Navenda Nûçeyan
Di civînê de ji bo hilbijartinên Iraqê, PDK’ê ji bo herêmên madeya 140 pêşniyara lîsteya hevbeş pêşkêşî YNK’ê kir. Heman pêşniyar ji bo Tevgera Goran jî heye.
Li Hewlêrê ev çend roj in PDK’ê dest bi hevdîtinên li gel aliyên siyasî kiriye. Di vê çarçoveyê de îro li gel Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) civiya. Wê îro li gel Tevgera Goran jî bicive.
Civîn ji ragihandinê re girtî pêk hat. Lê gorî zanyariyan, ji bo hilbijartina parlamentoya Iraqê, PDK ji herêmên madeya 140 ditirse û bi taybet ji Kerkûkê. Lewma pêşniyara lîsteyek hevbeş pêşkêşî YNK’ê kiriye.
Li gorî zanyariyan, heman pêşniyar ji bo Tevgera Goran jî heye. Tevgera Goran hevpeyman pejirandiye. Niha PDK li benda bersiva YNK’ê ye û dixwaze PDK jî di nava vê lîsteya hevbeş de hebe. Wê di civîna îro ya PDK û Tevgera Goran de, Goran nêrîna xwe ya dawî ragihîne PDK’ê.
Li gorî agahiyan, heta niha YNK bi vê daxwaza PDK’ê razî nebûye. Li gorî YNK’ê dengê piraniya herêmên madeya 140, bi taybet ên Kerkûk ên wêne, lewma naxwaze li ser aliyên din parve bike.
Ji berî niha PDK li gel Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê û Tevgera Îslamî ya Kurdstanê ji civiya bû. Biryare ku di destpêka hefteya bê de, li gel Komeleya Îslamî ya Kurdistanê, Hizba Komunîsta Kurdistanê (Hizba Şîu) û Hizba Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê bicive.
Herî dawî di 12’yê çile de li Baregeha Hizba Komunîsta Kurdistanê (Hizba Şîu) ya Kerkûkê partiyên kurd ji derveyî PDK’ê civiyan. Di vê civînê de, Berpirsê Komîteya Hizba Komunîsta Kurdistanê (Hizba Şîu) yê Kerkûkê Şêx Sedîq Ehmed ji bo li gel Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li ser lîsteyek hevbeş biaxive hate erkdar kirin.