Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘PDK ya li ser xeta xiyanetkar li ber yekîtiya netewî astenge’

Cebar, sedema pêkneanîna yekîtiya netewî aqilê xiyanet û xwe girêdana bi dagirkera veye. Û wiha li gotinên xwe zêde kir: “PDK rê li yekîtiya netewî digre û xeta xiyanet û dagirkeriyê hilbijartiye.”

Çavdêrê siyasî û endamê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Hawrê Cebar derbarê girîngiya yekîtiya netewî, astengiyên li ber yekîtiya netewî, rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, KCK ya di pêkanîna yekîtiya netewî û kongreya netewî de ji Rojnewsê re axivî.

‘Bi destê xiyaneta PDK’ê gelek gerîla şehîd bûn’

Hawrê Cebar destnîşankir ku pêkanîna yekîtiya netewî ji bo Gelê Kurd hertim pêwîst bû, bi taybet niha hîn zêdetir pêwîste. Cebar wek sedem got; “Ji ber ku em nikarin vê qonaxê weke qonaxa sedeyê pênase bikin, divê weke qonaxên borî ku ji ber parçebûnê hertim bindest bûn, neyê dîtin. Ji bo ku Gelê Kurd di nava van guhertinan re derbas bibe, hatina gel hev pêwîstiyeke. Ji bo carek din di warê çandî û mirovî de qirkirin çênebin, yekîtî şerte. Li gorî min ger yekîtiya netewî çênebe, dibe ku metirsiyên mezintir li benda me bin. Ji ber ku niha xeta faşîzm û netewperestiyê bandorek xirab li ser kurdan dike.”

Çavdêrê siyasî di dewama axaftina xwe de diyarkir ku Rêber Ocalan ji destpêkê ji bo pêkanîna yekîtiya nav mala kurdan xebat kiriye û wiha pêde çû; “Beriya PKK’ê gelek serhildan çêbûn lê bi serneketin û negihiştin armanca xwe. Li hemberî hemû êrîşên leşkerî KCK’ê nermî hilbijart û gelek şehîd dan. Li çiyayên Kurdistanê bi destê xiyaneta PDK’ê gelek gerîla şehîd bûn, ji bo ku şerê birakujiyê çênebe û dijmin ji vê yekê sûd negre, KCK’ê şer da rawestandin.”

‘Sedema pêkneanîna yekîtiya netewî aqilê xiyanetê ye!’

Di dewamê de Hawrê Cebar behsa astengiyên li ber pêkanîna yekîtiya netewî dike; “Sedema pêkneanîna yekîtiya netewî aqilê xiyanet û xwe girêdana bi dagirkera veye. Ger aliyek xemxwarê welat be, divê ji bo bidestxitina mafên xwe kar bikin. PDK li ber yekîtiya netewî astenge, tu demek amade nebû bikeve nava yekîtiyê. Dibin fermana dewleta dagirker a Tirkiyeyê de kar dike, hinek aliyên din jî ji bo lidarxistina kongreya netewî, xwe berpirsyar nabînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar