PDK ku bi sekn û helwesta xwe hevkarê hemû êrîşên dewleta tirk ên li ser kurd û Kurdistanê ye, bênavber hêzên xwe dişîne nêzî Herêmên Parastinê yên Medyayê. Li nûçeya ajansa Rojnewsê ku agahiyên ji şahidek hatine standî, duh bi şev PDK’ê hêzek zêdetirîn hezar bi çekên giran derbasî navçeya Çoman û Hacî Omeranê ya girêdayî Hewlêrê kirine.
Heman çakvaniya ku nexwest navê xwe bide, ragihand ku hêza ku ji bo herêmê tê şandin, li çeperên kevin ên bajarokê Qesrê têne bicihkirin û tenê beşek ji çekdaran di bin konan de têne bicihkirin. Liv û tevgera çekdarên PDK’ê ya li herêmê dewam dike. SORAN