Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pekoz: Operasyon dê encamên xerab bi xwe re bîne

Pisporê Rojhilata Navîn Mustafa Pekoz diyar kir ku dê operasyonek muhtemel a li dijî Rojava wê di warê eskerî, polîtîk û aborî de rê li ber pirsgirêkên mezin veke û dê tişta ji operasyonê dixwazin encam nede

Nerazîbûnên li dijî vekişîna leşkerên Amerîka ya li ser sînorê Rojava û amadekariya operasyonek muhtemel a Tirkiyeyê ya li dijî Rojava dewam dikin. Pisporên ji nêz ve herêmê dişopînin vekişîna eskerên Amerîka û operasyona muhtemel a Tirkiyeyê dinirxînin. Pisporê Rojhilata Navîn Mustafa Pekoz anî ziman ku divê daxuyaniyên serokkomar ên derbarê Rojava de gelek baş bên nirxandin û daxuyaniyên wî tengaviya polîtîkaya navxweyî dide nîşandan. Pekoz got ku Erdogan dixwaze tengavî ango krîzên xwe ya li Tirkiyeyê bi ser Rojava re çareser bike û dixwaze bi pêlek nijadperest bêbaweriya li hember îktîdara xwe bişkêne.

‘Dê Tirkiye bikeve talûkeyek mezin’

Pekoz vekişîna leşkerên Amerîka jî nirxand û wiha got: “Daxuyaniya Qesra Spî bêtir hêz da Tirkiyeyê destwerdanê pêk bîne. Lê heke operasyon pêk were jî dê ev ji nişkeve pêk neyê. Tu hêz destekê nade daxuyaniya Qesra Spî û tehdîtên Tirkiyeyê.” Pekoz diyar kir ku wê operasyonek muhtemel a li dijî Rojava wê di warê leşkerî, polîtîk û aborî de rê li ber pirsgirêkên mezin veke û got: “Enqere ji xwe bi pirsgirêkên pir micid ên aboriyê re rû bi rû ye. Beriya bikeve nava xeletiyek wiha divê pir bifikire. Opersyona li dijî herêmê dibe ku AKP zûtir ji hev belav bike. Daxuyaniya Amerîka ne tiştek pozîtîf e ji bo Tirkiyeyê. Dê Tirkiyeyê bi talûkeyên mezin re hevrû bihêle. Tişta ji operasyonê dixwazin dê bi dest nexin û wê encamên xerab ên micid rû bide.”

Tirkiye dixwaze osmanîtiya xwe aşkere bike

Zanistê Siyasetê Doç Dr. Hakan Guneş jî da zanîn ku ev du sal e li benda vê rewşê ye û daxuyaniya hat dayîn jî ne suprîz e. Guneş diyar kir ku ev sê sal in ji bo Rojava di navbera Amerîka û Tirkiyeyê de rageşî hebû û ev çûnehata ji bo Rojava di di navbera Amerîka û Tirkiyeyê de didome û wiha got: “Tevî ev rageşî di navbera wan de qewimîn jî lê DYA hebûna Kurdan qebûl nekir. Yanî mirov dikare bêje DYA mutefîkê xwe yê esasî tercîh kir. Geşedana rû da ji bo DYA windahiyek stratejîk nîne. Ji bo faktorên li herêmê dê bibe pirsgirêk. Îktîdara Tirkiyeyê dixwaze di ji bo armancên xwe êrîşî Rojava bike. Yanî ji bo ku îktîdara wan ji dest neçe hewl dide destwardanê pêk bîne. Helwestên xwe yên Osamnî dixwaze bi delîliyek nû li herêmê eşkere bike.” STENBOL 

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar