Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

PDK’ê Başûr radestî dagirkeran kiriye!

Dewleta tirk a dagirker ji bo tunekirina kurdan, destkeftiyên wan û dagirkirina xaka Herêma Kurdistanê bi hevkariya PDK’ê êrîş û tevgerên xwe zêde kiriye. Li nava xaka başûrê Kurdistanê de bi şêwazên cûda PDK bûye şirîkê pêkanîna planên dewleta tirk a dagirker.

Rojane dewleta tirk a dagirker li seranserî başûrê Kurdistanê gelek deveran bombebaran dike û welatiyên sivîl hedef digre. Azadîxwazan qetil dike, daristan û jîngeha Kurdistanê wêran dike.

Dewleta tirk a dagirker li sînorê bajarê Dihok û Hewlêrê 85 baregehên xwe yên leşkerî û îstixbaratî avakiriye. Bi kûrahiya 35-40 kîlometran derbasî nava xaka Herêma Kurdistanê bûye.

Dewleta tirk rê û cade biriye gir û çiyayên herî bilind ên deverê û baregehên xwe lê avakiriye. Leşkerên tirk çûnûhatina xelkê gundan li deverê qedexe kiriye û rê li welatiyan digre. Wesayîtên welatiyan kontrol dikin. Rojane bi balafirên bêmirov wesayîtên welatiyan hedef digire. Herî dawî di çend rojên borî de li nêzî Amêdiyê du wesayîtên welatiyan bombebaran kir.

Di van hemû êrîş û dagirkeriyan de PDK di aliyê leşkerî, îstixbaratî û madî de hevkariya dewleta tirk dike. Dema dewleta tirk baregehan ava dike, PDK rê jêre dibe, dema bombebaran dike PDK hedef jêre diyar dike. Dema azadîxwaz tên qetilkirin, PDK zanyariyan bi dewleta tirk re parve dike.

Hefteya borî PDK’ê bi fermana dewleta tirk sê gundên li sinorê Amêdiyê da valekirin û gef li xelkê gundan kir ger ew vegerin ser gundê xwe dê cezayên tûnd li wan werin birîn. Du roj piştî valekirina wan sê gundan, dewleta tirk a dagirker gund topbaran kir û xaniyên welatiyan hilweşand daku nevegerin ser malên xwe.

Gelek aşkera û li ber çavên raya giştî ya gelê kurd, PDK rêya dagirkirin û çêkirina gelek baregehan ji bo dewleta tirk xweş dike. Ev hevkariya PDK bûye sedem ku dewleta tirk zûtir xaka başûrê Kurdistanê dagir bike. Ji ber van hevkariyên PDK’ê niha artêşa tirk nêzî bajar û navçeyên wek Amediyê, Akrê, Soran û heta devera Barzan jî bûye.

Di aliyê îstixbaratî de PDK’ê û dewleta tirk odeya operasyonên hevbeş avakirine, karmendên MÎT’ê di nava saziyên ewlehiyê yên PDK’ê de cih digirin û kar dikin. Dema ku dewleta tirk cihek bombebaran dike, PDK di kêliyên destpêkê yên êrîşê de bi rêya dezgehên xwe û torên medya dijîtal ên girêdayî Parastinê encamên bombebaranê parve dike. Ev jî belgeya wê çendêye ku PDK û dewleta tirk planên hevbeş ji bo êrîş û dagirkeriyê danîne.

Di 30 salên borî de dewleta tirk bi hemû rê û rêbazan li Herêma Kurdistanê li dijî gelê kurd sekiniye, welatiyan hedef digire, xak û daristanên Herêma Kurdistanê wêran dike û dişewitîne. PDK’ê carek tenê jî li dijî êrîş û dagirkeriya dewleta tirk helwest nîşan nedaye. Berovajî tişta ji destê wê hatî ji bo hevkariya dewleta tirk kiriye.

Lê roja 15’ê çileyê dema rejîma Îranê bi mûşekan êrîşî ser Hewlêrê kir ku di encamê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û çend kes jî birîndar bûn, malbata Barzanî dengê xwe bilind kir û ji civaka navdewletî xwest ku li dijî rejîma Îranê helwest nîşandin. Nayê wê wateyê ku êrîşa rejîma Îranê rewa ye, berovajî êrîşa Îranê jî wek yên dewleta tirk dagirkeriye û ji bo tunekirina gelê kurd e, tu behaneyek din ya wê nîne. Lê pirsyar li vêderê eve, çima malbata Barzanî û PDK  li dijî êrîşa nerewa ya Îranê helwest  nîşanda, çima li dijî êrîşên nerewa yên dewleta tirk bêdenge, dost û hevkare?

Li gor daneyên fermî ji sala 2015’an ve zêdetirî 160 welatiyên sivîl ên Herêma Kurdistanê di encama êrîş û bombebaranên dewleta tirk de şehîd bûne û nêzî 300 kes jî birîndar bûne. Ma gelo ev kesên şehîd û birîndar bûne, ne kurd û welatiyên Herêma Kurdistanê ne? Ger PDK û malbata Barzanî li ser rijandina xwîna 460 kesan dengê xwe dernexe, ma wê li ser çi tiştek din û kengî helwesta xwe nîşan bide?

Çavkanî: Rojnews

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar