Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Pêkhateyên Qamişlo: Em destûrê nadin dagirkeriyê

Pêkhateyên bajarê Qamişlo bersiva dagirkeriyê ya di bin navê “Herêmê Ewle” de, dan û wiha gotin: “Herêmên me ewle ne. Xwîn bigîhişê çokê jî em tu carî rê nadin ku dagirkerî derbasî axa me bibe. ”

Di herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de  pêkhateyên kurd, ereb, suryan, ermen, tirkmen, êzidî, çeçen, çerkez bi hevre di nav Netewa Demokratîk de dijîn.  Dewleta tirk a dagirker di bin navê “herêma ewle” de ketiye nav hewildanên dagirkeriyê. Pêkhateyên herêmê kurd, ereb, suryan, ermen helwestên tûnd nîşanî gef û êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmê dan û gotin: “Tirkiye nikare bostekî jî derbasî axa me bibe.”

Şêniyê ji pêkhateya ermen, Gerabet Hagob Manok ev tişt anî ziman:“Em li herêmên xwe de di nav aramiyê de dijîn. Tu cûdabûyîn di navbera me de tine ye. Tu carî em naxwazin ku ev welatê me perçe bibe. Êrîşên dewleta tirk li ser herêmê li ser esasê perçekirinê ne. Erdogan bûye gur û êdî nizane wê çi bike. Destê xwe diavejê her derî.  Ev êrîş li dijî hemû pêkhateyên herêmê ye. Em ê li pêşiya vê komkujiyê bisekinin. Ji bo komkujiya ermeniyan dubare nebe em hemû bûne destek û rihek.”

Şêniyê ji pêkhateyê kurd Basil Ebdirehman Elî jî wiha got:“Dewleta tirk a dagirker ji dîroka wê ya qirêj diyar dibe ku dijberî hebûna pêkhateyan e. Destpêka şoreşa Rojava heya niha çi hêzê ku dixwastin herêmê dagirbikin serneketin.  Dewleta Tirk taybet jiyanek bê rûmet layiqî gelê kurd dibîe. Em ê jî heya dawî van daxwaz û armancê Tirkiyê bi vîna xwe têk bibin.  Dewletên ku bi aramiya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ne û yên dagirkeriyê qebûl nakin, bila ji gefên dewleta tirk re bêdeng nemînin. Ev dagirkerî eşkere li ser axa mirovahiyê tê kirin, çima bêdengin? Cihê herî aram herêmên me ne. Divê hemû dewlet ji vê bêdengiya xwe derbikevin.”

Ji pêkhateya suryan Silêman Şabo jî ev tişt anî ziman: “Em gefên dewleta tirk ên li ser herêmên xwe, qebûl nakin.  Beriya niha komkujiya ku li ser suryaniyan pêk anîn niha jî dixwazin heman komkujiyê li ser gelê me yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bînin. Ev gef jî encama xwestekên vegera dewleta Osmanî ye. Xwîn bigîhişê çokê jî em ti carî rê nadin ku dewleta tirk derbasî axa me bibe. Herêmên me ji xwe ewle ne. Ti pêwîstiya herêmek “ewle” tune ye. Em destûr nadin Tirkiye di bin navê ‘herêma ewle’ de têkeve herêmê me.”

Ji pêkhateya ereb, Fida Mihemed Wegaa wiha got:“Em di rewşek gelek aram de ne. Ti cudahî di navbera dagirkeriya DAIŞ û Tirkiyê de tine ye. Bi derbasbûna dewleta tirk a ji herêmê re wê aramî xerab bibe. Ti cudahî di navbera pêkhateyên herêmê de tine ye. Em ji êrîşan êdî westiyan bila hemû hêzên dagirker ji me dûr bin. Em ne Tirkiyê ne jî DAIŞ’ê li herêmê xwe de naxwazin. Heger em îro di nav aramiyê dijîn ev bi saya hêzên di herêmê û xwîna şehîda ne. Em li herêmê hemû yek in. Heger dewleta Tirk êrîş bike wê DAIŞ xwe zindî bike ev jî li ser herêma me xeteriye. Em bi mayendekirina aramiya herêmê re ne.”QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar