Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Pêdiviya mirovahiyê bi şewq û ronahiya Abdullah Ocalan heye’

Berxwedêra zindanê Saadet Akin a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ketiye greva bîrçîbûnê ev tişt anî ziman: “Em li dora Ocalan bibin xelek, ji ber wek gel û mirovahî pêdiviya me bi şewq û roniya Ocalan heye.”  

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 25 sal in li Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tê ragirtin û 3 sal in agahî jê nayê girtin. Girtiyên PKK-PAJK’ê yên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di 27’ê mijdara 2023’yan dest bi greva birçîbûnê kirin. Berxwedana zindanan di roja 59’emîn de bi dewrgirtina komên nû, berdewam dike. Berxwedêra zindanê Saadeta Akin a tevî girtiyan siyasî yên Girtîgaha Jinan a Sîncanê tê ragirtin û ketiye greva birçîbûnê, der barê çalakiya xwe de axivî.

Akin diyar kir ku ji dîrokê heya niha hemû desthilat ji bo ku xwe li ser piya bigirin, çanda “bîatê” dane ferzkirin û ji bo vê jî rêbazên zor, derew û talanê bi kar anîne wiha got: “Ji bo rewakirina vê jî mekanîzmayên ‘hiqûqê’ dixin dewrê. Ev yek weke hincet tê bikaranîn. Ma heke dewletek milk û netewperestiyê bike bingeha edaleta xwe, gelo dê li qir çiqas heq û heqîqet hebe? Di serî de birêz Ocalan, hemû girtiyên heq û heqîqetê li zindanan têkoşîna îrade û rûmetê didin meşandin. Mafên herî bingehîn ên ‘mafê jiyanê’, ‘mafê hêviyê’ di van mekanan de bi awayeke kêfî û bi hiqûqa dijminane, hatine binpêkirin.”

Rêberê azadî û demokrasiyê

Akin da zanîn ku azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan rasterast dê çaraseriya pirsgirêka kurd bi xwe re bîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Çawa ku goşt û hestî ji hev venaqetin, rizgariya gele kurd û azadiya birêz Ocalan jî ji hev nayên veqetandin. Ocalan, rastiya heqîqeta kurdbûna ku li xwe hesiya ye. Ji ber vê yekê Ocalanê azad, kurdbûna azad e, civaka azad e. Jixwe em nikarin vê heqîqetê tenê bi gele kurd re bisînor bikin. Heke îro, ji gelek gelên navneteweyî bi milyonan kes tev li vê kampanyayê bûne, ev yek nîşan dide ku di hêla gelen de jî Abdullah Ocalan wek rêbertiya azadî û demokrasiyê ye. Ji ber wê, em dikarin vê yekê wek hişyarbûn û rizgarbûna mezin a mirovahiyê pênase bikin.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Akin bilêv kir ku grevên birçîbûnê di dîroka têkoşînê ya zindanan de xwedî ciheke taybet e û wiha pê de çû: “Helbet rêbazeke xwe gihandina heqîqetê, dana windakirina dijmin û diyarkirina rêbaza li gorî riha demê û mekanê ye. Divê em bibêjin ku wek manewî li ser me jî hestên pir xurt û kûr dide avakirin. Di nava xwe de, ronahî û biryarbûna hestên kesên ku jiyanê, bi qasî ku di oxira wê de bimirin, dihewîne.”

‘Divê em li dora birêz Ocalan bibin xelek’

Di dawiya axaftina xwe de Akin bi bîr xist ku divê xwedî li grevên birçîbûnê were derketin û wiha derbirî: “Daxwaza me ji gelê me, ji hemû gelen ku di têkoşîna demokrasi, azadî û mirovahiyê de cih girtine û ji kesan ev e; em li dora birêz Ocalan bibin xelek. Em rakirina tecrîdê û azadiya Abdullah Ocalan bixin navenda jiyana xwe. Ji ber wek gel û mirovahî pêdiviya me bi şewq û roniya Ocalan heye. Ji ber ku Abdullah Ocalan navê mirobûn, wek mirov mayîn, azadbûn û avakirina jiyana hevpar a mirov û xwezayê ye. Ji ber vê sedemê, divê em li her qadê, bi hêza xwe ya heyî, di nava ked û hewldana hevdîtina Abdullah Ocalan de bin. Di vê hêlê de ez, her kesê ku di vê oxirê de ked dide û xwedî hewldan e silav dikim. Em ê teqez bi ser bikevin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar