Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

PDK û Barazanî li dijî kurd û Kurdistanê ne

Barzaniyan û rêveberiya PDK'ê her tim dilê efendiyên xwe yên mêtinger ên Kurdistan dagir kirine xweş kiriye. Karakterê esasî yê têkiliyên xwe jî ew bû ku timî li dijî tevger û parçeyên din ên Kurdistanê ye. Ev yek nîşaneya karakterê Barzanî û PDK'ê ya li dijî kurd û Kurdistanê ye. Barzaniyan tu carî berjewendiyên neteweyî yên kurdan neparastin û yekîtiya Kurdistanê ji xwe re nekirin armanc.

Lêkolîneran hatina Barzaniyan a ji derve ve bi du rengî nirxandin. Ya yekemîn; ji Bakurê Kurdistanê hatine û li herêma Amediyê û Barzan bi cih bûne. Ya duyemîn jî îdîa dikin ku malbateke Yahûdî ne û di dema Nabûkadnazar de li herêma başûrê Kurdistanê bi cih bûye. Li ser nasnameya malbatê îdîayên cuda yên lêkolîneran hebe jî aliyê hevpar ew e ku Barzanî piştre hatine Kurdistanê. Wê demê koka Barzan û gotina Barzanî ji ku tê?

Barzan navê herêmeke erdnîgariyê ye. Ji konfederasyona eşîrên kurd ên li vê derê (Mizurî, Dolemerî, Berojî û Şerwanî) yekitiya eşîrên Barzanî ava bûye. Ev yekitî ji malbata Barzanî gelekî berê hebû.

Malbata Barzanî destpêkê hat herêma Zaxo/Dihok/Amediyê, piştre jî hat çiraxa emê Zê û li gundên Bilê û Durê bi cih bû. Bi rengê ‘malbata li ber Zê’ hate pênasekirin. Ne tenê ev malbat, hemû eşîrên li Barzanê ji berê ve bi vî navî hatin pênasekirin. Malbata Barzanî ku bi esasî têkiliyeke xwe ya eşîrî nîne, ji sala 1850’î û pê ve bi terîqeta Nakşibendî ya ku li başûrê Kurdistanê bi bandor bû derkete pêş û li gorî xwe eşîreke çêkirî ava kir.

Mesûd Barzanî bi keça Mehemed Xalid re zewicî ku kurê Şêxê Barzan bû. Dayika xwe ji eşîra Zêbarî ye. Ev yek jî hem ji aliyê eşîrî hem jî ji aliyê olî ve hêzê dide wî. Ya ku wî ji kekê xwe Îdrîs Barzanî xurtir dike ev herdu çavkaniyên hêzê ye.

Destpêkê divê ev yek bê gotin; ev nivîs eşîra Barzanî û PDK’ê bi rengekî giştî bi vê ferasetê nanirxîne. Hem di nava malbata Barzanî de hem jî di nava PDK’ê de mirovên welatparêz hene. Ev nivîs van mirovên dilsozê gel û welatê xwe li derveyî vê mijarê dihêle. Armanc ji vê nivîsê ew e ku xeta xiyanetê ya Mesûd, Mesrûr û Nêçirvan Barzanî bi belgeyan raxe pêş çavan.

Dîroka Barzanî û PDK’ê çavkaniya bingehîn a wî mejî ye ku zerarê dide Kurdistanê û çanda xiyanet û nokeriyê ye. Di dîroka gelan de xiyanet timî bûye. Lê belê mînakeke mîna ya Barzaniyan a ku rev û teslîmiyet bi cewherî pejirandiye nîne. Barzaniyan destê xwe avêtibin ku derê li wê devera Kurdistanê Kurd parçe bûne, Rêberê wan hatine tasfiyekirin. Welatparêz û pêşengên ji parçeyên din ên Kurdistanê yên ku xwe li ‘Herêma Kurdistanê ya rizgarkirî ya Iraqê girtin’ ji zilma PDK’ê gelekî kişandin. Mînak;

* Ji pêşengên Îran-PDK’ê Silêman Mûînî ji aliyê rêveberiya PDK’ê ve hat qetilkirin û cenazeyê wî radestî SAVAK (Îstîxbarata Îranê) kirin.

* Sekreterê giştî yê heman partiyê Ahmed Tevfîk jî ji ber zilma giran neçar ma xwe li Bexdayê bigire û piştre sala 1972’an li Bexdayê ji aliyê sîxurên Baasê ve hate qetilkirin.

* Ji pêşengên Partiya Demokrat a Kurdistanê Tirkiye (TKDP) Saît Elçî û piştre Dr. Şivan (Saît Kirmizitoprak) bi fermana rêveberiya PDK’ê bi êşkenceyê hatin qetilkirin.

Partiyên kurd ên li bakur û rojhilatê Kurdistanê bi vî rengî hatin felçkirin. Ev rewş hem bi daxwaza SAVAK’ê hem jî bi daxwaza îstîxbarata Tirk (MÎT) hate kirin. Destwerdana rêveberiya PDK’ê li karên navxweyî yên tevgera Kurd a li rojavayê Kurdistanê jî derbeke mezin li yekbûna hêzên li wê derê û têkoşîna hevpar xist. Ji xwe cudahiya nava tevgera Kurd a li Lubnanê jî bi destwerdana PDK’ê rû da. Bi kurtasî Barzaniyan û PDK’ê jihevxistin û belavkirina enerjiya herî hêja ya kurdan ji xwe re kirin wezîfeya esasî. Navê xwe PDK (Partiya Demokrat a Kurdistanê) jî be ji aliyê karê xwe ve bi gotina gelê me ‘Partiya Xiyanetê ya Kurdistanê’ ye.

Barzaniyan û rêveberiya PDK’ê her tim dilê efendiyên xwe yên mêtinger ên Kurdistan dagir kirine xweş kiriye. Karakterê esasî yê têkiliyên xwe jî ew bû ku timî li dijî tevger û parçeyên din ên Kurdistanê ye. Ev yek nîşaneya karakterê Barzanî û PDK’ê ya li dijî kurd û Kurdistanê ye. Barzaniyan tu carî berjewendiyên neteweyî yên kurdan neparastin û yekîtiya Kurdistanê ji xwe re nekirin armanc.

Barzaniyan tu carî îradeya kurdan temsîl nekirin. Bi xwe nebûn îrade, her tim xwe spartin hêzên biyanî. Xwest civaka kurd jî mehkûmî vê bê îrade, nokerî û teslîmiyetê bike. Nebaşiya herî mezin a ku Barzaniyan li gelê kurd kir; nokerî, rev, teslîmiyet û xiyanet gihand asta çandekê. Bi vî rengî Barzanî bi rola dij bi şoreşê radibe. Bi êrîşa li ser şoreşên li başûr û rojhilatê Kurdistanê feraseta teslîmiyetê ye. Niha jî di şexsê PKK’ê de dixwaze şoreşa bakurê Kurdistanê bifetisîne û ji bo vê jî li her derê bi dewleta tirk re tifaqê dike. Lewma Barzanî û PDK celad û kujerê şoreş û şoreşgerên Kurdistanê ye.

Olîgarşiya malbata Barzanî her tim xwe weke xwedî û efendiyên Kurdistanê dîtine. Her rêxistineke şoreşgerî ya li Kurdistanê timî xwestiye bi xwe ve girê bide ku xizmetê jê re bike. Yê ku li ber vê yekê rabûn, bi rêya dagirkerên li Kurdistanê xwest tasfiye bike. Barzanî û PDk bi heman mejî nêzî Tevgera Azadiyê ya Kurd jî bû. Hîn di dema komê de bi rêya rêxistina kontra ya bi navê Stêrka Sor û KUK’ê êrîş kir û xwest Tevgera Azadiyê ya Kurd bifetisîne. Piştî ku Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê li Rojhilata Navîn belav bû û li Başûrê Kurdistanê bi cih bû, di sala 1983’an de peymaneke polîtîk hate mohrkirin. Lê belê piştî ku têkoşîna çekdarî di 15’ê Tebaxa 1984’an de destpê kir, PDK kete nava panîkê û ji Rêber Apo xwest, şer rawestîne, naxwe wê li gorî soza da mêtingeran li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd têbikoşe. Her ku PKK’ê şerê gerîla yê li dijî dewleta tirk a dagirker xurt dikir û derbên giran li dijmin xist, hîn xurt dibû û li çar parçeyên Kurdistanê dihate hezkirin. Barzaniyan û PDK’ê nekarîn tu carî xwe li vê rabigirin. Lewma jî li hemberî PKK’ê bû xwedî hêrseke mezin. Dijminatiya Barzaniyan a li PKK’ê ji dijminatiya dewleta tirk a li PKK’ê hîn mezintir e. Gotina ‘PKK beriya we dijminê me ye’ ya Barzaniyan ku ji rayedarên tirk re gotin, vê raxistiyê radixe pêş çavan.

Ji bo PKK li qada navneteweyî weke ‘rêxistina terorê’ bê pênasekirin û li ‘Lîsteya Terorê’ bê bicihkirin Barzaniyan û PDK’ê li gel dewleta tirk karekî berfireh ê dîplomasiyê kir. Di encamê de jî Tevgera Azadiyê ya Kurd li qada navneteweyî weke ‘rêxistina terorê’ hate pênasekirin û karên wê hatin qedexekirin. Di komploya navneteweyî de ku Rêber Ocalan radestî dewleta tirk hate kirin rola PDK’ê gelekî mezin e. Piştî ku Tevgera Azadiyê di 1’ê hezîrana 2004’an de ji nû ve dest bi têkoşîna çekdarî kir, dewleta tirk şok bû, PDK jî kete nava fikarên mezin.

Dewleta tirk a mêtinger di çarçoveya polîtîkayên xwe yên qirkirina kurdan de nedixwest başûrê Kurdistanê bi fermî nas bike. Dixwest sîstema heyî ya federal ji holê rake. Lê belê piştî ku Tevgera Azadiyê ya Kurd ji nû ve dest bi têkoşîna çekdarî kir, hesabên dewleta Tirk xera bûn. Dewleta tirk di 21’ê sibata 2008’an de li Zapê êrîşeke nû ya ‘derveyî sînor’ da destpêkirin û xwest hêza xwe û ya tevgerê biceribîne. Di vî şerî de ku hefteyekê dewam kir helîkoptereke bi tîpa Kobra hate xistin, bi dehan leşkerên tirk hatin kuştin. Lewma artêşatTirk neçar ma di 28’ê Sibata 2008’an de xwe vekişîne.

Dewleta tirk a dagirker piştî vê têkçûnê naskirina statuya başûrê Kurdistanê û danîna têkiliyeke fermî xiste rojeva xwe. Bêguman ev naskirin wê di berdêla wê yekê de bûya ku PDK careke din li gel dewleta tirk li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd şer bike. Bi taybetî sala 2012’an piştî ku Şoreşa Rojava û şerê gerîla hîn xurt bû, PDK’ê xwe danî aliyê dewleta tirk û refê xwe diyar kir. Sala 2014’an li pêşberî DAIŞ’ê û sala 2017’an piştî referandûma serxwebûnê li pêşberî dewleta Iraqê gelekî tengav bû û xwe careke din avêt hembêza dewleta tirk ku jê re digot ‘Em ê deriyan bigirin û we birçî bihêlin’. Ji ber vê jî PDK li Başûr, Rojava û Şengalê li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd li gel dewleta Tirk a dagirker bi rengekî xayin şer kir. Ev şer destpêkê bi giranî îstîxbaratî û îdeolojîk bû, lê belê sala 2020’î li Zînê Wertê û sala 2021’ê li Garê bi êrîşên leşkerî re, di salên 2022-23-24’an de PDK êdî veguherî parçeyekî girîng ê şerê aktîf ê dewleta tirk ê li dijî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê.

PDK bersivê dide pêwîstiyên binesazî û îstîxbaratî yên dewleta Tirk a dagirker. Di êrîşên li dijî gerîla de alên dewleta tirk û PDK’ê li kêleka hev li ba dibin. PDK’ê bajar heta dawiyê pêşkêşî artêşa Tirk a dagirker kiriye. Rê çêdike, çeperan çêdike, li dijî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê şer dike. Bi hezaran welatparêz, kadro û gerîla ji aliyê PDK’ê ve hatin qetilkirin. Ji ber vê yekê şefê qirker ê tirk Erdogan spasiya PDK’ê dike. Dijminekî faşîst ê ku dixwaze koka kurdan ji holê rake, çima spasiya Barzaniyan dike? Erdogan ê kujer ku her roj li Rojava û Başûr zarok, jinên kurd qetil dike, çima spasiya Barzaniyan dike? Divê her welatparêzên kurd ên bi wijdan li vê yekê bifikire û li gorî vê helwestê nîşan bide. Pîvana sereke ya welatparêziyê nîşandana helwesta şênber a li dijî xiyaneta Barzanî û PDK’ê ye.

Çavkanî: Berxwedan Behdînan – ANF

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar