PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK’ê hîzbulkontra vexwend Başûr

Hîzbulkontra yên ku destê wan di xwîna bi hezaran Kurdên welatparêz de heye bi destê MÎT’ê li Başûr tên bi cih kirin

Hîzbulkontra ya ku di salên 90’î de ji bo kuştina kurdan bi destê dewleta tirk hatibû avakirin, hefteya borî bi vexwendina fermî ya PDK’ê li Hewlêrê nûnertiya xwe ya fermî vekir. Di asta heyetan de hevdîtinên hevkariya aboriyê kir û civînên nepen pêk anîn. Ne tenê PDK’ê, her wiha aktorên din ên siyasî jî bi vî destê qirêj girtin.

Mesûd Barzanî her ku serdana Enqereyê dikir bi serokê giştî yê Huda-Parê re li navenda MÎT’ê hevdîtin pêk di anî. Şîrketên bazirganiyê yên ku xizmên Huseyîn Velîoglû hevkarên wê ne ku Velîoglû yek ji damezirînerên hîzbulkontra ye û bi dehan endamên hîzbulkontra yên li Tirkiyeyê li wan tê gerîn li herêma PDK’ê di bin ewlekariya Parastinê de demeke dirêj e karên bazirganî û siyasî dikin. Niha jî hewl didin di bin pêşengiya MÎT’ê de li Başûr kembereke hevkariyê ava bikin. Rojnamevan Seyît Evran di nûçeya xwe ya Ajansa Nûçeyan a Firatê de balê dikşîne ser vê projeyê.

Evran, di nûçeya xwe de dibêje ku bi serdana Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Çavuşoglu ya li Hewlêr-Iraq-Kerkûkê re Huda-Par (aliyê qanûnî yê hîzbulkontra ye) kete nava hewldanan. Hevdîtinên PDK-Huda-Parê weke têkiliyên ji rêzê yên siyasî û bazirganiyê ji çapemeniyê re hatin ragihandin, lê belê hevdîtin gelekî berfireh bûn. Sermayeya hîzbulkontra (HAKSIAD) ji aliyê PDK’ê ve di asta herî bilind de hate qebûlkirin. Piştre serokê giştî yê Huda-Parê yê nû Îshak Saglam tevî heyetekê di 30’ê nîsanê de bi Mesûd Barzanî re hevdîtin kir.

Huda-Parê (Hîzbulkontra) di 1’ê gulanê de li Başûr nûnertiya xwe ya fermî vekir. Dema ku mirov bala xwe bidin ser piştgiriya jê re hatiye dayîn û serdanên pîrozbahiyê, moderatoriya dewleta tirk û servîsa PDK’ê baştir tê fêhmkirin. Yên ku destek didin û pîroz dikin: Bizûtnewey Îslamî Kurdistan, Yekitî Niştîmanî Kurdistan, Tevgera Tirkmen a Serbixwe, Yekgirtûya Îslamî, Komela Îslamî Kurdistan, Partiya Demokratî Kurdistan, Partiya Îslam a Iraqê, Komeleya Darul-Beyan, Muessesa Ronakî, rûspî, Yekitiya Karsazên Kurdistanê, gelek wezîr, wekîl, burokrat û bazirgan…

Di heman demê de PDK bi baregehên leşkeriyên ku pêşkeşî Tirkiyeyê dike re dagirkirina Başûr rewa dike. Evran, dagirkirinê bicihkirina hîzbulkontrayê weke bikaranîna amûreke şerê taybet pênase dike. Her wiha hiştina Kerkûkê ya ji Eniya Tirkmen re, avakirina hêza paramîlîter a bi pereyên Tirkiyeyê re û hewldana avakirina hîzbulkontrayê weke avakirina mîsyoneke mîna ENKS’ê şîrove dike.

Evran di nûçeya xwe de qala kembera xiyanetê ya noker a ku dorê li Şoreşa Rojava bigire li Başûr bi destê PDK’ê tê pêk anîn. Bi vê kembera hewl tê dayin ku qadên stratejîk ên navbera Rojava, Şengal, Mexmûr û Qendîlê bên girtin û bi vî rengî ji hev bên qutkirin. Rêveberiya Başûr jî vê yekê bi dilxwazî pêk tîne. Lewma muxatabê pêşkêşkirina derfetan li Başûr ji bo hîzbulkontrayê PDK ye û moderatorê wê jî MÎT e. SILÊMANIYE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar