Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

‘PDK’ê wê girt, dewleta tirk jî qetil kir’

Hevrêya Rihan Amûdê Stêrk Gulo qala wê kir û got, "Keça biçûk a malbata Şiwêş Rihan ji jiyaneke azad heta bi têkoşîneke xurt mîrateyeke têkoşînê ya ji 38 salan li pey xwe hişt."

Leyman Şiwêş, di nava têkoşîna azadiyê de bi navê Rihan Amûdê dihate naskirin. 3’ê Mijdara 1968’an li yek ji bajarên dîrokî yên Kurdistanê li Amûdê ji malbata Hesîna û Hecî Yûsûf ji dayik bû. Di nava 9 xwişk û bira de ya herî biçûk bû. 6 salan çû dibistanê. Birayê Rihan Abdûllah piştî ku li Rojavayê Kurdistanê Têkoşîna Azadiyê nas kir, di sala 1994’an de li Garzanê di nava gerîla de şehîd bû.

Di 17 saliya xwe de ji kadroyên pêşeng ên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê Bêrîvan (Binevş Agal) nas kir. 3 saetan bi hev re sohbet kir. Bi bandora axaftina Bêrîvan û îdeolojiya têkoşîna azadiyê xwest yekser tevlî kar bibe. Piştî ku 3 salan li Rojavayê Kurdistanê kar kir, berê xwe da nava refên têkoşînê. Di sala 1994’an de derbasî Qada Rêbertî bû. Di salên 2002-2003’an de li Başûrê Kurdistanê dema ku kar dikir ji aliyê hêzên PDK’ê ve hate girtin û 6 mehan li zindanê ma. Dema ku li zindanê bû, li ser girîngiya têkoşîna li hemberî neteweperestan ên mîna PDK’ê rawestiya.

Rihan ji Başûrê Kurdistanê heta bi Rûsyayê li gelek deveran bi rengekî çalak kar kir, dema ku çeteyên DAIŞ’ê dor li Kobanê girt, berê xwe da Kobanê ku berxwedaneke dîrokî lê hate kirin. Ji Kobanê heta bi Minbicê li Rojavayê Kurdistanê li dijî DAIŞ’ê weke jineke pêşeng li eniya têkoşînê cih girt. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di mijara birêxistinkirina jinê û avakirina sîstema azadiya jinê de bi roleke mezin rabû. Rihan Amûdê li ser bingeha yekîtiya neteweyî ya Kurdistanê têkoşiya, di 20’ê Hezîrana 2023’an de dema ku Mesrûr Barzanî yê PDK’î bi Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan re hevdîtin dikir, di encama êrîşeke bi balafira bêmirov a bombebarkirî de tevî 2 hevalên xwe şehîd bû.

Rojnamevan Stêrk Gulo qala hevala xwe ya 23 salan Rihan Amûdê kir.

‘Evîndara xaka xwe bû’

Stêrk Gulo destpêkê got, “Hevala Rihan ji malbata Şiwêş a eşîra Gergerî ya li Amûdê bû. Li herêma Rojavayê Kurdistanê destpêkê endamên vê eşîrê tevlî nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû. Pismamê wî jî li Şamê cihê xwe di nava damezrandina YNK’ê de girt. Malbatek nêzî doza Kurd bû. Heta niha di doza Şoreşa Rojava de şehîdên xwe hebûn.”

Stêrk Gulo axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: “Keça herî biçûk a malbatê bû. Dema ku me bihîst hevala Rihan tevlî nava têkoşîna azadiyê bûye, em hingî biçûk bûn. Lê belê me hem navê wê hem jî tevlîbûna wê bihîst. Hevala Rihan di sala 1985’an de hevala Bêrîvan (Binevş Agal) nas kir. Bi wê re 3 saetan axivî. Piştre jî hevala Rihan soza ji bo têkoşînê da. Weke jinekê di nava her şert û mercî de hem rejîma Baas, hem jî urf û adetên li nava civaka Kurd şikand. Hevalan Rihan bi biryardarî û fedaîtiyê tevlî nava têkoşîna azadiyê bû. Jineke Kurdistanî bû. Evîndara xak û welatê xwe bû. Di her sohbetê de ev yek dianî ziman.”

’Divê xeta neteweperestiyê biqede’

Stêrk Gulo destnîşan kir ku Şehîd Rihan ji bo ruhê jina Kurd a azad biafirîne bênavber têkoşiya û got, “Bi fikir û dozeke neteweyî, bi ruhê Kurdistanî dixwest jina Kurd a azad biafirîne. Di nava gel û hevalên xwe de di vê mijarê de têkoşîneke mezin meşand. Di sala 2000’î de gava ku min ew destpêkê dît, bi ruhê jineke azad tevdigeriya. Ji bo azadiya jinê û li dijî zayendîperestiyê li ber xwe dida. Weke jinekê bi israr bû. Dilsoza neteweya azad, fikrên Rêber Apo bû. Piştî sohbeta ji sê saetan li ser têkoşîneke ji 38 salan soz da. Di nava vê dema dirêj de li çar parçeyên Kurdistanê têkoşiya. Li dijî xeta neteweperestiyê ya li Kurdistanê têkoşîneke mezin meşand. Li Başûrê Kurdistanê 6 mehan ji aliyê PDK’ê ve hate girtin. Wê demê baweriya xwe bi wê yekê anî ku divê xeta neteweperestiyê li Kurdistanê biqede. Weke jinekê ji bo vê gelekî têkoşiya.”

Li dijî DAIŞ’ê li Kobanê û Minbicê bû

Stêrk Gulo diyar kir ku Şehîd Rihan ji aliyekî ve li eniyê şer dikir, li aliyê din jî bi felsefeya Neteweya Demokratîk jin perwerde dikir û qala wê pêvajoyê kir: “Di pêngava rizgarkirina Minbicê de dema ku em lê rast hatin, yek ji pêşengên têkoşîna jinê bû. Bi şervanan re tevdigeriya. Di têkoşîna dijî DAIŞ’ê de kedeke mezin da. Beriya wê jî li Kobanê bû. Bi rêxistinên jinan re li herêmê li dijî zayendîperestiyê têdikoşiya ku DAIŞ’ê di asta herî bilind de temsîl dikir. Hevala Rihan li dijî vê yekê têkoşîneke mezin meşand. Jin perwerde kir. Ji Suryan, Ereb, Kurd û hemû pêkhateyên din jin perwerde kir, bi rêxistin kir.”

Stêrk Gulo destnîşan kir ku mîrateya Şehîd Rihan wê têkoşînê mezin bike û got, “Heta kêliya ku şehîd bikeve têkoşiya. Şehadeta wê ji bo jinan hemûyan, ji bo me mîrateya ruhê berxwedanê yê mezin e. Bi têkoşîn, jiyan û hevrêtiya xwe mîrateyeke ji 38 salan ji me re hişt. Ev xeta lehengiyê li kurdistanê xeteke jinan hemûyan e. Şehadeta hevala Rihan û hevala Yûsra wê pêşî li têkoşîneke mezin veke. Bi dirûşma ‘Berxwedan jiyan e’, wê jiyaneke azad bê afirandin. Tovên vê yekê ji aliyê van lehengan ve hatine reşandin. Têkoşîna wan wê li Kurdistanê dewam bike.”

‘Dixwazin têkoşîna azadiyê rawestînin’

Stêrk Gulo diyar kir ku armanca dewleta tirk a ji êrîşên li ser pêşengên jinê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ‘qirkirina jinê’ ye û got, “Me îro bihîst ku di civîna li Astanayê de DAIŞ’ê weke rêxistineke terorê nabînin, lê belê fedaiyên mîna hevala Rihan û Yûsra vê biryarê têk dibin. Ji bo cografyayeke azad, ji bo Kurdan û hemû pêkhateyan canê xwe feda kirin. Bi têkoşîna wan yekîtiya neteweyî ya Kurd ava dibe, dibin asta herî bilind a berxwedana jinên pêşeng ên li Rojava. Dibin ew dirûşm ku her kes dide ser şopa wan. Bi êrîşa li dijî pêşengên jin ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwazin jinê qir bikin. Pêşengên jin jî li dijî vê qirkirinê di nava berxwedaneke mezin de ne. Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di şexsê van hevalan û yên beriya wan şehîd bûne, agirê têkoşînê mezin kirin. Di têkoşînê de bi paşve gav neavêtin, her tim mezin bûn. Bi êrîşa li dijî van pêşengan dixwazin têkoşîna azadiyê rawestînin. Dixwazin êrîşî bingehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin.

Jin pêşeng e

Ev lehengên jin ên li her bihosta Kurdistanê têkoşîn meşandin, di vê pêvajoyê de ji bo şerê gel ê şoreşgerî bigihêje asta herî bilind bûn peyama herî bi wate û girîng. Dikin ku destketiyên bi pêşengiya jinê hatine afirandin bêne parastin. Dewleta tirk a ku dixwaze herêmê dagir bike û parçe bike, êrîşî van hevalan kir. Êrîşa li dijî xelkê sivîl qirkirina Kurdan e. Tirkiye li ser herêmê polîtîkayeke faşîzan dimeşîne. Piştî şehadeta van hevalan nerazîbûna ku hate nîşandan raxist pêş çavan ku biryardariya têkoşîna jinan hîn xurt bûye. Ev yek tê wê wateyê ku dewleta tirk wê nikaribe vê îradeyê êdî bişikîne. Bersivek hem li dagirkeriya Tirkiyeyê ye, hem li fikara DAIŞ’ê ya li herêmê ye, hem jî li hêzên li Astanayê ne. Têkoşîna hevala Rihan, Yûsra û hevalên jin hemû, peyameke mezin e li hemberî komkujî û qirkirinê. Sîstema xweser a ku jinan bingeha wê danîn, peyama ji bo avakirina sîstemeke bi pêşengiya jinê û jiyaneke komunal a azad e.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar