Baroya Amedê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (OHD), di 16’ê sibatê de raporek daxuyandibûn û ragihandibûn ku li Girtîgeha Amedê ya Tîpa T’yê hin girtî bi îşkence, gefxwarin û mumeleya xirab re rû bi rû mane. Piştî daxuyandina raporê li Serdozgeriya Komarê ya Amedê giliyê berpirsiyaran hat kirin. Di tevahiya raporê de tiştên girtiyan gotine, pêkanînên Esat Oktay ên li Girtîgeha Amedê ya dema 12’ê îlonê bibîr xistin.
Li girtîgehê hevdîtin bi 7 girtiyan re hatiye kirin. Ji van girtiyan yek jê Emre Can Ergun, ragihandiye ku beriya wan 9 girtiyên din jî bi heman pêkanînan re rû bi rû mane. Ergun, diyar kiriye ku giliyê wan jî bê encam mane û got: “Gardiyan û îdare dixwazin girtiyan tehrîk bikin. Gava girtî li ber wan radibin bi îşkenceyê re rû bi rû dimînin. Di 31’ê çileyê de gardiyan hatin odeyê. Serxwebûn, ji bo hevdîtinê çû cem sergardiyan. Piştî wextekê gardiyanan ji me re got, ‘Amûrên Serxwebûn û Firat berhev bikin, dê odeya wan bê guherandin.’ Me jî gazî sergardiyan kir. 30-40 gardiyan hatin. Hê me merema xwe negitotibû, robokop ketin hundir. Wan ji Firat re digot, ‘Derkeve derve, me jî digot dernekeve.’ Bi vî awayî mesele mezin bû.”
‘Îşkence bi me kirin’
Ergun, aniye ziman ku ji odeyan derxistine û gotiye: “4 gardiyan pêl pişta me kirin. Em bi êrişeke fizîkî re rû bi rû man. Ji paş de destên me kelemçe kirin, em serdevkî dirêj kirin. Her tişt li ber kamerayan çêbû. Li vira jî sergardiyan Ûgûr û Cîhan li me xistin. Ê ku 15-20 kulm li ser çavên min xistin Cîhan bû. Min birin revîrê. Min dewsa derban rê bijîşk da. Gava ji revîrê derketim, sergardiyan got, ‘wî bi erdê ve kaş bikin.’ Min û Servet birin odeya bisînger. Her derê Servet di nava xwînê de bû. Em bi qasî 3-4 saetan di odeya bisînger de man. Ava di paceyên hucreyê de dihat rijandin bi ser me de dihat. Em şil dibûn. Bariş û Heybet jî di odeya jimare 2’yan de bûn. Ew jî bi heman muameleyê re rû bi rû man. Nexweşîna epîlepsiyê bi Bariş re heye. Me xwest dest nedin wî. Lê bi ser me de hatin. Bi zorê kincên me derxistin. Piştî odeya bisînger ne ez birim revîrê ne jî nexweşxaneyê. Min nebirin qawîşê. Eşyayên min ên li odeyê anîn dan min. Gelek eşyayê min jî li wir man.”
‘Lê piyê min ê bi platin xistin’
Girtî Ridvan Tonka jî ku di nigê wî yê rastê de platînek bi qasî 50 santîmî heye bi êrîşa fizîkî ya gardiyanan re rû bi rû maye. Tonka, diyar kiriye ku nexweşxaneyê rapor daye wî û gotiye: “Tim bi pehînan li nigê min ê platîn tê de ye xistin. Nigê min werimî. Ji ber kulman çena min dan.”
Girtî Servet Ozçelîk jî ragihandiye ku gava ew ji nexweşxaneyê anîne xistine odeya karantînayê û li vir li cem kesên bi şewba Covîd-19’ê ketine maye. Ozçelîk gotiye: “Me ji qawîşê derxistin, em li maltayê li erdê dirêj kirin. Gava li me xistin, xeber jî ji hevalekî me re digotin. Min jî hew îdare kir û min li pişt xwe nihêrî. Min bertek nîşan da. Piştî vê cardin li min xistin. Paşê em birin odeya bisînger. Ji paş de destên me kelemçe kirin, kincên me ji me kirin. Ez bi tena şort mam. Em li erdê dirêj kirin û li me xistin. Em zêdetirî 3 saetan wiha man. Piştî odeya bisînger em birin revîrê.”
Girtî Firat Guzel ku ragihandiye ew û birayê xwe Serxwebûn di heman odeyê de bûne, gava gardiyanan xwestiye birayê wî ji odeyê derxin li ber wan rabûye. Guzel, bilêv kiriye ku paşê gardiyanê bi navê “Cîhan” êriş aniye ser wan û gef li wan xwariye. Guzel gotiye: “Berê ez çoka xwe ya rastê emeliyat bûbûm. Min ji wan re jî got, lê dîsa êriş kirin. Piştî vê min û hevalê min Servet Ozçelîk birin odeya bisînger û bi qasî 3-4 saetan em li wir hiştin. Bi şev dengê qîrîna mirovna tê. Tim îşkence dikin. Midûrê yekemîn deng ji xwe nayne, zilmê li extiyaran dikin. Sergardiyan Cîhan û sergardiyan Ûgûr bi şewitandina înfazê gefê li girtiyan dixwin.”
Girtî Abdulazîz Tektaş jî diyar kir ku ji ber êrişa fizîkî bi rojan êşiyaye û ji xeynî êrişên fizîkî heqaret lê hatine kirin û xeber jê re hatine gotin. Tektaş got: “Digotin ‘Em hatine kurdan terbiye bikin.’ Gardiyanê bi navê Cîhan ji bijîşk re digot, ‘ên li ser çavên wan dewa birînen hebin neşînin nexweşxaneyê.’ Wisa jî kir. Hevalê me yê nexweşîna epîlepsiyê pê re bû nebirin nexweşxaneyê. Her wiha gardiyan Cîhan û Ûgûr ji gardiyanan din re jî digtin herin rapora derbkirinê bistînin. Me dest nedaye kesî, jixwe destên me ji paş de kelemçekirî bûn. Tew di wê navê de gardiyanek li gardiyenekî din xistiye. Rapora qezaya kar dane wî. Eskerên ez birim nexweşxaneyê nehiştin bijîşk karê xwe bike. Gotin, ‘serî rakirine.’ Bijîşk ew derxistin derve û rapor da min.”
Tektaş diyar kiriye ku gardiyanan bi zabitnameyan gef li wan xwarine û di dema tekmîlê de bi copan li deriyan xistine û gotiye: “Serê sibê û êvarê tekmîl tê kirin, wek nîzama eskerî. Pêl cihê me yê em lê nimêj dikin kirin. Gotin, ‘paqij bikin.’ Di dema çûn hatine nexweşxaneyê de pirsgirêk çêdibin. Piştî karantînayê me nabin qawîşên me. Piştî van bûyeran çûm cem derûnasê girtîgehê. Derûnas got, ‘dibe ku kerba wan li girtiyên din rabûbe û li xwe xistibin.'”
Tehdê li girtiyên nexweş dikin
Girtî Bariş Avşar jî ragihandiye ku nexweşna epîlepsiyê pê re heye, lê dîsa jî tahde lê kirine û xeber jê re hatine gotin. Avşar got: “Di dema êrişê de diranên min di lêvên min re rabûn. Xwîn ji lêvên min hat. Ji bo xwîn xuya neke maske dan min. Min jî ji bo di kamerayan de xuya bike min tif kir maskeya xwe. Min berê xwe da kamerayê. Min nebirin nexweşxaneyê. Ji min re gotin ger gilî bikî, em ê cardin te bişînin Tarsûsê.”
Girtî Serxwebûn Guzel, diyar kiriye xwestiye ew û birayên xwe di heman odeyê de bimînin. Guzel, jî tiştên wekî yên girtiyên din ragihandiye û gotiye: “Min birin odeyeke din. Heya vê odeyê kamera hene. Her derê wê qirêj e. Ez biq asî 6-7 saetan di vê odeyê de mam. Ev mesele tim li girtîgehê rû didin. Gava meseleyek çêdibe, em nikarin hevdîtinê bi kesî re bikin. Mesela em dinivîsin, em dibêjin em dixwazin hevdîtinê bi dozger re bikin, lê nahêlin. Me dibin cem midûr. Midûr jî tim xwe dixeyidînin, bi ser me de dikin qîrîn. Dipirsin, dibêjin çima hûn daxwaznameyê dinivîsin.”