Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

PDK’ê hêz sewqî Dînarteyê kir, balafirên tirk jî herêm bombebaran kir

Bi destpêkirina gefên dewleta tirk a ji bo êrîşkirina li ser rojavayê Kurdistanê re, di nava du rojên borî de PDK’ê hêzeke taybet a bi navê Gulan ku yekser girêdayî Mesrûr Barzaniye, li gel çekên giran û Pêşmergeyên Roj sewqê herêma bajaroka Dînarteyê ya ser bi Akrê ya herêma Behdînanê kir. Ev herêm jî weke herêma gerîla tê naskirin.

Li gorî agahiyên Berpirsê Komîteya Yekitiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) ya Dînarteyê Emîr Zêbarî dane Rojnewsê li gel wê hêza PDK’ê hemû curên çekan û wesayîtên leşkerî heye.

Emîr Zêbarî aşkera kir ku ev hêza pêşmege li gundên Malkê, Dosteka, Gisê, Mamîşmîş, Girê Dînarte, Girê Merzîngan,Girê Navxoş, Girê, Difrî û gundê Asûriyekan bi cih bûne û li herêma eşîreta Zêbarî dest bi çêkirina çeparan kiriye.

Emîr Zêbarî aşkera kir ku derengiya şeva borî, hêzên Pêşmergeyên Roj bi qernasê gule li gundên Dînarteyê kirine ku di nava gundan de bû sedema tirsê.

Balkêş e ku piştî ku hêza pêşmergeyan çû li wir, balafirên şer ên dewleta tirk jî bi dijwarî ew herêm bombebaran kir. Derbarê ziyana bombebarana tirk de tu agahî nehatin bidestxistin.

Hêjayî gotinê ye ku di meha nîsanê de jî  dema PDK’ê hêzên xwe li herêma Zînê Wertê bi cih kirin balafirên şer ên dewleta tirk herêm bombebaran kirin û di encamê de 3 gerîlayên HPG’ê şehîd bibûn.

Li gorî daxuyaniya KCK’ê ya wê demê 3 gerîlayên ku di êrîşa dewleta tirk de şehîd bibûn, li ser aloziya li Zînî Wertê, ji bo hevdîtinê çûbûn noqteya pêşmergeyên PDK’ê û piştî vegerê bibûn hedefa êrîşên balafiran. DIHOK

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar