Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cumartesi - 14 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

PE: Tirkiye heremên kurdan dagir kiriye

Li PE'yê di pirsnameyê de ku di salvgera destpêkirina şer de ya Sûriyeyê hatiye hazirkirin Tirkiye weke dewleteke dagirker hate binavkirin û hate gotin ku dewleta tirk di cih de divê ji xakên ku dagir kiriye derkeve 

Pirsnameya hevpar a Demokratên Xiristiyan, Renew a Sosyalîst û Demokrat, Reformîst û Muxafazkaran a Parlamentoya Ewropayê (PE) rojên pêşiya me li PE’yê dê were gotebêjkirin û pejirandin.

Di pirsnameyê de wiha hat gotin: “Tirkiye ji sala 2016’an û wir ve herêma bakur a vî welatî, bi taybetî deverên ku kurd lê dijîn dagir kiriye, yasayên navneteweyî binpê kiriye, ji cotmeha 2019’an û wir ve piştî ku herêmên bi kontrala Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dagir kiriye, welatên endamên Yekitiya Ewropayê, bi rengekî fermî nema çekan difiroşin Tirkiyeyê.”

Bi berdewamî komkujiya dewleta tirk a dagirker û DAIŞ’ê ya li ser berhemên dîrokî hate destnîşankirin, hate diyarkirin ku DAIŞ sîteyên arkeolojîk talan kiriye, li Efrînê ya ku ji hêla dewleta tirk ve hatiye dagirkirin, perestgeh, cihên pîroz û gorên êzidiyan hatine talankirin.

Di pirsnameyê de her wiha hat gotin ku ji bo hesab ji ber sûcên şer ên li Sûriyeyê werin standin divê tevdîrên hewce werin standin û rapora Ceasar hate destnîşankirin.

Her wiha hat gotin ku rewşa siyasî ya li Sûriyeyê fikaran çêdike li gel hewldana çareseriyê ya peywidarê taybet a NY’yê Geîr O. Pedersen tiştekî baş çênebûye.

Bi berdewamî hat diyar kirin ku Îran û Rûsya destekê didin rejîma Sûriyeyê û hat xwestin ku hêzên xwe ji Sûriyeyê bikişînin.

Hat xwestin ku dewleta tirk ji bakurê Sûriyeyê bi rengekî îllegal dagir kiriye derkeve û wiha hat gotin: “Em prosedûra hiqûqî ku Tirkiye li herêmên dagir kiriye, kurdên Sûriyeyê dibe Tirkiyeyê û wan dixin girtîgehan, şermezar dikin. Tirkiye bi vê rewşê peymanên navnetewî, yên Cinevreyê binpê dike. Tişta ku Tirkiye li herêmê li dijî kurdan dike paqijiya etnîkî ye. Destwerdana Tirkiyeyê têkoşîna dijî DAIŞ’ê qels dike. Tirkiye leşkerên kirêkirî yên Sûriyeyê birine Qerebaxê û Libyayê, em bi vê bi tundî şermezar dikin.”

Di pirsnameyê de zexta Sûriyeyê ya li ser kurdan û gelên bi baweriyên cuda hate şermezakirin, her wiha kuştin û girtina nûçegihanan hat şermezakirin û hate diyarkirin ku tecawiz weke amûreke şer tê bikarnaîn û ev hat şermezakirin.

Wekîlên ku pirsanmeya hevpar îmze kirin: Michael Gahler, Lukas Mandl, Antonio López-Istúriz White, Isabel Wiseler-Lima, Tom Vandenkendelaere, David Lega, Adam Jarubas, Janina Ochojska, Marek Belka, Isabel Santos, Tonino Picula, Nathalie Loiseau, Barry Andrews, Olivier Chastel, Klemen Grošelj, Bernard Guetta, Urmas Paet, María Soraya Rodríguez Ramos, Michal Šimečka, Nicolae Ştefănuță, Ramona Strugariu, Hilde Vautmans, Ryszard Antoni Legutko, Anna Fotyga, Karol Karski, Adam Bielan, Ryszard Czarnecki, Angel Dzhambazki, Assita Kanko, Elżbieta Rafalska, Jadwiga Wiśniewska, Veronika Vrecionová, Bogdan Rzońca, Ruža Tomašić, Hermann Tertsch, Elżbieta Kruk, Nikolaj Villumsen, Fabio Massimo Castaldo. BRÛKSEL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar