Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

PDK’ê Başûr bi destê dewleta tirk a dagirker de berdaye

Rojnameger Keser Bûldan diyar kir ku PDK’ê başûrê Kurdistanê bi destê dewleat tirk da dagirker de berdaye û ev tişt anî ziman: “Dagirkeriya dewleta tirk û zextên PDK'ê yên li ser gel dewam dikin. TSK û PDK'ê gefa valakirina gund li gelek gundên kurdan xwarin. Ji gundiyan re hat gotin ku yan gundên xwe vala bikin yan jî dê gundên wan bên bombebarankirin. Armanca van êrîşan dagirkirina axa Başûr e."

Dewleta tirk a dagirker ji damezrandina komara xwe heta niha li ser gelên Kurdsitan û Tirkiyeyê qirkirinê dimeşîne. Di encamê gelek newete anîn ber tunekirinê. Her çiqasî qirkirina herî hovane li ser gelê kurd meşandin jî negihîştin armanca xwe. Dewleta tirk da dagirker bi destê malbata sîxur a Barzanî û çeteyên wê dixwaze vê qirkirinê bi encam bike.  Dewleta tirk a dagirker ji bo vê jî bi xayintiya malbata sîxur û çeteyên wê êrîşî başûr dike. Bi alîkariya çeteyên malbata sîxur li gelek deveran binkeyên leşkerî çêkiriye, li herêmên di bin kontrola PDK’ê de jî noqteyên kontrolkirinê çêkirine. Ji Dengê Amerîkayê rojnamevan Kawa Omer, dîmenên qada ku noqteyên kontrolê yên dewleta tirk a dagirker li Duhokê danîne kişand. Hat diyarkirin ku leşkerên tirk li herêmên di bin kontrola PDK’ê de noqteyên kontrolê ava kirine û nasnameyan kontrol dike. Di nûçeyê de hat diyarkirin ku Tirkiye 35 kîlometreyan ketiye hundir û gundên li herêmê bandoreke nebaş ji êrîşan digirin.

Rojnameger Keser Bûldan geşedanên dawî yên li başûrê Kurdistanê ji MA’yê re nirxandin. Bûldan diyar kir ku di 2 salên dawî de Tirkiye negihaştiye armanca xwe û wiha got: “Tirkiye bi biakaranîna êrîşên hewayî û çekên qedexekirî xwest bigihê armanca xwe. Lê heya niha tu encam bi dest nexistiye û derbên giran xwarine.”

Bûldan anî ziman ku Tirkiye dest bi valakirina gundan kiriye û got ku hêza ku piştgirî da vê rewşê PDK ye. Bûldan der barê baregehên leşkerî yên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve bi erêkirin û piştgiriya PDK’ê hatine avakirin de agahî dan û got: “Tirkiye ji 20 heta 30 kîlometreyan ketiye nava xaka Başûrê û nêzî 30 baregehên nû ava kiriye. Tenê li herêmên Duhok, Amediye û Şeladizê, nêzîkî 83 baregehên leşkerî yên girêdayî Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê hene. Piştî ku hin tevgerên Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê li ser xaka Başûr bi dîmenan hatin tomarkirin, ji aliyê TSK û PDK’ê ve gef li gelek gundên kurdan hatin xwarin. Ji gundiyan re hat gotin ku yan gundên xwe vala bikin yan jî dê gundên wan bên bombebarankirin.”

Bûldan diyar kir ku Tirkiye di 22, 23 û 24’ê hezîranê de bi gelek wesayîtên zirxî, tanq û leşkeran ketiye navçeya Amediye û bajaroka Kanî Masî ya Duhokê û got: “Di 24’ê hezîranê de leşkerên dewleta tirk êrîşî gundê Kêste yê Kanî Masiyê kirin. Her wiha nasnameya xelkê gund kontrol kirin. Di medyaya dîjîtal de jî gelek dîmenên leşkerên tirk ên dema kontrolkirina nasnameyan û li gundan digeriyan hatin weşandin. Di van demên dawî de li gelek kolanên sereke yên Duhokê noqteyên kontrolê ava kirine.”

Bûldan da zanîn ku bi avakirina noqteyên kontrolê yên Tirkiyeyê PDK’ê jî li hemû bazarên Şeladizê kamerayên ewlehiyê kom kirine û dest bi lêkolînê kirine ku kî zêde xwarinê dikire û wiha domand: “Xwestin hîn bibin ku bê ev xwarin ji bo malbatan hatiye kirîn yan ji bo endamên PKK’ê. Ji ber vê çendê gelek kes hatin binçavkirin. Ji aliyekê ve dagirkeriya dewleta tirk û zextên PDK’ê yên li ser gel dewam dikin û li aliyê din dewleta tirk êrîşên li Avaşîn, Metîna, Zapê û Herêmên Xakurkê û Garê didomîne. Armanca van êrîşan dagirkirina axa Başûr e.”

Bûldan bi lêv kir ku bertek li dijî dagirkirina Başûr kêm in û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Niha li dijî van êrîşên dewleta tirk bertek hene, lê ev bertek kêm in. Dagirkeriya li Başûrê ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve rastî nerazîbûnê nayê, ji ber ku bêyî hevkarî û daxwaza wan dewleta tirk nıkarıbü vê dagirkeriyê bidomîne. Dema em li dîrokê dinêrin, ji xeynî xiyaneta PDK’ê ya li gelê kurd tiştekî din nayê dîtin. Zêdeyî 30 sal in hevkariya dewleta tirk û PDK’ê didome. PDK niha jî destekê dide. Di dagirkeriya li Başûr de PDK di warê lojîstîk, aborî û îstîxbaratê piştgiriyê dide dewleta tirk.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar