Hêzên Zêrevanî yên girêdayî PDK’ê li herêma Metînayê liv û tevgera xwe ya leşkerî zêde kirin. Li gorî agahiyên ku ajansa Rojnewsê ji çavkaniyên herêmê girtiye, PDK li devera gundê Elkîşkê dest bi çêkirina rêyeke nû ya leşkerî kiriye. Çavkanî diyar kirin ku rê bi mebesta hêsankarî ji bo artêşa tirk û anîna hêzên PDK’ê ji bo herêmên şer tê çêkirin.
Çavkaniyên herêmê diyar kirin ne tenê li Elkîşkê li deverên din ên Metînayê jî PDK rê ji artêşa tirk re vedike û ji bo vê jî gelek wesayîtên çêkirina rê li herêmê dixebitin.
Çavkaniyeke din jî ji herêmê ragihand ku hêzên PDK’ê li gundên Kanîmasiyê 3 baregehên nû ku weke bendên kontrolê jî bikartînin çêkirine. Li gorî vê agahiyê baregehek li nêzî gundê Elkîşkê hatiye çêkirin. Ji derveyî Elkîşkê baregehek jî li navbera gundê Qumriyê û Edinê de hatiye danîn. Heman çavkaniyê da zanîn ku li sêgoşeya gundê Binavê jî barehek hatiye çêkirin.
Ji 5’ê hezîranê ve PDK hem wextê êrîşên Tirkiye yên li dijî başûrê Kurdistanê û gerîlayên HPG’ê, li herêma Metînayê dest bi bicihkirina hêzên taybet ên Zêrevaniyê kiriye û rê ji bo sewqiyeta leşkerî çêdike. METÎNA