bêne qedexekirin peyman dane îmzekirin. Li gel ku heta niha gelek caran peyman hatine îmzekirin jî dîsa dewletan li hemberî hev çekên kîmyewî bikar anîne û sûcên şer kirine.
Di cîhanê de cara yekemîn di 1675’an de bi tevlebûna 2 welatan Peymana Strasbourgê hat îmzekirin. Di sala 1899’an de jî bi tevlebûna gelek welatan Peymana Lahey hat îmzekirin. Lê 20 sal piştî peymana Laheyê Şerê Cîhanê yê Yekemîn li Ewropayê pêş ket. Di şerê cîhanê de gelek welatan li dijî hev çekên kîmyewî bikar anîn. Ji ber peymana Lahey hat binpêkirin çend sal beriya Şerê Cîhanê yê Duyemîn Protokola Cenevre hat îmzekirin. Lê piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn Îran û Iraqê di şer de li hemberî hev çekên kîmyewî bikar anîn. Di 29’ê nîsana 1997’an de peymanek din hat îmzekirin.
Peymana Çekên Kîmyewî (CWC), di sala 1993’an de bi tevlêbûna 187 welatan hat îmzekirin. Di vê peymanê de Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) biryar girt ku 188 welatên peyman îmze kirine heta nîsana 2007’an divê hemû çekên kîmyewî yên di destê xwe te tune bikin.
Li gel biryar Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) û Peymana Çekên Kîmyewî (CWC) Tirkiye li dijî kurdan çekên kîmyewî bikar tîne. Lê balkêş e dema Tirkiye li dijî kurdan çekên kîmyewî bikar tîne, bi hevkarî û destê PDK’ê van çekan bikar tîne. Bi taybetî di meha îlon û cotmehê de TSK’ê li başûrê Kurdistanê bi destûr û hevkariya PDK’ê bi dehan caran çekên kîmyewî bikar anî. Şehîdkirina şervanên kurd û mirina welatiyên herêmê piştrast dike ku Tirkiye bi balafirên şer bi destûra PDK’ê li dijî gelê xwe û şervanên kurd çekên kîmyewî bikar tîne. PDK bi vê yekê dibe şirîkê şer û li dijî gelê xwe sûcê şer dike.
Herî dawî di 4’ê cotmehê de jî Yekitiya Bijîşkên Navneteweyî ya ji bo Pêşîgirtina li Şerê Nukleerê (IPPNW) li ser bikaranîna çekên çekên kîmyewî ya ji aliyê Tirkiyeyê ve, bang li Neteweyên Yekbûyî kiribû ku dest bi lêkolînê bike. Di 14’ê cotmehê de jî Partiya Çep, mijara ku Tirkiye di operasyona li dijî Herêma Federel a Kurdistanê de, Çekên kîmyewî bi kar tîne bir rojeva Meclisa Federal a Almanyayê.
Lê heta niha dewletên yekbûyî der barê çekên kîmyewî de tu gav neavêtiye. Her wiha partiyên kurd jî li dijî bikaranîna çekên kîmyewî helwestek xurt nîşan nedane. Ji bo ku Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî rola xwe pêk bîne û dewletên ku peymanê binpê dikin gavan biavêjin divê berî her tiştî PDK dest ji sûcê şer berde û partiyên kurdan jî li dijî vî sûcî helwestek xurt nîşan bidin.