Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pekoz: DYA’yê biryara xwe ji Tirkiyeyê re ragihand

 

 

Mûstafa Pekoz diyar kir ku armanca heyeta DYA’yê ya ku hatiye Tirkiyeyê ew bû ku li şûna planek hevpar, biryara DYA ya dawî ya der barê Sûriyeyê de ji rayedarên dewleta tirk re ragihîne

Hêzên artêşa tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê, piştî serdana Nûnerê Taybet ê DYA yê Sûriyeyê James Jeffrey a Tirkiyeyê, êrîşî gundên Malîkiye û Merenaz ên Şera ya Efrînê û kantona Şehbayê kirin. Li hêla din, rejîma Sûriyeyê û dewleta rûs jî noqteyên çavdêriyê yên artêşa tirk ên li Idlibê ku di bin navê ‘Herêma kêmkirina şer’ de hatibûn avakirin û baregehên komên çete bombebaran kir. Vê yekê jî rê li ber nirxandina ‘êrîş bi agahiya DYA’yê pêk hatiye û dewleta tirk û DYA’yê li ser êrîşan li hev kiriye’ vekir. Têkildarî mijarê pisporê Rojhilata Navîn Mustafa Pekoz ji MA’yê re axivî.

Mûstafa Pekoz diyar kir ku dewleta tirk hêza xwe ya li herêmê winda kiriye û wiha domand: “Heyeta DYA’yê ji rayedarên hikûmetê re got; ‘em ê plana xwe bixin meriyetê û hûn jî dê li gorî me tev bigerin. Ji xeynî vê rêyeke din a we nîne.’ Ji bo vê peyamê hatin Tirkiyeyê. Ango ji bo planeke hevpar nehatin. Xwestin projeya DYA’yê ya der barê ‘Herêma Ewle’ de bi zelalî ji Tirkiyeyê re vebêjin û bidin qebûlkirin.”

Gefên dewleta tirk û rewşa niha

Pekoz got ku êdî gumanekî ku dewleta tirk li Sûriyeyê operasyonekî pêk bîne nemaye û wiha pê de çû: “Tirkiye bi helweşîneke mezin a aborî re rû bi rû ye. Di vê rewşê de ne pêkane ku li Sûriyeyê li gorî xwe bilîze û planan çê bike. Li Idlibê niha şerekî dijwar heye lê Tirkiye bêdeng e. Ji bo Minbicê rojane di gotin; ‘ha em ê bikevin Minbicê ha em ê bikevin.’ Lê niha weke ku qet haya Tirkiyeyê ji Minbicê nebûye, tevdigere. Her wiha her tim di gotin; ‘em ê derbasî rojhilatê Firatê bibin.’ Lê niha dibêjin; ‘em dikarin li rojhilatê Firatê di nava herêma bi ewle de bimînin.’ Lê dê ev daxwaz jî neyê qebûlkirin. Di dawiya dawî de dê Tirkiyeyê tenê li ser sînorê xwe bikare tevbigere.”

Êrîşên li dijî noqteyên çavdêriyê

Pisporê Rojhilata Navîn Mûstafa Pekoz bal kişand ser êrîşên rejîma Sûriyeyê yên li dijî noqteyên çavdêriyê yên artêşa tirk ên li Idlibê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev êrîş ne tesadûfî ne. Bi plan û bi zanebûn pêk hatin. Li Hemayê ku şer lê giran dibe, baregehên Tirkiyeyê hene. Tirkiyeyê li vir hêza leşkerî ava kiriye û piştgiriyê dide rêxistinên îslamî yên radîkal. Rejîmê bi van êrîşan jî Tirkiye hişyar kir. Dîsa Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê jî got ku dê temamiya axa xwe ji Tirkiyeyê rizgar bikin û ji bo vê jî dê hemû amûrên şer bixin meriyetê. Ev êrîş bi agahiya Rûsya û Îranê pêk hatin. Balafirên şer ji Lazkiyeyê rabûn. Tevî topbaranê, balafirên rûsan jî li navendên stratejîk xistin.”  ENQERE 

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar