Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

PDK û MÎT’a tirk tundiyê li penaberên Mexmûrê dikin

Asayîşa PDK’ê piştî bûyera li Hewlêrê qewimî, nahêle karker, nexweş û welatiyên wargeha penaberên Mexmûrê biçin Hewlêrê. Li aliyê din jî asayişa PDK’ê welatiyê ji Mexmûrê yên li Hewlerê dimînin jî binçav dikin û digirin

Li Hewlêrê di 17’ê tîrmehê di saet 14.00’an de şandeyekî ya konsolosxaneya tirk a Hewlêrê diçe Xwaringeha Huqqabaz. Li Xwaringehê şande tê gulebaran kirin. Di encamê de kuştî û birîndar çêdibin. Medya tirk jî di serî de aşkere kir ku di bûyerê de 3 kes hatine kuştin û cîgirê konsolê Tirkiyeyê jî di nav de ye û qet qala sivîlan nehat kirin.

Piştî bûyerê rêyên Hewlêr-Kerkûk-, Hewlêr- Silêmanî û Hewlêr -Mexmûr li trafîkê hatin girtin. Ji bilî rêya Hewlêr û Mexmûr hemû rêyên din di demek kurt te hatin vekirin. Rêya Mexmûr û Hewlêr jî hat vekirin. Lê  ne ji bo penaberên wargeha Mexmûrê. Asayîşa PDK’ê ji 17’ê tîrmehê ve nehalê tu karker, nexweş û welatiyên xelkê wargeha penaberan a Mexmûrê biçin Hewlêrê. Rojane bi sedan karker ji bo kar berê xwe didin Hewlêrê. Herwiha ji ber bêderfetiyê bi dehan nexweş jî diçin Hewlêrê. Lê heya niha Asayîşa PDK’ê bê ku sedemek nîşan bide, nehiştiye tu welatiyên xelkê wargeha Mexmûrê biçin Hewlêrê.

Hêjayî gotinê ye duh di saet 24.10’an de balafirên artêşa tirk a dagirker carek din êrîşê xelkê Mexmûrê kir. Balafiran di nîva şevê de derdora wargehê bombe kirin. Di encama êrîşa balafiran de 2 kesên sivîl birîndar bûn.

Li Hewlêrê pêla binçavkirina ciwanên Mexmûrê

Asayîşa PDK’ê ya Hewlêrê piştî kuştina endamê konsolosxaneya tirk, di şeva 18’ê tîrmehê saet di navbera 01.30 û 02.00’yan de bi ser gelek malên ciwanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmur) ên li Hewlêrê kar dikirin de girtin. Di serdagirtinan de tiştên nava malan hemû hatin serobinokirin û 16 jinên ciwan hatin binçavkirin. Ciwanên hatin binçavkirin birin navenda Asayîşa PDK’ê ya Hewlêrê. Ji ciwanên ku hatine binçavkirin, 11 kes di saetên nîvro de hatin berdan. Lê 5 kes hîn jî di bin çavan de ne.

Operasyon ji aliyê MÎT’ê ve pêk hat!

Li gorî zanyariyên ku ciwanên hatine berdan dane, di serdagirtinê de kesên ku bi zimanê tirkî di axivîn jî hebûne. Van kesan bi zimanê tirkî ji ciwanan re gotine “Em dizanin hûn kîne, hûn alîgirên PKK’ê ne”. Ev yek jî dide xuyakirin ku PDK û MÎT’a tirk bi hev re derketine nêçîra ciwanên kurd.

Ciwanên hatine berdan destnîşan kirin ku tu sedemek binçavkirinê ji wan re nehatiye nîşandan, piştî çend saetên binçakirinê ji wan hatiye gotin, “Me hûn bi xeletî girtine, em ê we berdin”. Piştre jî serbest hatine berdan.

Aqubeta 5 ciwanan nediyar e

Têkildarî 5 jinên ciwan ên hatine binçakirin, heta niha tu zanyarî nehatine bidestxistin û rayedaran jî tu daxuyanî nedane. MEXMÛR/HEWLÊR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar