Rêveberên deriyê Sêmalkayê aşkera kir ku berpirsên PDK’ê biryar dan ku deriyê El-Welîd ê bazirganiyê yê di navbera rojava û başûrê Kurdistanê de were girtin û derfetê nedin tu madeyan ku bi rêya derî derbasî Rojava bibe.
Deriyê El-Welîd 35 km dûrî deriyê sînor ê Sêmalkayê ye û rêveberiya deriyê Pêşxabûr ê girêdayî PDK`ê rêveberiya deriyê El-Welîd dike.
Deriyê El-Welîd beriya 4 salan hat vekirin da ku madeyên lêkirinê weke çemento û hesin derbas bibe.
PDK’ê roja pênşema borî jî deriyê Pêşxabûr girtibû. QAMIŞLO