Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pêhîna dawî dê ‘Mesîhên Berxwedêr’ lêdin

Tefrîkayên Sedat Peker, di sibeha cejna Remezanê de jî dom kir. Yek ji tetîkkêşên dewletê Sedat Peker, di beşa çaremîn de dibêje, “Ez ne Mesîh im. Derdê min ez im.” Belê, em jî dizanibûn, derdê wî ew e. Mafya û çeteyên dewletê bi hev ketine, hevûdû teşhîr dikin. Bila bikin, zirara me jê tune ye. Lê divê were zanîn, tiştên ev çete û tetîkkêşên dewletê dibêjin, di çapemeniya azad de dehan sal in tê nivîsandin. Her wiha berê jî gelek car tetîkkêşên dewletê wekî Sedat Peker îtîraf kirin. Yek ji van nehatin darizandin, nehatin cezakirin. Kêm kes ji ber hin bûyeran ceza xwarin, lê dewlet van kesên ku ceza da wan jî parast. Ya herî balkêş jî, ev çeteyên axivîn wekî Sedat Peker her tim tenê meseleyên şexsî anîn rojevê, dewletê parastin. Wekî mînak, kuştin û qetlîamên bi fermana dewletê ya li dijî gel pêkanîbûn, tu car aşkera negotin. Bi gotineke kurt, neketin meseleyên ‘ciz’. Sedat Peker jî heman tişt dike.

Dîroka van qirêjiyên ku îro carek din tê aşkerakirin, tê zanîn. Piştî damezrandina Komara Tirkiyeyê, hîmên dewletê li ser ‘yek yekî’ hate qaîmkirin. Tu di vê dewletê de tenê dikaribû bibî tirk, misluman, sunnî û hanefî. Ji bilî van tu mafê te tune bû. Polîtîkaya bişaftinê encama vê nêrînê ye. Li cihê ku nedikarîbûn asîmîle bikin, cînayet û qetlîeman esas girtin. Sûcên ku li hember gelê kurd, ermen, suryan, rum û yên din hatine pêkanîn, qirkirin e. Baweriyên dervayî sunnî û hanefî jî qirkirin e.

Dewlet piştî sala 1938’an wiha pê bawer dikir ku dawî li kurdan anîne. Polîtîkaya bişaftinê dom kir, lê navber dan qirkirinên giştî. Di sala 1952’a de bûn endamê NATO’yê û ev car çepgirên dijî sîstemê kirin hedef. Vê yekê jî bi marîfetên hin saziyên nêhînî ya dewletê pêkanîn. Ev sazî gelek car nav guherand. Navê wê ya herî dawî Daîreya Şerê Taybet e. Ev daîre di nava gel de wekî kontrgerîla tê zanîn.

Sedat Peker jî tê de, hemû kesên ku heta niha  derheqê hin kiryarên qirêj de axivîn û yên wekî Mehmet Agar ê serokçete ku bi dehan care hatiye aşkerakirin, hemû endamên kontrgerîlayê dewleta tirk in.

Ev çete çi sûc kirine, çi nekirine! Em hemûyan binivîsînin, hezaran rûpel têr nakin. Di sala 1955’an de li Yewnanistanê bombe avêtine mala Ataturkê û vê kiryarê xwe kirine sedem, mal û milkên rumên Tirkiyeyê talan kirine, bi hezaran jî surgun kirin. Di sala 1977’an de xwestin serokwezîrê dewleta xwe, ango Bulent Ecevîtê bikujin. Beriya 12’ê Îlonê bi rêya çeteyên xwe hezaran ciwan dane kuştin ku rê li ber darbeya faşîst vekirine. Piştî 12’ê Îlonê zîndana Amedê wekî labaratûarek bikaranîne û sedan şoreşgerên kurd şehîd kirin.

Piştî destpêkirina şerê çekdarî ya PKK’ê, ev car berê xwe bi awayekî giştî dane gelê kurd. Valakirina hezaran gundên Kurdistanê, sirgunkirina milyonan kurd, cînayetên qesas ne diyar a salên 90’i jî, hemû bi rêya çeteyên dewletê pêk hatine. Berê ji vê saziyê re digotin, ‘dewleta kûr’. Lê niha ew kûrbûna wê jî nemaye. Dewleta ku niha Erdogan rêve dibe, ev dewlet e. Xwînmij e, zordar û barbar e, neyarê gelên Tirkiyeyê ye û faşîst e.

Em carek din vegerin tefrîkayên Sedat Peker. Ew Sedat Peker bi salan e tetîkkêşê vê dewleta xwînmij e. Niha ew jî dibêje, “Mehmet Agar mafya ye û bazirganiya maddeyên hişbir dike.” Mehmet Agar, ji van tiştan zêdetir e. Ew kesê ku niha yek ji berpirsiyarên karên qirêj ya Erdogan e, her wiha qatilê bi hezaran kesan e. Hemû jî tê zanîn.

Divê em bizanibin. Dewlet ji sala 1923’yan heta niha siyaseta qirkirinê daye ber xwe. Lê her carê ku di siyaseta xwe de bi serneketiye, di serî de kurd, hemû gel û baweriyên cûda yên din li hember dewletê serî hildane. Piştî berxwedanan dewlet sûcên girantir pêk aniye. Lê tiştek din jî bûye, her carê çeteyên dewletê jî bi hev ketine û bîra hev kolane. Niha bi îtîrafên Sedat Peker tê dîtin ku bîra wan zêde zêde kûr bûye.

Wê çi bibe? Qet şik nîne. Ne axaftinên Sedat Peker, lê bexwedan û berdêla ku hatiye dayîn ew ê dawî li dewleta çeteyan bîne. Pêhîna dawî jî dê ‘Mesîhên Berxwedêr’ lêdin.

Nûçeyên Têkildar