Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pekoz: Rûsya û Îran nikarin hêz û serkeftina HSD’ê paşguh bikin

Pispore Rojhilata Navîn Mustafa Pekoz geşedanên li Rojhilata Navîn û serkeftina HSD’ê ya li dijî DAIŞ’ê nirxand û got ku bi serkeftina HSD’ê re, DYA dê piştgiriya xwe di hêla polîtîk de zêdetir bike. Pekoz diyar kir ku dê hevsengiya HSD, PYD û rejîmê pêşeroja Sûriyeyê diyar bike. Pekoz destnîşan kir ku li Idlibê jî şer bi awayekî fîîlî dest pê kiriye

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi qonaxa Şerê Tunekirina Terorê re dawî li serweriya çeteyên DAIŞ’ê ya li Sûriyeyê anî. Têkildarî bidawîkirina serweriya çeteyên DAIŞ’ê û geşedanên li Rojhilata Navîn, ji pisporên Rojhilata Navîn Mustafa Pekoz ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi Ferhat Çelîk re axivî.

Mustafa Pekoz da zanîn ku DAIŞ’ê di milê leşkerî de têk çû û wiha domand: “Lê ev nayê wê wateyê ku DAIŞ bi temamî têk çûye. Neteweyên Yekbûyî (NY), Yekitiya Ewropayê (YE), DYA, Rûsya, Çîn, Îran û Yekitiyên Ereban weke serkeftineke mezin û girîng dîtin. Têkçûna DAIŞ’ê dê bandoreke erênî li ser herêmê bike. Niha pêşeroja Sûriyeyê ya polîtîk tê nîqaşkirin. Divê HSD weke hêzek bê dîtin û hesab li gorî vê bên kirin. Nûnerê Konseya Ewlehiyê ya NY’ê jî ev yek anî ziman. Serkeftina HSD’ê dê bandora xwe li ser polîtîkayên DYA û Rûsya ya li hemberî Sûriyeyê jî bike. Têkçûna DAIŞ’ê dê rê li ber pêşketina leşkerî ya Sûriyeyê jî bike. Piştî Idlibê jî divê Sûriye parametreyên xwe yên polîtîk ji nûve diyar bike.”

‘Ji bo statûya HSD’ê dê DYA çalaktir tevbigere’

Pekoz diyar kir ku dê DYA piştî têkçûna DAIŞ’ê di milê polîtîk de bêhtir piştgiriyê bide HSD’ê û ev nirxandin kir: “DYA ji bo helwesta xwe ya polîtîk zelal bike û statuyekê bide HSD’ê dê çalaktir be. Rûsya jî nikare vê hêz û serkeftina HSD’ê paşguh bike. Di merasîma ragihandina serkeftina li dijî DAIŞ’ê ya li Dêrazor û Heqil Omerê de alên HSD û DYA’yê li tenişta hev li ba kirin. Ji aliyê sembolîk zêdetir, bandora wê ya leşkerî û polîtîk heye. Ger Rûsya jî di hêla dîplomatîk de bi HSD’ê re dest bi hevdîtinan bike, dê ev yek nebe surprîz. Tevî gotina Trump a ‘Em ê vekişin’ jî Pentagonê ev yek qebûl nekir. Ji ber ku Pentagon dizane ku bêyî HSD’ê nikare li herêmê tiştekî bike. Planên DYA’yê yên li Sûriyeyê stratejîk û demdirêjin.”

‘DYA û Rûsyayê li hev kiriye’

Di berdewamê de jî Pekoz bal kişand ser hevîtina Serfermandarê Artêşê yê DYA’yê Orgeneral Joseph Dunford û Serfermandarê Artêşê yê Rûsyayê Valeriy Gerasimov a li Viyanayê û wiha domand: “Mijara wan a sereke pêşeroja Sûriyeyê ya leşkerî û polîtîk bû. Wisa xuya dike ku Rûsya û DYA’yê li hev kiriye. Dema mirov li nirxandinên saziyên diyarkirina stratejiyan a Washîngton û Moskovê dinihêre, DYA û Rûsyayê piştî têkçûna DAIŞ û Heyet Tehrîr Şamê li ser nexşeya polîtîk a pêşeroja Sûriyeyê li hev kirine. Ev hevsengî jî dê li ser HSD ku navenda wê PYD ye û rejîma Esad bê avakirin. Nûnerê Taybet ê NY’ê yê Sûriyeyê Geîr Pedersen jî diyar kir ku di pêşeroja Sûriyeyê de HSD aktoreke sereke ye.”

Bandora Îranê ya li Sûriyeyê

Pekoz got ku dewleta tirk ji bo ku li gel DYA’yê li dijî DAIŞ’ê şer bike gelek caran hevdîtin pêk anîne û wiha derbirî: “Lê DYA qebûl nekir û bi HSD’ê re tevgeriya. Dizane ku dewleta tirk xwecihê wir nîne û nikar li wir mayînde be. HSD ji şêniyên herêmê pêk tê û sadiq bû. Ji ber vê jî HSD esas girt. Îran jî di hêla leşkerî de li Sûriyeyê aktorekî girîng e. Li gorî stratejiya xwe, dixwaze xwe bigihîne Behra Spî. Ji ber vê jî dê heta dawiyê piştgiriye bide Esad. Lê nikare serkeftina HSD’ê jinedîtî ve bê. Ji ber vê yekê divê bazara di navbera HSD û Tehranê de jî surprîz nebe. Esad dê mecbûr bimîne ku bi HSD’ê re rûne ser maseyê.”

Senaryoyên li pêşiya dewleta tirk

Pisporê Rojhilata Navîn Mustafa wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li Idlibê her çiqas hêzên navdewletî bi awayekî fermî îlan nekiribin jî bi awayekî fîîlî şer dest pê kiriye. Îxtîmal heye ku şerê li Idlibê di gelek milan de li Tirkiyeyê rê li ber pirsgirêkan veke. A yekemîn; bi dehhezaran milîtanên rêxistinên radîkal dê neçar bimînin ku derbasî Hatayê bibin. A duyemîn jî pêla koçberiyê ya mezin e. Dê ev zextekî mezin li Enqereyê bike. Rûsya ji bo ku Efrîn û Babê radestî rejîmê bike dê piştî Idlibê gavan biavêje. Erdogan têkildarî Idlibê tu sozên ku dabûn Putîn pêk ne anîn. Rûsyayê ev ji bîr nekiriye. Moskova ji ber S-400’an dixwaze krîza di navbera Enqere û Washîngtonê de kûr bike. Ji ber vê jî zextan li Erdogan dike.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar