Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

PDK’ê Hewlêr rûreş kir

Ev zêdetirî heyvekê ye ku nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cihad Hesen û 2 endamên PYD’ê ku fermî karê dîplomasiyê li başûrê Kurdistanê dikin, girtî ne. Ev beşeke din a siyaseta ku li hember Rojava tê meşandin e. Ji kolandina  xendekan ku jê re hat gotin xendekên şermê û heta girtina derî û avakirina qereqolan di nava Başûr û Rojava de. Ev hemû siyaseta ku PDK’ê li hember Rojava dimeşîne ye.

Piştî êrîşên li ser Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spiyê jî me dîsa bala xwe daye ku çiqasî kîna PDK’ê li hember rojavayê Kurdistanê heye. Wê demê dîsa derketin û beniştê xwe yê her car cûtin û gotin ku dewleta tirk ne dijminê kurdan e û PKK’ê sedeme ku dewleta tirk êrîş bike. Her wextî wê ENKS’ê jî derket û got PYD’ê sedeme ku dewleta tirk hat Efrînê ji PYD’ê rizgar bikin. PDK’ê çi be, ENKS’ê jî çêlikê wê ye û bi van komikan destwerdana Rojava dikin. ENKS hem amûrê destê tirkan e û hem jî darê destê malbata Barzanî ye ku pê Rojava qels dikin.

Ev hemû siyasetên PDK’ê ne ku li Hewlêrê birêve dibe. Lê Hewlêra ku PDK’ê kiriye cihê êrîşa li dijî kurdan, di 2014’an dema êrîşa DAIŞ’ê de gerîla parastin û bi vê re bedena Barzanî jî hat parastin.

Her Rojava ji bo Başûr û statuya wê başî xwestiye û xwestiye bibe pişt ji bo wê lê di bin navên cûda de PDK’ê dar avêtiye nava tekerê şoreşê.

Em dikevin 10’emîn salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê ku her kesî xwest ji holê rake û heta niha didome. Wê hinek derkevin û bibêjin na, PDK di dema Kobanê de destek da YPG û Rojava, ne xêr ez jî li vir bibêjin; di berxwedaniya Kobanê de ez jî 136 rojên şerê bajar û rizgarkirina wê de li wir bûm û min jî dişopand ka ew 75 pêşmergeyên PDK’ê li wir ji bilî xwarinê tiştek nedikirin û hin caran foto ji xwe re nava kavilan de digirtin.

Dîsa jî em li vir dibêjin vaye belkî PDK’ê nikare serbest bi Rojava re têkiliyan deyne ji ber zextên dewleta tirk lê dema zextê li Rojava bike, ew ê tu niyeteke baş a wan nexuyê.

Dîsa em li vir jî bînin ziman, di demeke ku nûnerên rojavayê Kurdistanê tên girtin, serçeteyên wek Nesir el-Herîrî ku serokê Itîlafa çeteyên li Efrîn û Serêkaniyê bû, pêşwazî dike. Pêşwazî bi şexsê Barzanî bi xwe hat kirin û ev jî rûreşiyeke ji Hewlêrê û xelkê wê ku di nava dilê wan de kujerên zarokên Rojava tên pêşwazîkirin. Dîsa di demeke de nûner girtîne, kesê bi navê Ehmed El-Cerba ku ew jî ne dost e ji rojava re hat hembêzkirin. Her kesê ku ji rojavayê Kurdistanê re dijmin be, PDK’ê wî pêwazî dike û kî dost be yan li ser deriyan tê girtin an jî li hotêlan tên dorpêçkirin.

Nûçeyên Têkildar