Navenda Nûçeyan
Di mehên dawî de, hêzên PDK’ê li nêzî herêmên gerîlayên HPG’ê ketine nava liv û tevgerê. PDK rojane hejmara hêzên xwe bi çekên giran li herêmên ku gerîla lê ne zêde dike.
Li gorî agahiyên ketine destê ajansa Rojnewsê, hêzên PDK’ê li herêma Rewandiz û gundê Gerwan yên dikevin Girê Simore, Girê Tuşreke û rêze çiyayên Aras, dest bi çêkirina baregehên nû yên leşkerî kir.
Şêniyên gund dijî çêkirina baregehên leşkerî ne, PDK bi navê hêzên pêşmerge li Zînî Wertê bicih bûye. Hêzên PDK’ê li Zînî Wertê roj bi roj baregehê nû çêdike û hêzên xwe li herêmê zêde dike. Di heman demê de PDK bi çêkirina baregehên leşkerî re, rê jî çêdike. Tê gotin PDK’ê ji sînorê Rewandiz heya Çoman û Hacî Omeran a girêdayî Hewlêrê, dest bi çêkirina baregehên nû kir.