Li gorî nûçeya Rojnewsê li ber derê avahiya Encûmena Wezîran ya Herêma Kurdistan ya li Hewlêrê, hêzên ewlekariyê hatine belavkirin û tê gotin hinek karmendên bi peyman hatine binçavkirin.
Biryar bû îro di saet 10:00’an de li Hewlêrê karmendên bi peyman çalakiyek lidarxistiban û daxwaza mafê xwe bikin.
Li gorî agahiyên hatine bidest xistin, li ber derê avahiya Encûmena Wezîran ya li Hewlêrê, beriya çalakî destpê bike, hêzên ewlekariyê hatine belavkirin.
Tê gotin sedema liv û tevgera hêzên ewlekariyê, astengkirina xwepêşandana karmendên bi peymane û hinek karmendên li cihê çalakiyê kombûne, hatine binçavkirin.