Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pêkhateya Neteweyî

Di bin tesîra mercên mêtingeriya tirk ku pêş dikeve de, ji netewebûnê zêdetir, ya ku hakim e pêvajoya tunebûna neteweyî ye. Burjuwaziya tirk, li ser dewlemendiyên civakî û çandî yên neteweyî yên li Kurdistanê bi temamî tevkujiyekê dimeşîne û hewl dide li şuna wan yên xwe hakim bike.

Gelê kurd ku di serdema feodal de hin aliyên xwe yên neteweyî ji gelê cîran hê zêdetir pêş xistiye, bêyî ku van aliyên xwe veguhezîne netewebûneke xurt, di bin tesîra mêtingeriya kapîtalîst de ket pêvajoya tunebûnê ya neteweyî. Burjuwazî, di merhaleya xwe ya rekabeta serbest de ji bo ku li ser bazara xwe ya neteweyî hakîmiyeta xwe çêbike, ket nav têkoşîn û şerekî neteweyî. Di encam de bû sedem ku li gelek welatan neteweyên burjuwa derkevin holê. Dîsa di merhaleya emperyalîst de, piştî ku burjuwaziya gelek welatên mêtingeh her ku diçe bû xwediyê karektereke noker û xayinên neteweyî, neteweyên proletar an jî demokratîkên ku de encama serkeftina proletaryaya ku pêşengiya rizgaraya neteweyî ya welatên mêtingeh xistibûn destê xwe de hatibû avakirin, çêbûn. Gelên ku hê jî, di hakîmiyeta mêtingeriyê de dijîn, aliyên wan ên neteweyî timî xirab dibin; kesayetiya neteweyî tune dibe û li şunê, bi neteweya hakim re bûna yek pêş dikeve.

Pirî caran tê gotin ku kapîtalîzm netewebûnê pêş dixe. Rast e, lê ev jî rast e ku di bin hegomonyaya kapîtalîzmê de gelek gel an tune bûn an jî şexsiyeta xwe ya neteweyî wenda kirin û di nav neteweya hakim de heliyan. Gelekan jî, ji bo ku bibin netewe, li dijî emperyalîzma kapîtalîst ji meşandina şerekî bê eman cudatir tu rê nedîtin. Hemû gelên çermsorik ên wek aztek, înka û hwd. û ermenên Anatoliyê û hwd. bi komkujiyan hatin tunekirin Neteweyên wek Çîn, Mozambîk, Kore, Gîne, Angola û hwd. jî, di nav şerê bi emperyalîzma kapîtalîst re de çêbûne.

Bi pêşketina mêtingeriya kapîtalîst re şertûmercên objektîf ên netewebûnê derdikevin meydanê. Lê belê ev yeka nikare wekî ku “kapîtalîzm netewebûnê pêş dixe” were şîrovekirin.Vebûna reyan, pêşveçûna bazarê, derketina meydanê ya çînên nû diyardeyên (olgu) objektîf in. Di vê çarçoveyê de, dibe ku netewebûn jî pêş bikeve, tunebûna neteweyî jî çawa ku hêzên welatparêz ên welêt dikarin di vê pêvajoya têkoşînê ya rizgariya neteweyî de, ku wê li ser zemîna van şert û mercên objektîf pêş bixin , welat, ziman, çand û ekonomiyê rizgar bike û neteweyeke nû biafirîne, yanî netewebûnê pêk bîne; hêzên mêtinger jî dikarin ziman û çanda gel tune bikin, erdnîgariya welêt ji netewa xwe re bikin qada lê belavbûn û bicihbûnê, kokê dewlemendiyên ekonomîk biqelînin û li ber netewebûna wî gelî bibin asteng. Ev, girêdayî bi hêz û rêxistinbûnê re ye. Yên ku dibêjin “emê bê nakokî, hema ji ber xwe, bê têkoşîn bigihîjin hedefên xwe” xizmetkarên mêtingeriyê ne. Tu gelên mêtingehan, hema bê têkoşîn, bidi cihêxwe de sekinînê nebûye netewe û netewebûn pêş nexistiye. Netewebûn di destpêkê de ji aliyê burjuwaziya pêşver û ku li dijî feodalîzmê şer dikir ve hatiye pêşxistin; lê, di roja me ya îro de îtifaqa karker û gundiyan ku bi pêşengiya proletaryayê li dijî emperyalîzm û mêtingeriyê şer dike, vê pêk tîne. Tevgerên ku li dijî emperyalîzmê bi pêşengiya burjuwazî û burjuwaziya biçûk hatine meşandin jî, li şuna ku neteweyê rizgar bikin an jî pêşketina neteweyî bilêz bikin, di şert û mercên nû de ji emperyalîzmê re zemîna koletiyê afirandine.

Li ber ronahiya van nêrînên giştî, li Kurdistanê, di bin hegomonyaya mêtingeriya kapîtalîst de ne ku netewebûna kurd pêş ket, netewebûna tirk pêş ket. Burjuwaziya tirk ku bazara Kurdistanê bi dest xistiye, heya bi parçeya wê ya herî biçûk dagir kiriye û li ser ziman û çanda kurd sîstemeke bê rehm a çewisandinê ava kiriye; bi pêşketina ekonomiya ya mêtinger re bi zimanê xwe, bi çanda xwe û bi pêkhateya xwe ya civakî jî, neteweya tirk pêş dixe. Jixwe, rêgeza herî girîng a Kemalîzmê di nav sînorên “mîsaq-ı milî” de afirandina neteweyeke tirk e. Vaye îro li Kurdistanê, ev rêgez dimeşe. Netewebûna kurd jî, tenê dikare bi pêvajoyeke berovajî pêş bikeve. Ev jî, bi têkoşîneke giran ku di qadên wekî ekonomîk, çandî, siyasî û leşkerî de li dijî mêtingeriya tirk were dayîn mumkun dibe.Yên ku xizmetkarî ji xwe re wekî pîşeyekê (meslek) hilbijartine, dibêjin; “kapîtalîzm netewebûnê pêş dixe, ji ber vê yekê pêşver û ye, traktora kapîtalîzmê li gorî gîsinê reş pêşver û ye” û xwe sosyalîst dihesibînin. Bila li aliyekî bimîne bûn sosyalîst, ev dikarin encax bibin tirşikçiyên mêtingerên  tirk ku her ku mêtingeriya kapîtalîst pêş ket gilêz bi devê wan dikeve û jiyana ku gel a bi êş, rondikên çavan û bi xwîna xwe herikandinê pêk aniye, nikarin bibînin.

Li Kurdistanê, pêşketina aliyên neteweyî yên çandî û civakîji aliyê du quwetan ve tê astengkirin: Quwetên biyanî û quwetên ji hundir ve. Quweta ji der vemêtingerî ye, û quweta ji hundir ve jîpêkhateya eşîrî-feodal ku nokerê (işbirlikçi) quwetên mêtinger e û tenê dikare bi alîkariya vê quwetê xwe li ser lingan ragire. Kevneşopiyên eşîrî-feodal, di civakên ku pêşketina wan a bi dînamîkên navxweyî hatiye astengkirin û nekarîne ku rejîmên xwe yên siyasî yên serbixwe ava bikin de, bi şiklekî bizanebûn tê jiyandin. Ev parçebûna feodalî ku li pêşiya zanebûna neteweyî û yekbûna gel timî dibe asteng, bi zêde zêde pêşxistina zanebûna malbatperestî, qebîleperestî û eşîrperestiyê, wekî cisimekî ku heya atomên wî hatiye parçekirin, dibe sedema ji hev belavbûna civakê. Piştgiriya qebîle û eşîrî, çawa ku li ber pêşketineke hê pêşde ya civakî dibe asteng, li ber netewebûnê jî astengek e. Her ku têkoşîna civakî û neteweyî pêş ket, di nav civakê de zanebûna (bilinç) zêde ya malbatperestî, qebîleperestî û eşîrperestiyê, wê şuna xwe ji zanebûna civakî û neteweyî re berde.

Saziyek ku ji Serdema Navîn maye û di bin mercên mêtingeriyê de temena wê bi zorê hatiye dirêjkirin jî, olperestî (dincilik) û mezhepperestî ye. Dînê misilmantiyê ku di Serdema Navîn de di hakîmiyeta ereban de pêş ketiye û li şuna zanebûna milî, zanebûna ummedê pêş xistiye, bi riya mezhebên ku afirandine, gelê kurd ji kûr ve parçe kiriye. Mezhebperestiya ku di bin hakîmiyeta tirkên Osmanî de jî wekî amûreke (alet) siyasî li dijî Îraniyan hatiye bikaranîn, heya roja me ya îro ew fonksiyona xwe ya gelê me parçekirin û li dijî hev bikaranînê domandiye. Mezhebperestiya ku ji bo gel xwe negihîne fikrên hemdem bûye asteng, xizmeta parastina sîstema mêtinger û feodal-komprador kiriye û xwe sipartiye bermayiyên dînî yên Serdema Navîn û li pêşiya têkoşîna rizgariya neteweyî dibe asteng. Wexta ku di vê mijarê de têkoşîn tê birêvebirin, divê şaşitî neyên kirin. Li dijî dînê têkoşîn meşandin tişteke, ji dînê re dujin kirin û ji bo ku girêdayî dînê ye bi gel re xwe ecz kirin tiştekî din e; ya yekemîn çiqas rast be, ya duyemîn jî ewqas şaş e.

Mijareke din ku di nav civaka Kurdistanê de divê li ser were nîqaşkirin jî, rewşa kêmahiyên neteweyî (ulusal azinlik) û dînî yên cur bi cur e. Di dîrokê de di pêvajoyên cuda yên dagirkerî, talan û mêtingeriyê de, bi armanca rêvebirinê, tîcarî û lêbicihbûnê, şeniyên tirk û ereb li ser erdên Kurdistanê hatine bicihkirin; li gel vê, şêniyên weke aşûrî û hwd. ji berê de heya roja me ya îro li navendên cur bi cur jiyana xwe domandine. Ji ber ku netewebûneke bihêz a kurd nehatiye jiyîn, beşeke ji van kêm neteweyan ku heya roja me ya îro hebûna xwe dane domandin, bûne ajanên burjuwaziya tirk; beşa din jî feqîr bûne û di bin zexta sîstema mêtinger û feodal-komprador de tevî gelê kurd tên çewisandin. Şoreşa Kurdistanê, wê zext û kedxwariya li ser gelê kurd ji holê rake û ji bo bi azadî pêş bikevin şert û merc amade bike.

Di mercên mêtingeriya kapîtalîst de yekane riya dijî derketina li tunebûna neteweyî, pêşxistina têkoşîna rizgariya neteweyî ye. Bêyî ku bermayiyên Serdema Navîn û bi her şiklê mêtingeriya van bermayiyan li ser lingan digire ji holê werin rakirin, pêşketina neteweyî nayê çêkirin. Hem û nêrînên ku pirsgirêka netewe û netewebûnê ya Kurdistanê di çarçoveya “mîsaq-ı milî” de digirin dest, îdia dikin ku di nav sîstema mêtingeriyê de bi pêkanîna hin reforman wê pirsgirêk çareser bibe û nikarin bibînin ku çareseriya pirsgirêkê di şoreş û serxwebûna neteweyî de ye, xwe dispêrin neteweperestiya hakim an jî neteweperestiya bindest û xizmeta meşrû kirina mêtingeriyê dikin. Bêyî ku ev nêrînên şaş ên derbarê pirsgirêka neteweyî de werin teşhîr û tecrîdkirin, têkoşîna rizgariya neteweyî nikare pêş bikeve û xurt bibe.

Jî Perspektîfên Rêber Apo “Riya Şoreşa Kurdistan’ê”

Nûçeyên Têkildar