Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

PDK’ê 2 pitik di zikê dayika wan de kuşt!

Li ser girtina rê ya PDK’ê li wargeha Mexmûrê pitika dayika bi navê Newroz Ehmed  ya ducanî jî jiyana xwe ji dest da. Li wargehê ev bû 2 pitik ji ber destûrnedayîna PDK’ê jiyana xwe ji dest didin û berpirsê mirina van pitikan yekser PDK ye

Dewleta tirk a dagirker bi piştgiriya tifaqa dijkurd a PDK’ê rojane sivîlan qetildike. PDK û asayişa wê li gorî biryar û fermanên ji aliyê dewleta faşîst a tirk ve tê dayîn tevdiger. PDK tundiyeke dijwar li ser gelê kurd ê azadîxwaz û yên li hemberî polîtîkayên wê yên dijminane radiweste pêk tîne. PDK herî zêde jî tundiyek mezin li ser niştecihên Mexmûrê pêk tîne.

Piştî bûyera li restoranta bi navê Hoqqbaz a 17’ê tîrmehê ya li bajarê Hewlêr a Başûrê Kurdistanê û şûnde PDK’ê rê li Penaberên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê girtiye. Ev bû 17 roj in, nexweş, xwendar û karker jî di nav de bi ti awayî PDK rê nadin ku welatiyên Mexmûrê derbasî bajarên Hewlêrê bibin.

Dayika bi navê Newroz Ehmed a ducanî ku ev hefteyek bû rewşa wê giran bû, ji ber ku asayîşa PDK’ê rê neda her ku çû rewşa wê giran bû. Îro jî ji hewl hate dayîn ku derbas bibin, lê dîsa PDK’ê rê neda. Dayika Newroz a rewşa wê pir giran bû rakirin nexweşxanê Mexmûr. Piştî ku doxtor qontrol kir, derket holê ku zaroka dayikê di zikê wê de miriye. Ji bo dayik bê emelyatkirin bi lezgîn ji bo nexweşxaneyê hate şandin. Ger ku rê neyê dayîn xetriya jiyana dayikê pir e.Li benda kontrolê hêzên li wir ji rewşa dayika nexweş bawer nekirin û bi gotinê; ‘Hûn bi hincetên nexweşxaneyê dixwain derbasî Hewlêr bibin’  doxtorên xwe anîn ew jin kontrol kir û şûnde rê da ku derbas bibe.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji ber PDK’ê rê nedabû pitika dayika Fatma Kara jî jiyana xwe ji dest dabû û hê jî rewşa dayika Fatma Kara giran e. Li wargehê ev bû 2 pitik ji ber destûrnedayîna PDK’ê jiyana xwe ji dest didin û berpirsê mirina van pitikan yekser PDK ye. Ji ber girtina rê gelek nexweşên giran hene ku neyên dermankirin xeteriya jiyana wan heye. MEXMÛR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar