Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

PDK’ê rêya êrîşa li ser Şengalê vedike

3’ê Tebaxa 2014’an a li ser Şengalê êrîşeke hovane pêk hat. Ew jî Fermana 73’yan a bi serê civaka êzidî ve hatî bû. Hevkarê vê komkujiyê jî, çekdarên PDK’ê yên ku li Şengalê bûn û beriya êrîşê ji wir reviyan bûn. Hikûmeta navendî ya Iraqê jî pareke xwe ji vê komkujiyê digire. Ji ber ku ew qala sînorê serweriya Iraqê dike, lê 3’ê Tebaxê de pêşî li komkujiyê negirt. Li şûna ku destekê bidin xelkê Şengalê û li rûreşî û bêbextiya ku kirine poşman bibin û lêborînê bixwazin, Şengal û xelkê wê dikin hedef û heta niha vê yekê dikin.

Di 3’ê adara 2017’an de ku em dikevin salvegera wê, di navbera Xanesor û Sinûnê de, careke din PDK’ê bi çekdarên xwe yên bi navê ‘ Roj’ êrîşek li dijî şengaliyan pêk anîn û di encamê de 7 şervanên hêza parastina Şengalê şehîd bûn. Di heman demê de endama TAJÊ’yê Nazê Naîf û rojnameger Nujiyan Erhan jî şehîd bûn.

Dema ku dîtin bi êrîşan encam nagirin, vê carê berê xwe dan peymanên ku bazareke din li ser Şengalê bikin û ya hîn balkêş jî dîroka vê peymanê bû; 9’ê Cotmehê bû ev dîrok. Hem salvegera komploya navneteweyî ya di şexsê Rêber Ocalan de li ser gelê kurd û heman demê de salvegera êrîşên dagirkeriyê li ser Serêkaniyê û Girê Spî ku bi destê dewleta tirk pêk hate. PDK û Bexdayê li ser Şengalê peymanên bêyî ku îrade û daxwaza xelkê Şengalê nas bikin û bipirsin îmze kirin. Di peymana wan de hin alî PDK’ê wekî nûnerê dewleta tirk li gel Bexdayê dibîni…

Li hember gef û êrîşên dewleta tirk ên li ser Şengalê, aliyên siyasî, oldar, serokeşîrên Şengalê, saziyên jinan û saziyên sivîl banga xwedîderketina li Şengalê dikin. Bi rojan e xelkê Şengalê jî li qadan e û xwedî li sazî û rêveberiya xwe ya xweser derdikevin.

Di demeke ku dewleta tirk jî rasterast gefa êrîşkirina li ser Şengalê dixwe, aliyên ku rê ji dewleta tirk re vedikin xwe nîşan didin û weke ku dewleta tirk dostê civaka êzidiye, daxwazan jê dikin.

Li gorî agahiyên ku hatine parvekirin, şandeyek ku navê şandeya êzidî li xwe dike, ligel konsolosxaneya tirk a li Hewlêrê civiya ye û di civînê de qala ihtîmala operasyonên dewleta tirk a li ser Şengalê hatiye kirin.

Kesê bi navê nûnerê Mîrê Êzdiyan Cewher Elî Beg ji dezgeheke ser bi PDK’ê ve radighîne ku ew li ser daxwaza konsulosxaneya Tirkiyeyê di 7’ê sibatê de civiyane û konsolotxane ji wan re gotiye; “ger artêşa Tirkiyeyê êrîşî Şengalê bike jî, dê hewl bidin tu ziyanek negihêje xelkê wê.”

Di heman hevpeyvînê de Elî beg bûyerên li Efrînê ku li ser serê êzidiyan de hatine tîne ziman, lê nabêje ku dewleta tirk a ku van yekan dike, tenê qale komên li wir dike.

Gelo yên diçin li gel rayedarên dewleta tirk  a li Hewlêrê dicivin, kor in, nizanin ku dewleta tirk e ya êzidî jî di serî de hemû kurdên li Efrînê di qirkirinê re derbas dike? Li aliyê din kî dikare bibêje ku destê PDK’ê dîsa di şandina vî kesê bi navê Elî beg de tune ku çûye gel konsolê tirk li Hewlêrê.

Ev rewş heman rewşa rojavayê Kurdistanê tîne bîra me. Dema dewleta tirk dixwast êrîşî herêmê bike, rayedarên PDK’ê derdiketin û qala ewlehiya sînorî ya Tirkiyeyê dikirin û digotin ji ber PKK’ê li wir e, Tirkiye êrîş dike. Heman tişt bi zimanê ENKS’ê jî dewleta tirk digot û serkirdeyên ENKS’ê derdiketin û digotin sedem PYD ye û dewleta tirk ji wan re gotiye ew dijminatiya kurdan nakin ew ê tenê êrîşî PKK-YPG-PYD’ê bikin. Lê rewşa Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî li ber çavê her kesê ye.

Wer xuya dike ku dewleta tirk piştî têkçûyîna li hember gerîla ya li Garê dixwaze berê xwe bide Şengalê û heman senaryo û rêbazê li ser Rojava, niha li ser wir tê plankirin û ristin.

Nûçeyên Têkildar