Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘PDK xulamtiya dagirkeran dike’

Rojnamevan û rewşenbîrên îdareya Germiyanê anîn ziman ku, PDK bi pereyên gelê başûr kampanyayên hilbijartina AKP-MHP'ê dide meşandin û wiha gotin: "PDK xulamtiya AKP-MHP’ê dike.”

Biryare di 14’ê Gulanê de hilbijartinên serokkomariyê û parlamentoyê yên Tirkiyeyê heman demê de werin kirin. Aliyên beşdarî hilbijartinan bibin, wê bi tifaqên cuda cuda beşdar bibin. HDP wê bi navê Partiya Çep a Kes li gel hinek partiyên din bi Tifaqa Ked û Azadiyê beşdarî hilbijartinê bibe. Li gorî anketên li Tirkiyeyê, Erdogan û AKP wê şikestinê bixwin. Her wiha Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî ragihand ku armanca wan ewe ku ji 600 parlamenteran, 100 namzetan di parlamentoya Tirkiyeyê de bi destbixin.

Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) taybet Mesud Barzanî bi xwe, wek di hilbijartinê berê de ji bo partiyên netewperest û dagirkerên Tirkiyeyê AKP-MHP’ê bang li serokeşîrên bakurê Kurdistanê kir ku pişgiriya madî lê bikin û wek hilbijartinên din ên borî, piştgiriya van her du partiyan bikin. Li ser vê yekê rojnamevan û rewşenbîrên îdareya Germiyanê ji Rojnews’ê re axivîn.

Rojnamevan Selam Elî destnîşan kir ku niha AKP-MHP li ber têkçûnê ne ku ji ber karesat û krîzên li Tirkiyeyê çêbûyîn, şerên li başûr û rojavayê Kurdistanê, Ermenistanê û Azerbaycanê dayî destpêkirin, di anketên hatin kirin de diyar dibe ku AKP-MHP’ê têk diçe ku cihê keyfxweşiyê ku di vê hilbijartinê de li ser têkçûna her du aliyan bandorek mezin ya dengên kurdan heye.

Selam Elî di dewama axaftina xwe de wiha got: “Bi têkçûna AKP-MHP’ê dê PDK jî têk biçe. Ji ber ku beşek ji stratejî û dagirkeriya AKP-MHP’ê li başûr û rojavayê Kurdistanê dike. PDK li şûna ku were nav eniya neteweyî, bereovajî wê heftiya borî serokeşîrên li bakurê Kurdistanê gazî herêma Barzan kir û ji bo piştgiriya AKP-MHP’ê bikin pere li wan xerc kir.”

Selam Elî her wiha da zanîn ku PDK li dijî HDP’ê ku tevgerek netewî ye disekine, nabe êdî em qebûl bikin û wiha pê de çû: “Rojhilata Navîn û cihan di nava guhertinek mezin de ne. Ji ber wê diviyabû Mesud Barzanî bi xwe bihatana nava ew eniya neteweyî ya ku ev guhertin bi taybet li nav herêma me pêk tê.”

Umer Mihemed ku rewşenbîrek ê îdareya Germiyanê ye derbarê heman mijarê de axivî û wiha got: “Zelal û vekiriye ku PDK’ê herdem piştgiriya AKP’ê dike. Bi siyaset, aborî û dîroka wan piştrast bûye ku herdem bi xulamtiya AKP’ê ve mijûl bûne. PDK ji bo vê yekê nehatiye avakirin ku piştgiriya gelê kurd bike û hestên netewî biparêze, tenê berjewendiyên malbatî diparêze. Ya herî baş ew e demek ji demekê zûtir were nav eniya neteweyî û wek aliyên din di Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê de cih bigire.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar