Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘PDK û ENKS wê li pêşiya pêkanîna yekitiya nîştimanî ya kurdan nikaribin bibin asteng’

Siko anî ziman ku yekitiya kurdan daxwazeke gel û pêdiviyek e û wiha got: “Dûrketina PDK û ENKS’ê wê nikaribin li pêşiya armanca kurdan ya yekitiyê bibin bend. Ji ber ku ev partî ji bo berjewendiyên dewletên derve kar dikin.”

​​​​​​​

Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriye (PDK-S) Ciwan Siko têkildarî yekitiya kurdan ji ajansa ANHA re axivî.

Ciwan Siko diyar kir ku partiya wan her tim banga yekitiya neteweyî ya Kurdistanê dike û got: “Ji ber ku ev yek dikeve xizmeta doza kurd, bi taybet di vê qonaxê de ku Kurdistan tê re derbas dibe û hewldanên dewleta tirk ên qirkirina kurdan û doza wan. Ji lew re partiya me her tim piştgirî daye lihevkirinên kurdan ên li Rojava û tevahî însiyatîfên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê.”

Siko wiha domand: “Yekitiya nîştimanî sînorekê ji destwerdanên derve re datîne. Tevahî hewldanên li Rojava yên ji bo yekkirina partiyên siyasî bi bin ketin. Ji ber ku ENKS bi îtîlafê ve girêdayî ye. Îtîlaf jî ji bo pêkanîna berjewendiyên dewleta tirk a dagirker hatiye damezirandin. Îro jî dewleta tirk demografiya herêmên kurdan diguherîne û ENKS jî vê yekê pîroz dike.”

Siko destnîşan kir ku tiştê li Rojava çêbûye, li tevahî parçeyên din ên Kurdistanê jî pêk tê û wiha pê de çû: “Hin hewldanên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê yên lidarxistina kongreyeke giştî ya partiyên kurdan li Silêmaniyê di 2017′an de hebûn. Lê PDK beşdar nebû, ENKS jî dûrî kurdan ket. Ew her du alî li hember doza kurdan xwedî berpirsyariyên dîrokî ne.”

Siko anî ziman ku dema yekitiyeke kurdan hebe, dê ji bo çareserkirina gelek dozên kurdan bibe lêvegerek û li pêş destwerdana derve bisekine. Siko got: “Lê îro di nava Hewlêr û Silêmaniyê de nakokî hene û ENKS ji bo berjewendiya dewleta tirk a dagirker kar dike.”

′Hevkariya bi dewleta tirk re îxaneta li gelê kurd û ajantiye′

Ciwan Siko diyar kir ku hin partiyên kurdan bi hevkariya dewleta tirk derbeyê li Herêmên Parastinê yên Medyayê didin û êrîşî nuqteyên gerîla dikin û wiha dom kir: “Lê ev yek îxaneta li gelê kurd û ajantiya ji bo dewleta tirk a mêtinger e. Her kesê ku dagirkeran bîne xaka xwe, di çavê gelê xwe û tevahî cihanê de wekî xayîn tê dîtin.”

Siko axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tiştê ku PDK li Başûr dike, ENKS jî li Rojava dike û ji bo guhartina demografiya Kurdistanê bi dagirkeran re hevkariyê dikin. Em bi hêvî ne li kurdîtiya xwe vegerin. Divê baş bizanin ku ew li aliyê şaş sekinîne, lê ev ê nebe asteng ku gelê kurd doz û armancên xwe pêk bîne. Ev yek dê li pêşiya pêkanîna yekitiya nîştimanî ya kurdan jî nebe asteng.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar