Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

PDK’ê 46 roj in der barê rojnameger Ehmed de agahî nade

PDK 46 roj in Rojnameger Silêman Ehmed dîl girtiye û destûr nade ku malpar û parêzer serdana wî bikin.

Edîtorê beşa erebî ya ROJNEWS’ê Silêman Ehmed roja 1’ê cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê cotmehê dema xwest di ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û ev 46 rojin agahî jê nayê girtin.

Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê bi daxuyaniyek jî berovajîkirin û nerast got ku qaşo revandina rojnameger Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamegeriye’ û bi aşkere gefa cezakirinê li rojnameger Silêman kirin û îtiraf kirin ku wî revandine. Silêman Ehmed nêzî 5 sal in di beşa erebî ya ROJNEWS’ê de wek edîtor dixebite.

Li gel ku bertek û helwestên dijî revandina Silêman Ehmed zêde dibin, her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed  jî zêde dibin. Lê hîna ji bilî daxuyaniyek tejî derew a PDK’ê, tiştek din ji aliyê hikûmeta Herêmê ve di derbarê rewşa rojnameger Silêman Ehmed de nehatiye ragihandin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar