Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘PDK wê bi cilên pasavanên sînor êrîşî gerîla bike’

Hin çavkaniyên Rojnewsê radigihînin ku PDK li herêma Biradostê di nava lîstikên nû de ye û li baregehên partiyên Rojhilat bi cih bibe. Hate gotin, PDK'ê 24 saet dem daye koçerên li herêmê ku qadê vala bikin.

PDK’ê ku 13’ê îlonê 200 wesayitên xwe yên zirxî li gel çekên giran veguhast qadên gerîla yên li herêma Biradostê û di 14’ê îlonê de jî êrîş bir ser çeperên gerîla, niha di nava liv û tevgereke nû de ye.

Li gorî nûçeya ajansa Rojnewsê, PDK dixwaze di bin ala Iraq û navê parêzvanên (pasawan) sînor de li dijî herêmên gerîla bikeve nava êrîşekê. Çavkanî didin diyarkirin ku ev êrîş li ser daxwaza dewleta tirk a dagirker pêk tê û armanca wê jî berfirehkirina dagirkeriya dewleta tirk li herêma Biradost a başûrê Kurdistanê ye.

Li gorî heman çavkaniyê, PDK’ê ji bo valakirina herêmê 24 saet xelkê herêmê. PDK’ê ji bo vê jî îro hemû şivan, cotkar, koçerên li zozanan û şêniyên li wan herêman ên li derveyî desthilatiya xwe hişyarkiriye da ku herêmê vala bikin.

Agahiyên dawî piştrast dikin ku wê li ser herêma Sîdekan a Bradostê êrîşek xeternak were destpêkirin. Armanca valakirina herêmê ji sivîlan jî ewe ku xelkê herêmê şahîdiya siyaseta gemar ya hêzên PDK‘ê û artêşa tirk a dagirker ku bi hevre vê plansaziyê pêktîne nekin. Ji bo wê jî koçerên li zozanan û welatiyên li herêmê wê bêne derxistin.

Li gorî heman çavkaniyan, piştî ku herêm ji şêniyan hate valakirin, çekdarên PDK‘ê wê di bin ala Iraqê û bi cilên pasevanên sînor de, tevî leşkerên tirk êrîşî herêmê bikin. Her wiha li gorî agahiyên ku Rojnewsê parve kir, tê payîn ku PDK û hêzên tirk bi hevre êrîşî qadên Çiyayê Bolê, Girê Heyatê, Gewrûya Singê, Berbizînê, Girê Şemaşe û Sinînê bikin.

Qada ku behsa wê tê kirin girêdayî herêma Biradostê ye. Ev cih, qadên Gewrûya Zînê û Hesarî Rostê bi hev ve girê dide.

Ev qadên behsa wan tê kirin ji ber ku cihên stratejîk ên dijî dagirkeriya ji bejahî ye, heya îro li pêşiya dewleta tirk a dagirker bibû astengiyeke mezin. Îro PDK dixwaze wê astengiyê ji holê rake û artêşa tirk a dagirker li wan herêman bi cih bike. Armanca dagirkirina herêmê ewe ku artêşa tirk hêj zêdetir xaka Iraqê dagir bike û bi sînorên Tirkiyê ve zêde bike. Lê tevî ku ev yek tê zanîn û serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan bi devê xwe bi dehan caran gotiye ‘Heya Kerkûk û Mûsilê jî axa me ye’, lê Iraq bê denge û bi vê bêdengiya xwe ji êrîşan re bûye zemîneke mezin.

Li gorê heman çavkaniyê; wê hemû hêzên PDK‘ê cilên parêzvanên (pasewan) sînor yên artêşa Iraq’ê li xwe bikin. Ji bo ku bidin nîşandayîn ku Iraq bi xwe êrîşê pêktîne, wê hejmarek kêm a çekdarên wê alên Iraq’ê hildin û li pêş êrîşî bikevin. Hêzên 80’ê ku taybet girêdayî PDK’ê ye jî wê bi çekên giran di êrîşê de cîh bigirin. Di heman demê de artêşa tirk a dagirker jî wê êrîşên hewayî pêk bîne. Her wiha wê peşmergeyên girêdayî hêza 80’ê bi tu awayî logoyên erk û payeyên xwe li cilê xwe nedin û wisa êrîş bikin.

Êrîşên li ser herêmê tê wateya dagirkirina beşek ji xaka Iraqê. Tevî vê xeteriyê jî bêdeng mayîn û bê helwest mayîna hikûmeta Iraqê mijara fikarê ye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar