Nerazîbûna xelkê Herêma Behdînanê ya li hemberî sîstema desthilatdariyê dewam dike. Li hemberî vê jî PDK’ê pêngava girtin û binçavkirinê daye destpêkirin.
Duh li Akrêyê dû mamosta, bi hinceta ji ber ku di malperên xwe yên medyaya civakî de, desthilatê rexne kirine, ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatin binçavkirin.
Nûnerê Sentera Metro ya li Dihokê Eyhan Seîd li ser vê mijarê axivî. Eyhan got ku duh li bajarokê Akrêyê du mamostayên bi navê Silêman Kemal û Silêman Musa Zanyarî, li ser parvekirinên xwe yên li ser facebokê, bi hinceta desthilatê rexne kirine, ji aliyê asayîşê ve hatin binçavkirin.
Eyhan Seîd da zanîn ku mamosta Silêman Kemal bi xwe pêşmergeyek dêrîn û bê alî ye.
Li gorî agahiyan mamosta Silêman Kemal li ser malpera xwe nivîsa ‘Ger Tirkiye hêzên xwe ji vir bikişîne, dê çi bi ser dostê wan de were’ nivîsandiye.
Gorî agahiyan her du mamosta jî ji Dihokê veguhestine asayîşa Hewlêrê. DIHOK