Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Çarşamba - 17 Temmuz 2024

‘PDK’ê xwest di bin navê hilbijartinê de baregehên xwe li Şengalê veke’

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê destnîşan kir ku hewldana PDK’ê ya duh ku dixwest bi hêzên çekdarî derbasî Şengalê bibe, bi armanca hibijartinan nebû û PDK’ê xwestiye di bin navê propagandaya hilbijartinan de derbasî Şengalê bibe û baregehên xwe veke

Rêveberiya Xweser a Şengalê li ser hewldana PDK’ê ku dixwest bi hêzên çekdarî derbasî Şengalê bibe, daxuyaniyek da çapemeniyê.

Daxuyanî li bajaroka Sinunê ya Şengalê bi beşdariya rayedarên Rêveberiya Xweser, endamên Desteya Serokeşîran a Şengalê hat dayîn.

Hevserokê Meclisa Xweseriya Demokartîk a Şengalê Merwan Bedel daxuyanî xwend û bal kişand ser  peymana 9’ê Cotmehê ku di sala 2020’an de ji aliyê hikûmetên Bexda û Hewlêrê ve dijî Şengalê hatibû îmzekirin.

Bedel da zanîn ku piştî peymana 9’ê Cotmehê hewldanên PDK’ê ji bo derbasbûna Şengalê zêde bûne, lê ev hewldan vala hatine derxsitin.

20 roj bûn ev hewldan di rojevê de bû

Merwan Bedel bal kişand ser pêvajoya hilbijartinê ya li Iraqê û destnîşan kir ku PDK dixwaze bi hinceta hilbijartinê hêzên xwe bîne Şengalê û wiha got: “Niha li Şengalê mijara hilbijartin û propagandayê heye. Heta niha li Şengalê rê li ber tu kesî nehatiya girtin ku propagandaya xwe neke. Mijara duh (2 cotmeh) li Şengalê derketî ku rê li ber şandeya PDK’ê hatiya girtin, beriya 20 rojan di rojevê de bû. Dixwestin endamên leqa 17’an a PDK’ê vegerînin Şengalê. Berpirsê vê leqê Aştî Koçer e. Hewldanên vegerandina vê leqeyê jî bendek ji yên peymana dijî Şengalê bû.”

Me hişyarî dabû

Di berdewamê de Bedel diyar kir ku ew wek Rêveberiya Xweser vê siyaseta li dijî gelê êzidî tê meşandin, bi tu awayî qebûl nakin û da zanîn ku beriya hêzên PDK’ê hewl bidin bikevin Şengalê, wan pêwendî bi rayedarên PDK’ê re çêkiriye û hişyarî daye ku derbasî Şengalê nebin.

Merwan Bedel anî ziman ku PDK’ê hişyariya wan li ber çavan negirtiye, mijara hilbijartinan ji xwe re kirine hincet û xwesetine di çarçoveyek qanûnî û di bin navê propagandaya hilbijartinê de derbasî Şengalê bibin û pişt re jî mizaregehên êzidiyan ji xwe re bikin bareghên hizbî.

Bedel da zanîn ku beriya niha şandeyek oldarên êzidiyan a payebilin xwestibû derbasî mizargega Şerfedîn bibe, lê rayedarên PDK’ê rê nedan ku ew şande derbas bibe û wiha dom kir:  “Lê ji bo kesekî wek berpirsên leqa 17’ê wê mizargehê dikin navend û  baregehek. Me jî ev yek qebûl nekir û em li dijî derketin.”

Hêzên wan amade bû ku derbasî Şengalê bibin

Bedel destnîşan kirk u derket holê di nava PDK û Iraqê de  lihevkirin heya û wiha pê de çû: “Me ji Iraqê re  jî got ku ev yek nayê qebûlkirin lê rayedarên Iraqê hatina hêzên PDK’ê di bin navê propagandaya hilbijartinan de wekî qanûnî didît. Belê li vir dibêjin ‘Çima rê danin namzetên me propagandaya xwe bikin.’ Eger bi rastî jî pêvajoya hilbijartinan li her derê bi awayekî demokratîk birêve diçe, em jî aşkera dikin ku tu kes wek me demokarsiyê nas nakin. Madem ew nahêlin partiyên me yên êzidiyan li wir kar û xebat bikin, em ê jî rê nedin wan. Lê tu eleqeya hatina wan bi hilbijartinan nebû, dixwestin bargehên xwe li vir vekin. Hêzêke mezin ji pêşmergeyên wan jî amade bûn ku derbasî Şengalê bibin. Her wiha em didin diyakirin ku ev der Şengal e pêwist e herkes zanibe ku Şengal ne bê xwedî ye.”

Di daxuya daxuyaniyê de Bedel pirsên rojnamegeran bersivand û got ku dê heta dawiyê Şengal û Êzidxanê biparêzin.

Çi bibû?

Duh (2’ê cotmeha 2021’an) hêzek mezin a çekdarên PDK’ê bi hevkariya artêşa Iraqê hewl dan ku derbasî Şengalê bibin. Li gel van hêzên 2 namzetên parlamenteriyê yên PDK’ê jî hebûn û îdîa kirin ku ji bo propagandaya hilbijartinê hatine wir. Lê gelê Şengalê nerazîbûnek tund nîşan da û diyar kirin ku ev qas hêzên leşkerî ji bo hilbijartinê nayên, lewma destûra wan nedabû. Li ser nerazîbûna gel, hêzên PDK’ê paşve vegeriyan. ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar