Mirovên zanyar bi lêkolînên xwe karin cîhazên li şuna aqlî xebat bikin bidin xuluqandin û di robotan de bi kartînin jî. Aqil bi frekansan dikare were ragihandin, dikare were famkirin û dikare weke radyo yan jî televîzyonan were ragihandin û kontrol kirin. Ger pêhes jî bi tîrêjan, frekansan yan jî pêlan bihatiya, wê demê bi cîhazên modern yên kesên zanyar pêşxistîn wê bikarîna wê tespît bikirina. Lê heya niha tu cîhazan nekariye pêhesan bibîne û kontrol bike, ji ber ku ew tenê di encama tunebûnekê de derdikeve holê.
Ya tê zanîn heye, ya nayê zanîn heye û ya neyê zanîn heye. Aqlê me bi ya tê zanîn û nayê zanîn re xerîk dibe, di ya neyê zanîn de cahêltiyê jiyan dike. Lê pêhesên me bi ya neyê zanîn re xerîk dibe, ya neyê zanîn bingehê wê ye. Li vir nayê wê wateyê ku kesên zanyar ne xwedî cîhazên pir xurt, yan jî bîrkariya wan û mantiqê wan têra vê nake. Netîceya ya neyê zanîn, nehatina zanîn bi xwe ye. Wê hertim weke ya neyê zanîn hebe. Zanîn vê ya red dike, ji ber ku li gel wan tenê yek cudahî heye ya tê zanîn û nayê zanîn e. Ger xwedayek hebe dikarin di labaratuwarên xwe de wî keşif bikin. Heta niha zanîstê tevahî wateya jiyanê bi jehr kiriye. Ya neyê zanîn xweşiktiyeke, wateyek, armancek û sirek veşartiye. Bi ya neyê zanîn wateya jiyanê heye, ger hertişt were zanîn tu wateya xwe namîne, piştî demekê jê bêzar bibî sar bimînî li jiyanê, ya niha li mirovan hatî barkirin jî eve, ji jiyanê rev û xwe întîhar kirin jî ev e. Xwe gihandina ya neyê zanîn asane lê ew pênase kirin, şîrovekirin zehmet e. Hîskirin gengaze lê şîrovekirin ne ewqasê jî hêsane.
Aqilê me aydê seriye, ajoyên hindirîn aydê laşe, pêhes jî aydê dile. Aqlê mirovan hertim difikire û nagihije tu encaman. Li kêleka vê laşê me baweriya xwe bi aqilê ku hertim tiştekê ve xerîk dibe û ji bîrkirin pêre heye bêhn standin, dil lêdan, herikîna xwînê nahêle jê re û ew digire ser milê xwe yan ger ji aqil ba dibe me carekê bêhnstandin ji bîr bikira û bimirana. Ji bo jiyan bi wate be, hebûnê pêhes daye aqlê me. Di vê de heskirin, evîndarî, hûner û xweşiktî derdikeve. Hemû pêkhateyên xuluqkariyê aydê pêhesane. Pêhes zindîbûne, zelaliye, ew bi xwe pêk tê. Ew tu alî, fikir, îdeolojî, dîn û zanistan li xwe barnake. Ew bi cesaret e, xwe naspêre tu encaman. Pêhes ji xalek pir dûr ku aqil nikare xwe bigihijiniyê jê tê. Dibe aqil wê bibîne û bixwaze şîrove bike yan nasbike lê nikare hîs bike. Aqil nikare mudahaleyî wê bike ji ber ku ew ji aqil jortir e û aqil nikare xwe bigihînitê.
Mirov xwedî gelek lêkolînên cudane û di van lêkolînan de carna rasta gelek şaştiyan tê, piştî çend şaştiyan hewildana xwe gihandina ya rast dide. Her ku şaştiya xwe dibîne pitir rastiyê fam dike. Hebûn beriya hizirînê hebû, ew ne rewşeke ya zêhna mirove jî, ew ji derveyî wê ye. Zanist fikirîne, zîznasî fikirîne, dîn fîkirîne lê pêhes ne fikrîne; ew ji dilbûyîne, ew mirov hîn asantir dibe rastiyê, hemû astengiyan diruxîne, tev li jiyanê bûyîne. Xwe weke kesek ji derve de li tiştan dimeyzîne nabîne. Bi rastiyê re di nava nîqaş û yekbûnê de ye. Wateyek cuda ya zanînê heye ew pir dorî zanistê ye. Ew evîndariyeke, ewqasê ji dil tevger dike, hertiştî zelal famdike û dibîne. Fikirîn tenê tişta heyî dikare bifikire û nasbike, ya ku hatî naskirin bi wateyên din yên cuda rave dike. Ya ku nayê zanîn em ê çawan bikarin bifikirin? Her tişta mirov karî bifikire ew dibe aydê ya tê zanîn. Ya nayê zanîn ji derveyî fikirînê ye, ji ber wê fikirîn di nava genîbûnekê de ye, ya tê zanîn dubare dubare tîne ziman, weke benîştek hatî cutîne, hertim dîsan dubare wî benîştî dicû.
Fikirîn tu caran nikare serbixwe bibe. Divê em rasta rastiyê werin. Rastî ne tiştekî wisane ku li ser wê em lêkolînan bikin û xwe bigihîninê. Heskirin weke waneyekê xwebitîn û ew pênase kirin nabe heskirin. Heskirin li beramberî mirove lê mirov xwe bi tiştên lê barkirî dixwaze wê pênase bike. Heskirina kesekê ji bo kesên din nikare bibe bersiv. Mirovên ku xwe rewşenbîr dibînin jî yek ji wan ne jîr in, bi aqil in lê jîrtiya xwe ji dest dane. Aqil termekî bêhn girtiye, dibe em wê bi kulîlkan, bêhnên xweş, rengên xweşik, kevirên bi heybet bixemilînin lê dîsan jî ew her termekî bêhn dide ye. Zindîbûn bi pêhesan pêktê. Zanist mutlaqbûnê destnîşan dike, ger em mutlaq nêzîkî tiştan bibin em ê sira wê ya jiyanê winda bikin, em ê hebûnê winda bikin. Zanist bi parçeyan re mijûl dibe, wisa ji wan re hêsantir tê lê nikarin bi awayek giştî fam bikin û bizanin. Pêhes xweşiktî, wate, keyfxweşî û rastbûyînê tîne, hemû sira hebûnê bi pêhesan destnîşan dibe. Bêdengiyek bêhempa dide mirov, ev bêdengî ji aliyê tu tiştî ve nikare xirab bibe û ji mirov were standin.