Sedsala ku wê vîna jinên azad bilind bibe

Bêguman, wek her celeb zindiyan, xwezaya jinan jî heye. Ji civakbûnê wêdetir, jin weke zayenda biyolojîk bêhtir hêmanên navendî ne û ev yek her...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Pazar - 7 Temmuz 2024

Pêdiviya jin û zarokên Yemenê bi piştgiriya lezgîn heye

Li Yemenê karesatên şerê navxweyî û lehiyan jiyana jinan û zarokan bi bin xetereyeke mezin de ye. Jinên ku ji cih û warê xwe bûne di nava derfetiyan de dijî. Jinan ev bang kirin: ““Em diwestin, nexweş dikevin, rewşa me pir xirab e. Ji bo em bi van mercan re derkevin serî pêdiviya me bi piştgiriya lezgîn heye.”

Yemen yek ji welatên herî xizan ê cîhanê ye. Bi taybetî ji ber şerê ku di navbera hikumetê û Hûsiyan de 10 meh in didome de 377 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji ber şerê navxweyî û karesatên xwezayî, krîza mirovî her diçe belav dibe. Hem ji ber şer, hem jî ji ber karesatên ku di îlona 2022’yan û lehiyên ku tebaxa 2023’yan de çêbûn, herî zêde li ser jin û zarokan bandor dike.

Jinên ku hem ji ber şer, hem jî ji ber lehiyên ku rabûn malên wan rûxiyane, li kampên ku dimînin, ‘be kon’ di mercên zehmet de jiyana xwe didomînin. Yek ji jinên ku ku li kampan dimîne Nima Abdullah, got ku ji ber şer di nava kaosek de ne.

Nima Abdullah diyar kir ku melzemeyên bingehîn ên ku pêdiviya wan pê heye jî tune ye û wiha domand: “Merc gelek xirab in. Ji ber baranê ne nivîn dimînin ne jî cihekî em lê bimînin. Di van mercên xirab de em ji hemû mafên xwe bêpar in. Bedelên şer û koçberiya ku ji ber çêbû gelek giran in.” Nima Abdullah diyar kir ku ji ber baranê li kampan mercên wan zehmet dibin û wiha got: “Cihekî em lê bimînin tune ye.”

Malak Sarhan a ku li kampan dimîne jî jî got ku ji ber barana dijwar, rewş li kampan gelek xirab û hewl didin bijîn. Malak Sarhan got ku cihekî lê bimînin tune ye û wiha got: “Em diwestin, nexweş dikevin, rewşa me pir xirab e. Ji bo em bi van mercan re derkevin serî pêdiviya me bi piştgiriya lezgîn heye. Baran nasekine û cihekî em lê bimînin tune ye. Em di germahiya havînê de di nava bêçaretiyê de dijîn û em nizanin dê ev tengasî çawa bi dawî bibe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar