Kovara pêkenokî Zrîng, hejmara xwe ya sêyem weşand. Dema Zrîng dest bi weşanê kir, ji ber ku dagirkirina Rojava dest pê kir, zêde nebû rojev. Di çapemenî, weşan û jiyana civakî ya kurdî de, ji aliyê pêkenokî ve valahiyek hebû.
Zrîng dixwaze vê valahiyê tijî bike. Lê ji ber ku mehê carek dertê, ev yek hinek mijara nîqaşê ye. Li gor fikra min mehê carek pir hindik e. Bi ya min, Zrîng divê di demên pêş de hewl bide heftane derbikeve.
Berê jî kovarên wek Pîne û Tewlo bi vî rengî derketibûn. Bi taybetî kovara Pîneyê bala civakê pir kişandibû. Di aliyê pêkenokî de valahiyek tijî kiribû. Ji kovara Tewlo vir ve jî kovarên bi vî rengî nehatibûn weşandin. Ji bo vê yekê jî derketina Kovara Zrîngê pir girîng e. Divê aqûbeta Pîne û Tewloyê neyê serê Zrîngê. Ji ber vê yekê jî divê xwedîderketinek çêbibe. Xwedîderketin di destê xebatkar û rêveberiya kovara Zrîngê de ye. Çiqas naveroka kovarê tijî û balkêş be, dê ewqas jî xwedî lê bê derketin.
Pêkenokî tenê ne kenîna ji rêzê ye. Wateyake kenê heye. Ken heta dawiyê bi wateya civakî û polîtîk e. Gelek fîlozof, zanyar li ser pêkenokan teoriyan ava kirine û li ser wateya pêkenokan lêkolîn kirine. Li gor teoriya Hobbes pêkenok li ser mirovan hestên serketî ava dikin; li gor Freud pêkenok mirovan rihet dikin; li gor Kant pêkenok şaşiyên di navberan de ava dikin; li gor fîlozof û teorîsyenê wêjeyê yê rûsî Mikaîl Bakhtin jî pêkenok li hemberî otorîte û serdestan sekneke şoreşgerî ye. Dema mirov bi serdest û zordaran bikene û henekên xwe bi wan bike, mirov wan biçûk dixîne û li hemberî wan seknekê nîşan dide. Di karnavalên serdema navîn de, civakê li hemberî otorîteyan her tim hêza pêkenokan bi kar aniye.
Ji ber vê yekê jî pêkenokî, ji serî heta binî, civakî û polîtîk e. Pêwîstiya civaka kurd bi pêkenokiya bi vî rengî heye. Edîtoriya Zrîngê armanca kovarê wek hînkirina zimanê kurdî ya bi rêya pêkenokan diyar kir. Bêguman ev jî baş û girîng e, lê têrê nake. Li ser gelê kurd faşîzmeke pir dijwar heye. Her roj girtin kuştin û qetlîam pêk tên. Ji ber vê yekê jî divê mirov hêviyan winda neke. Çawa ku ji her alî ve, li hemberî faşîzmê têkoşîn tê dayîn divê ken û pêkanok jî kêm nebin. Ken, henek û qerf li hemberî zordest û zaliman rêbazeke bi bandor e û ken hêviyan diafirîne, dijminan jî diteqîne. Li hemberî otorîteya zalim, serdest û faşîst ken, pêkenok û Zrîng pêwîst in.