Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Pêdiviya kurdan bi ziman heye an bi futbolê?

Ji bo mirovekî/ê zêdetir pêdivî bi ziman heye an bi futbolê?  Ji bo mirovekî/ê ziman bêtir jiyanî ye yan jî futbol? Bi taybetî mirovekî/ê ku zimanê neteweya wî/ê hatiye qedexekirin û her roj şerê înkar û îmhayê li ser tê mişandin pêdiviya wî/ê bi çi heye? Ji bo mirovekî/ê ku her roj her saet û her saniye şerê taybet li ser tê meşandin pêdivî çiye? Pêdivî li gorî çi tê guhertin? Li gorî demê? Li gorî cih û war? Li gorî rewşa siyasî? An jî li gorî rewşa aborî? Li gorî çi? Em çiqas dizanin ku hêzên serdest û desthilatdar ji bo serdestiya xwe li ser civakê û gelan mayinde bikin futbol, fihûş û fieseta (kêf) wekî amûrê bikar tînin.

Çima ez van pirsan dikim? 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bû. Nûnerên saziyên li Amedê xwestin wê rojê bi awayekî herî mirovî pîroz bikin. Lê polîsan bi maşîneyên zirxî û hemû hêza xwe girse dorpêç kir. Destûr neda ku cejna zimanê xwe pîroz bikin. Lê aliyê balkêş di nava girseyê de ciwan pir kêm bûn. Li bajarekî mîna Amedê zêdetirî 300 kesan kom nebûn.

Li aliyê din di 16’ê gulanê de maça Amedspor û Tarsus Îdman Yurduspor hebû. Di vê maçê de bi deh hezaran ciwan çûn temaşe kirin. Bi saetan beriya maç dest pê bike ji bo têkevin hundirê qadê li ber derî amade bûn. Lê dîsa jî polîsan li gorî xwe eyar da wan. Beşek berdan hundir û beşek jî li derve hiştin û mudaxaleyî wan kir.

Li vir ya balkêş çima li şûna hezaran kesan 300 kes beşdarî daxuyaniya ziman dibin? Dîsa li şûna bi hezaran kesan çima bi deh hezaran kes beşdarî maça Amedspor dibin? Gelo kîjan pêdiviya jiyanî ye, kîjan pêdiviya keyfî ye. Gelo em bi Amedsporê dibin kurd an em bi kurdî dibin kurd? Gelo Amedspor têk biçe em ê têk biçin, an kurdî têk biçe em ê têk biçin?

Dîktatorê portekizî Antonio de Oliveira Salazar, 41 salan welatê Portekîzê bi tena serê xwe bi rêve biriye. Dema jê dipirsin û dibêjin ‘Te çawa bi tena serê xwe ew qas sal welat bi rêve bir?” Bersîvê dide û dibêje pir hêsan e. Min bi futbol, fihûş û fîestayê (keyfê) birêve bir. Di dîroke de dîktatorên wekî Mussolini, Hitler, Salazar li welatên xwe stadyumên herî mezin çêkiribûn. Çima? Çima di maçên futbolê de ji dirûşmeyên siyasi zêdetir çêr û gotinên li dijî sincê mirovahiyê tê gotin? Gelo ev yek çiqas pêdivî ye? Eger pêdivî be di kijan astê de pêdivî ye. Pêdiviyek civakî ye an tekakesî ye? Her xwîner jî dikarin van pirsan bibersivînin.

Li gorî pênaseyên zanyaran 3 cureyên pêdiviyan heye. Pêdiviya sereke pêdiviya jiyanî ya fizyolojîk/biyolojik e. Minaka vê yekê xwarin û vexwarinên sereke ye. Parastina li dijî êrîşên siyasî, fizikî, çandî û li dijî nexweşiyan e. Pêdiviya duyemîn pêdiviya sincî û polîtîk e (Yanî pêdiviya civakî ye). Mînaka vê yekê perwerde(xwendin, lêkolîn, lêgerîn, lêpirsîn hwd), ziman, çand, bawerî û jiyana komunal û civakî ye.  Pêdiviya sêyemîn jî pêdiviya keyfî û tekakesî ye. Minaka vê yekê jî kişandina cigarê, vexwarina çay-kahwe, rûniştina li cafeyan, beşdariya macên futbolê, xwarinên nava zêrik e(abur-cubur) û pakêtan û kirîn û suarbûna erebeyên mercedest audi, lixwekirina cil û berên marka, bikaranîna telefonên modelên herî dawî û gelek mînakên din…Bi kurtasî pêdiviyên tekakesî û rojane ne.

Bêguman pir niqaş li ser diyarkirina pêdiviyan tên kirin. Lê dîsa jî hewce ye ku mirov niqaşên li ser pêdiviyan kûrtir bike. Kîjan pêdivî me li jiyanê dihêle? Kîjan pêdivî me ji êrîşên şerê taybet diparêze? Kîjan pêdivî ji bo demek kin me têr dike, lê ji bo demdirêj ji armanc û îdeayên me dûr dixe. Kîjan pêdivî di aliyê hiş, dil û bedenê de me xurt dike, kijan pêdivî me bêtir lawaz û bê parastin dihêle. Eger êrîşek înkar û îmhayê li dijî ziman, çand û nasnameya me tê kirin û li hemberî wê hêrs û kîne me tune be sedema wê çiye? Eger em li şûna li ziman xwedî derkevin em li futbolê xwedî derkevin sedem çiye? Bi beşdariya futbolê gelo em nabin bersiva daxwazên dîktatorên demê? Ez wer bawer dikim ku divê her kesên ku diçim maçên futbolê van pirsan dubare bipirsin û dubare li ser hûr bibin. Hêvîdarim ku em hinekî li ser van pirsan bifikirin û em bersîva rast bibînin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar