Aliyê Pêşxabûr (Başûrê Kurdistanê) ê Deriyê Sînor ê Sêmalkayê serê sibehê ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat girtin. Hêzên PDK’ê bi blokên mezin ên metal derî girtin.
Rayedarên Deriyê Sînor ê Sêmalkayê ragihandin ku rayedarên PDK’ê bêyî daxuyaniyekê bidin pira Sêmalkayê girtine.
PDK a ku bi fermanên dewleta tirk a dagirker tevdigere, beriya niha jî gelek caran Deriyê Sînor ê Sêmalkayê girtibû û ambargo danîbû ser gelê Rojava.
Li gorî agahiyan, PDK’ê karên li deriyê sînor hemû rawestandiye. QAMIŞLO