Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

PDK û YNK’ê li ser çi li hev kirine?

Piştî gelek hevdîtinên di navbera PDK û YNK’ê de, hat diyarkirin ku peymaneke ji bo 4 salan îmze kirine. Tê gotin ku peyman li ser Kerkûk, kêşeyên bi Bexdayê re û hikûmeta nû ye

Kêşeyên navbera PDK û YNK’ê digihêje heta dema ku YNK ji nav PDK’ê xwe ava kiribû. Ji ber vê kêşeyan di salên 1980 û 1990’an de di navbera her du partiyan de şer çêbû û bi hezaran mirov mirin.

Di 30 salên dawîn de jî ev bûye têkoşîna parvekirina desthilatdariyê. Bi pêkanîna DYA’yê ya di salên 1991’î de, li Hewlêr û Silêmaniyê du rêveberî derketin holê. Piştre DYA di sala 1998’an de rehmetî Celal Talabanî û Mesûd Barzanî anî ba hev û peymaneke nû bi wan re da îmzekirin. Di sala 2003’yan de dema ku DYA mudaxeleyî Iraqê kir, bi awayekî fermî Rêveberiya Herêmî ya Başûrê Kurdistanê ava bû. Piştî avabûna vê rêveberiyê di navbera her du partiyan de têkoşîna serweriyê dest pê kir. Bi referandûma serxwebûnê ya di sala 2017’an de, nîqaşên di navbera her du partiyan de, rengekî nû wergirt. Ji ber ku Celal Talabanî nexweş bû û PDK hewl da ji vêya sûdê werbigire û rêveberiya herêmî têxe bin kontrola xwe.

Ji nakokiyan ber bi hilbijartinê

Kêşeyên bi hikûmeta Iraqê yên ku piştî referandûmê dest pê kir, herdu partî careke din anî ba hev. Piştî ku Iraqê Kerkûk dagir kir û bi dest xist, her du partiyan hevdu sûcdar kir. Tevî van nakokiyan di 12’ê gulana 2018’an de li Iraqê hilbijartinên giştî hatin kirin, di 30’ê îlona 2018’an de jî hilbijartinên herêmî hate kirin.

5 meh ji ser hilbijartinên herêmî derbas bûye lê hê jî tu hikûmet nehatiye avakirin. PDK û YNK ji bo avakirina hikûmetê heta niha gelek hevdîtin kirin. Lê ji ber wezaretên ku Bexda dide kurdan û ji ber nelihevkirina PDK û YNK’ê ya li ser Walîtiya Kerkûkê, her du partiyan li hev nekiribûn.

Peymaneke ji bo 4 salan îmze kirin

Ji ber plana DYA ya ji bo çareserkirina kêşeyên li Kerkûk û herêmên bi nîqaş, her du partî di demên dawîn de zêdetir hatin ba hev. Rayedarên her du partiyan duh cara dawîn hatin ba hev û li gorî daxuyaniya piştî hevdîtinê, her du partiyan peymaneke ji bo 4 salan îmze kirine.

Di daxuyaniyê de tê diyarkirin ku li ser meseleya hikûmeta nû, meseleya Kerkûkê û têkiliyên bi Bexdayê re peymaneke heta 4 salan hatiye îmzekirin.

Di dûmahîka daxuyaniyê de tê diyarkirin ku ev peyman teslîmî polîtburoyên PDK û YNK’ê hatiye kirin.

Rayedarekî PDK’ê Bilind Îsmaîl der barê peymanê de axivî û diyar kir ku peyman gelekî berfireh e û ji bo çareserkirina gelek kêşeyan nexşerê ye.

Îsmaîl got ku polîtburoyên PDK û YNK’ê li ser teksta peymanê li hev kirine û di demeke kurt de ew ê daxuyanî were dayîn.

Rayedarên YNK’ê jî diyar dikin ku peymana nû ew ê tevkariyê li çareseriya hemû kêşeyan bike. Rayedarekî YNK’ê Rêbwar Îsmaîl jî der barê peymanê axivî û got ku ji xeynî lihevkirina di navbera PDK û YNK’ê tu rêyeke din tune û ew ê ev peyman Kurdistanê bigihîne qonaxeke nû.

Berê jî di navbera PDK û YNK’ê de 3 peymanên stratejîk hatibûn îmzekirin. Rayedarên her du partiyan jî diyar dikin ku vê peymana 4’emîn gelekî girîng e.

Pirsên têkildarî peymanê

Ligel van daxuyaniyên li ser peymanê hê jî ne diyar e ku ew ê waliyê Kerkûkê ji kîjan partiyê be û ew ê Wezareta Dadê ya ku Iraqê dabû YNK’ê lê PDK’ê îtîraz kiribû, ew ê li ser wê lihevkirineke çawa were kirin. Der barê parvekirina nîvenîv, Serokatiya Parlementoyê û Alîkariya Seroktiyê jî tu tişt nehatine diyarkirin. HEWLÊR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar