Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

PDK’ê nekarî gel li dijî PKK’ê sor bike

Li navçeya Sîdekanê ya bajarê Hewlêrê, heyetek PDK’ê bi keya, rûspî, rayedarên herêmê û PDK’iyên li herêmê re hevdîtin kir lê kir nekir nekarî gel li dijî PKK’ê sor bike

Gelê herêma Bradostê ya navçeya Sîdekanê ya Hewlêrê yê başûrê Kurdistanê amadekarî kir ku piştî xutbeya înê ya 12’ê tîrmehê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk çalakiyê bike. Piştî ku ev yek hate bihîstin rayedarên PDK’î gef li gel xwarin ku çalakiyê nekin. Piştî ku çalakî hate astengkirin, gelek kesên ku parlamenterên PDK’î jî di nav de hebûn roja şemiyê di 13’ê tîrmehê de çûn herêmê û bi keya, rûspî, gelê herêmê û rayedarên PDK’î yên li navçeya Sîdekana Hewlêrê re hevdîtin pêk anîn. Di nava wan kesên çûn Sîdekanê de Erşed Hisên Lolanî yê PDK’î jî hebû ku 1’ê hezîrana 2018’an li gundê Bermizê yê herêma Bradostê leşkerên tirk ên dagirker pêşwazî kiribû. Lolanî piştî vê pêşwazîkirinê di 30’ê hezîranê hilbijartinên parlamentê de ji PDK’ê hatibû hilbijartin.

Li gorî agahiyên ji beşdarên civînê hatin wergirtin, heyeta PDK’ê zext li gel kiriye ku ne li dijî dewleta tirk lê li dijî PKK’ê û hêzên rojhilatê Kurdistanê çalakiyan bike.

Gelê herêmê jî bersiv dane PDK’ê û diyar kirine ku gerîla qet neketine qadên sivîlan û ti pirsgirêka wan bi gerîla re nîne. Şêniyên herêmê ragihandin ku gerîla li qadên sivîlan dûr in û wiha gotin: “Li qadên bilind in. Lê belê tevî vê yekê jî dewleta tirk gundan û qadên sivîlan bombebaran dike.”

‘Biçin dagirkeran asteng bikin’

Di dema civînê de keyayekî ji parlamenterên PDK’î re ev tişt got: ” Divê ji bo her tiştî PKK weke bahane neyê nîşandan, her tişt aşkere û li berçave. Hûn bixwe jî dikarin werin herêmê û rewşê ji nêz ve bişopînin. Heya niha jî di hemû êrîşên Tirkiyeyê de ti wendahiyeke PKK’ê li herêmên sivîl çênebûye û tu îspateke wisa nîne. Em daxwaz dikin hûn bi rêya danûstandinan pêşî li dagirkeriya tirk bigirin. Her wiha ji berpirsên partiyên Rojhilat (HDK-İ û HDK) re bêjîn bila nekevin nava malan. Gerîla nakevin nava cihên sivîl, jixwe ji bo xwe bi ewle jî nabînin û bawerî nadin bikevin nava cihên sivîl. Ger hatin jî em bixwe dikarin li gel wan biaxivin, ji ber ewê guhdarê me bikin.”

Hat ragihandin heyeta PDK’ê hem di nava gel de geriya, hem li nava bazarê geriya lê tişta ku xwestiye bidest nexistiye û nekariye gel îqna bike, nekariye gel li dijî PKK’ê rake. HEWLÊR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar