KCK: Dıvê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

PDK’ê 27 sal berê 20 rojnamegerên kurd qetil kiribû

Beriya 27 salan li Hewlêrê 20 rojnamegerên kurd bi destê PDK’ê hatin qetilkirin û windakirin. Ji wê demê ve jî zext, gef, revandin û qetilkirina rojnamegeran a ji aliyê PDK’ê ve dewam dike.

Malbata sîxur a Barzanî û çeteyên wê bi dewleta tirk a dagirker re gelê kurd di komkujiyan de derbas kiriye û hîn jî di nava hewldanên komkujiyê de ye. Ji van komkujiyan yek jê Komkujiya Hewlêrê ye. Komkujiya di 16’ê gulana 1997’an li navenda bajarê Hewlêrê ya başûrê Kurdistanê de pêk hat, hîna jî li benda ronîkirinê ye. 27 sal bi ser komkujiyê re derbas bû, di dîroka 16’ê Gulana 1997’an de hêzên PDK’ê bi leşkerên tirk ên dibin navê Hêzên Aşitiyê ku li herêmê li ser kar bûn re, êrîşî gelek saziyên ku Heyva Sor a Kurdistanê jî di navê de bû kirin, bi dehan kesên bêparastin qetilkirin.

Tevî ku 27 sal li ser vê komkujiya Hewlêrê re derbaz bûye, hîn jî cenazeyê kesên şehîd bûyîn radestî malbatên wan nehatiye kirin. Heya cihê ku cenaze lê hatine veşartin jî nayê zanîn. 20 kesên ku di komkujiya li Hewlêrê de hatin qetilkirin û wendakirin, rojnamevan bûn. Ew rojnamevan di Rojnameya Roj, Welatê Roj û Televîzyona Med Tv de di xebitîn. Heta niha jî çarenûsa wan nehatiya eşkere kirin.

Rojnamevanên ku di komkujiya 1997’an a Hewlêrê de hatin qetilkirin û wendakirin evin;

  1. Mihemed Nadir Gezneyî bi nasnav Hogir, di sala 1970’an de li Hewlêrê hatiye dinê.
  2. Azad Mihemed, bi nasnav Kemal di sala 1971’an de li Rewanduzê hatiye dinê.
  3. Şiwane Hemelaw, bi nasnav Rêbaz di sala 1973’an de li Silêmaniyê hatiye dinê.
  4. Idrîs Elî Mihemed, bi nasnav Azad di sala 1973’an de li Pêncwên hatiye dinê.
  5. Receb Mihemed Salih, bi nasnav Goran, di sala 1971’an de li Kelarê hatiye dinê.
  6. Gelawêj Kemal Hesen, bi nasnav Rewşen, di sala 1971’an de li Silêmaniyê hatiye dinê.
  7. Yusuf Xalid Necîb, bi nasnav Murad, di sala 1973’an de li Silêmaniyê hatiye dinê.
  8. Hamid Berzencî, bi nasnav Kawe, di sala 1973’an de li Kerkûkê hatiye dinê.
  9. Îsmaîl Ebdullah, bi nasnav Aram Şeqlawe, di sala 1972’an de li Şeqlawe hatiye dinê.
  10. Gelawêj Arif Mehmud, bi nasnav Berxwedan, sala 1975’an li Silêmaniyê hatiye dinê.
  11. Şêx Kameran Hîranî, di sala 1968’an de li Hîranê hatiye dinê.
  12. Perî Osman Mihemed, bi nasnav Peyam, di sala 1973’an de li Silêmaniyê hatiye dinê.
  13. Nahîde Hemesalih, bi nasnav Ruken, di sala 1971’an de li Silêmaniyê hatiye dinê.
  14. Gunay Geçilmez, bi nasnav Ronahî, di sala 1971’an de li Pazarcikê hatiye dinê.
  15. Mêrxas Serêkaniyê, di sala 1970’an de li Serêkaniyê hatiye dinê.
  16. Ronî Melazgirt, di sala 1978’an de li Melazgirtê hatiye dinê.
  17. Roza Yusif, bi nasnav Roza Cudî, di sala 1969’an de li Dirbesiyê hatiye dinê.
  18. Ciwan Şêxo, bi nasnav Huner di sala 1965’an de li Dêrikê hatiye dinê.
  19. Serkewt Xaneqînî, di sala 1972’an de li Xaneqînê hatiye dinê.
  20. Bekir Dogan, bi nasnav Numan di sala 1968’an de li Ruhayê hatiye dinê.

Heya niha jî PDK’ê û desthilatdarên Herêma Kurdistanê ti agahiyek derbarê şehîd û kesên winda de belav nekiriye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar