Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

PDK’ê  Pergala neteweya Demokrat dike hedef

Li Şangalê çi diqewime û kî dixwaze civaka Êzidî bê îrade bihêle, gelo  çi pilan hene ku îradeya Êzidiyan û xelkê Şengalê bişkînin.  Pêkhateyên Şengalê çavkaniya îradeya xwe ji ku digirin.  Gelo  çi êrîş liser vê çavkaniyê hene. Ev  hemû pirsin pêwîste  di serîde gelê Şengalê û dostên wan bersiva van pirsa bizanin û li gor wê tevbigerin.

  Pergala neteweya Demokrat çavkaniya îradeyê ye

Nehe li Şengalê  Êzidî milslman û hemû pêkhateyên xelkê Şengalê bi hevere jiyan dikin. Ev pêkve jiyan gelên li Şengalê piştî ku DAÎŞ’ê êrîşî ser Şengalê kir û gelek kesên ji Şengalê ên ji pêkhateya Misilman  destek dan çeteyan û destê wan di xwîna Êzdiyan de hebû, carekî din pêkvejiyan li herêmê pêk hat.   Ji bo gelên hermên ên ku sûcên wan tinene nebin qurbaniyên vê yekê rêvberiya xweser a Şengalê pêşengîkir û ji hemû pêkhateyên din re derê xwe vekir. Kesên destê wan di xwîna civakê  de nebe , di nava pergala xwede kota da wan û ew kirin beşek ji rêvebirina xweser bi vî şêwazî gelên herêmê di bin sîwana meclisa xweseriya Şengalê de li hev kom bûn. û  parastin û rêvebirina herêmê de cihê xwe girtin.

Pilana vegerandina DAÎŞE’yan     

Iraqê beriya niha gelek caran hewil dabû ku van malbatan bişîne Şengalê, lê piştî ku rastî bertekên civaka êzidî hatin, vegera wan hat sekinandin. Dema ku ev plan bi ser neket, vê carê PDK’ê bi hevkariya Tirkiyeyê serî li hin planên cuda dan û çapemeniya PDK’ê dest bi nûçeyên derewkir ku Êzidiyan Mizgefta Rehman şewitandiye. Piştî vê nûçeya ne rast  bi çend seetan, Şengaliyan ev îdia red kirin. Li Başûrê Kuridistanê  û taybet di herêmên dibin desthiladariya PDK’ê de gelek mele derketin û li dijî Êzidiyn axivîn. Gev li Êzidiyên di nanva kempan kirin û ew wek kafir binavkirin. Vê helwîsta meleyên PDK’yî gelek nerazîbûna gelên aştîxwaz li pey xwe anî û Êzdiyên jiber zilma çeteyan xwe spartina Başûrê Kurdistanê, neçar man  berê xwe bidin Şengalê.

Hevdîtina PDK’ê ya bi HUDA-PAR’ê re

Ji berê de li ser herêmê pilanên PDK’ê û provakasyonên wê didomin. Lê piştî hevdîtina PDK’ê ya bi HUDA-PAR’ê re êrîşeke bi vî rengî balkêş bû. Derket holê ku PDK’ê bi hevkariya dewleta Tirk dixwaze çavkaniya Pêkve jiyana gelan wata Pergala Neteweya Demokratîk bike  hedef û wêneyekî wisa bide xweyakirin ku li Şengalê pêkvejiyan çênabe.  Hin kesên ji nava artêşa Iraqî jî ji vê pilanê ne qutin jibe ku ew malbatên dixwstin vegerînin Şengalê li bin parastina hêzên ewlehiya Iraqê de hatin Şengalê.   Gelê Şengalê  dem lidest bi  daxuyaniya û helwîsta xwe pilana PDK’ê  valaderxst û ji  hemû  kesan re da diyakirin ê ku  li Şengalê pêkve jiyan daye avakirin Pergela Neteweya Demokrat a Rêber Abdulla Ocalane.

Pilanên  piştî 5.kongira meclisa xweser

Bi lidarxistina konferansa hêzên ewlekariya hûndirin a Asayişa Êzîdxanê, her wiha 5’emîn kongreya meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê û komxebata ku pêşengiya TAJÊ hat lidarxistin. Pergala netewa demokratîk a ku civaka Êzidî xwe li ser birêxistin dike û rengê xwe tê de dide xweyakirin, bi 5’emîn kongreya Xweseriya Şengalê ew hêz û îradeya civaka Êzidî ku destkeftiyên civaka Êzidî bi xwîna şehîdan hatiye bidestxistin îradeya civaka êzidî careke din derket holê. Di vê kongreyê de peyamên girîng hebûn. Ev kongre hem ji Şengalê re û hem ji deşta Nînova û bi giştî jî Iraqê re girîng bû. Ji ber ku cara yekemîn e ku di bin sîwana pergala Netewa Demokratîk de ku rêber  Ocalan di nava Rojhilata Navîn û cîhanê de ew pêş xistiye. Ev cara yekemîn e ku li Iraqê bi pêşengiya Rêveberiya Xweseriya Şengalê pergala neteweya demokratîk tê birêvebirin ku hemû pêkhate bi hev re bi vê pergalê jiyan dikin û xwe bi rê ve dibin. Li vir hemû rengên civakê û pêkhatên civakê bi hev re dijin. Di vê kongreyê de ew hêz û jiyana bi hev re a li Şengalê careke din derket holê. Me texmîn dikir ku piştî vê kongreyê û van peyamên girîng dê li Şengalê hin provakasyon rû bidin. Me dizanibû ku ev provakasyon bi taybetî dê ji aliyê PDK’ê ve û dewleta Turk a dagirker ve bên meşandin û bikevin meriyetê. Ev provakasyon berdewam in. Ev plan bi veşartî tên kirin. Lê hin caran jî bêyî îradeya van hêzên dagirker ev tiştê ku armanc dikin diteqe. Ev plan çawa diteqin, gel pêdihese û wan pûç dike.

Hewildanên Pêkanîna peymana 9’ê Cotmehê

Di niha de hî pilan dewam dikin û dixwazin peymana 9’ê Cotmeha 2020’an carek din bikin meryetê  û civakê  bê îrade bihlên. Ev gavên ji bo peymanê têne avêtin lazime pêkhateyên Şengalê rê liber bigirin û bi hemû hêza xwe bi meş û çalkiyan jî be dijayetiya xweya li hember peymana 9’ê Cotmehê bidin xweyakirin.

Nûçeyên Têkildar