Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

PDK’ê 5 cihê din radestî artêşa tirk kir

Hat ragihandin ku hêzên pêşmergeyan ên girêdayî PDK’ê, li herêma Zaxo 5 girên din radestî artêş tirk kirine. Welatiyên herêmê li dijî van pêkanînan nerazîbûn nîşan dan û gotin “Pêdiviya Başûr bi şoreşek nû heye”.

Di rojên borî de serokê Herema Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hatibû bi Serokomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtin kiribû. Di vê hevdîtinê de aşkera bû ku Barzanî û Erdogan li ser hin herêman li hev kirine û di destpêk de li herêma Kanîmasî 6 girên ku pêşmerge lê bûn radestî artêşa tirk kirin. Hêj nerazîbûnên li dijî vê helwesta Barzanî a redestkirina van cihan berdewam dikir hat hîn bûn ku 5 cihên din ji aliyê PDK’ê ve radestî artêşa tirk hatiye kirin.

Piştî ku hat diyarkirin li Kanîmasî pêşmergeyan 6 noqteyên xwe radestî leşkerên tirk kirine, têkildarî mijarê hin zanyariyên nû derketin holê. Welatiyê bi navê Nezîr Berwarî yê ji herêma Behdînan, ragihand ku hêzên pêşmergeyan di 22’yê hezîranê de, 5 cihên din radestî artêşa tirk a dagirker kirine.

Li gorî zanyariyên Nezîr Berwarî, cihên ku radestî leşkerên tirk hatine kirin ev in: “Li herêma Behdînan Girê Serzêrik, li ser vî girî nêzî 20 salan baregeha pêşmergeyan hebû. Di heman demê de cihê MÎT’ê jî li wir bûn. Lê niha bi temamî radestî leşkerên tirk hatiye kirin. Girê Xemgîn ê li hemberî girê Baroxê. Li herêma Berwariyan girê Casus ê dikeve jora gundên Qumriyê û Girika. Li herêma Zaxo 2 noqteyên li ser tunela dikeve derketina Zaxo ya li geliyê Çiyayê Sipî. Li herdu noqteyên ser tunelan leşkerên tirk û amûrên leşkerî jî li gel pêşmergeyan hebûn lê niha bi temamî radestî leşkerên tirk hatine kirin.”

‘Şoreşek pêwîst dike’

Nezîr Berwarî destnîşan kir ku Behdînan ev 21 sale radestî artêş tirk hatiye kirin û wiha got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê tenê bi nav heye, wekî din hemû tişt di destê tirkan de ye û ev aşkere ye.”Berwarî bal kişand ku xelkê herêmê êdî şiyar bûye, bi taybetî piştî serhildana Şeladizê, di nava gel de nerazîbûnek gelekî mezin heye û wiha got: “Bi navê şoreşa Başûr tiştek nemaye, lewma pêdivî bi şoreşek nû heye.”DUHOK

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar