Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...
Perşembe - 21 Kasım 2024

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

PDK’ê Hewlêr kiriye navenda dagirkerên Kurdistanê

Di demekî ku rewşa Kurdistan û herêmê di nav aloziyan de derbas dibe û kurd daxwaza yekitiyê dikin, PDK nûnertiya HDP’ê û azadîxwazan ji Hewlêrê derdixe. Li şûna kurdê azadîxwaz û welatparêz, xakfiroş, xiyanetkar û dijminên kurdan bicih dike.

Hişmendiya faşîst a rejîma AKP-MHP’ê li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo tinekirina Kurdan hertiştî dike. Wekî ku ew dibêjin, ‘Ew kurd baş, kurdê mirî ye’ îradeya gel binpê dikin û qeyûm li cihê nûnerên gel datînin. Bi terorê wan tometbar dike û her kesek azadîxwazbe û daxwaza mafê xwe bike dixe girtîgehê. Li rojavayê Kurdistanê jî dagirkerî û komkujiyên xwe berdewam dike. Li başûrê Kurdistanê jî rojane ji bejahî û asîman de bi dehan êriş dike û dagir dike. PDK jî bêy ku nirxên exlaqî û neteweyî li ber çav bigire, heman siyaseta AKP-MHP’ê bicih tîne.

Gelê başûrê Kurdistanê ji bo ji bin zilm û zordestiya rejîma Baas a faşîst rizgar bibe gelek têkoşîn û berdêl dan. Kurdên parçeyên din ên Kurdistanê jî bi hêviyek mezin li statûya Herêma Kurdistanê temaşe dikirin. Lê PDK’ê û binemala Barzanî desthilat xistiye di jêr kontrola xwe de û hertiştî berovajî kirine. Xaka Başûrê Kurdistanê bi taybetî jî Hewlêr û Dihokê ji bo dijmin, noker û xwefiroşên ku destê wan bi xwîna Kurdan sorin, kiriye buheşt û ji bo azadîxwazên Başûr û parçeyên din ên Kurdistanê jî kiriye dojeh.

Di dawiya meha cotmehê de nûnerên komên çete yên girêdayî dewleta tirk ku li rojavayê Kurdistanê dagirkerî, komkujî û talanê dikin, li Hewlêrê PDK’ê hembêza xwe ji wan re vekir û dibin navê civîn û kongreyê de plana li dijî kurdan danîn.

Di heman rojê de (29’ê cotmehê) li Hewlêrê neviyên Barzanî bi keyfxweşiyeke mezin tevlî merasîma salvegera 101’an a komara tirk bûn ku ev sedsal wek sedsala komkujiyên kurdan tê zanîn. Li aliyê din jî dewleta tirk li bakurê Kurdistanê siyaseta dijminahiya kurdan bi danîna qeyûm a li ser sê şaredariyên bakurê Kurdistanê dimeşîne.

Bi vî rengî PDK’ê hertim Hewlêrê kiriye cihê danîna planên tinekirina kurdan û hewandina dagirkeran. Li aliyê din jî roja 6’ê mijdarê asayîşa PDK’ê ya Hewlêrê nûnerên HDP’ê yên Herêma Kurdistanê bangî asayîşê dike. Piştre bi zorê wan endam û nûnerên HDP’ê xistin nava du wesayîtan û ew dersinorî Hewlêrê kirin.

Serdana herî dawî ya Cîgirê Yekemîn yê Serokê PDK’ê Nêçîrvan Barzanî ya li Enqereyê, Erdogan ferman daye Barzanî ku di qada siyasî ya başûrê Kurdistanê de cih ji Huda Parê re veke û avahiyan jêre bide avakirin. Huda Par an jî bi navekê din Hizbûkontra ku ji aliyê gelê kurd ve baş tê naskirin, di salên 90’î de 17 hezar kurd bi rêbazên herî hovane qetil kirin û bû sedema malwêraniya bi hezaran malbatên Kurd. Ji bona wê wisan diyare piştî derxistina nûnertiya HDP’ê ji Hewlêrê, wê PDK mîna ENKS’ê xwedî li Huda Parê jî derkeve.

Ev jî di demek de ye ku PDK hertim xwe wek hêzek kurdperwer û nîştimanperwer bi nav dike, lê bi kiryarên xwe ji bilî bûna darê di dest dijmin û dagirkerên Kurdistanê de ne tiştek dine. Mînaka vê jî dersinorkirina penaberên siyasî ya ji Hewlêr û Dihokê ye ku wan daxwaza sîxûrtiyê ya PDK’ê qebûl nekirine.

Qetilkirina endamê KNK’ê ya li Hewlêrê û parastina kujerên azadîxwazan, her wiha hebûna bi dehan baregeh û navendên leşkerî û sîxûrî yên dewleta tirk a li Hewlêr û Dihokê, ispata wê rastiyê ye ku PDK û binemala Barzanî hertim girêdayî xeta xiyanet û dagirkeran e, ne li aliyê xeta welatparêzî û netewî ne.

Çavkanî: Rojnews

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar