Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Pêkûtiya ‘Bibin Cerdevan’ ya salên 90’î berdewam dike

Dewleta tirk a faşîst a dagirker êrîşên xwe yên li ser bakurê û her çar parçeyên Kurdistanê didomîne, zextê li sivîlên li sêgoşeya Farqîn, Pasûr û Hezro yên Amedê dijîn dike ku bibin cerdevan.

Sîstema cerdevaniyê ya ku di salên 1990’î de li 35 parêzgehan hate meşandin, ji aliyê dewleta tirk a faşîst a kolonyalîst ve hê jî tê domandin û berfirehkirin.

Hate hînbûn ku pergala cerdevaniyê ya ku ji kuştinên derveyî hiqûqê heta revandinê, ji destavêtinê bigire heta bi îxracatê û dosyaya sûc a li herêmê gelekî zêde ye, tê xwestin ku li gundên sêgoşeya Farqîn, Pasûr û Hezro ji nû ve bê avakirin.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên pêbawer hatiye girtin, hefteya borî leşkerên dagirker ên faşîst ên tirk bi ser gundên Malagir, Hindisé û Umât ên Amedê de girtin û ji bo bibin cerdevan zext li sivîlan kirine.

Hat ragihandin ku di demên dawî de li van gundan ji bilî serdegirtina malan, zextên weke cerdevanî an jî ajantiyê tên kirin.

Li gorî agahiyên ku hatine bi dest xistin, li gundên Sêgoşeya Farqîn, Pasûr û Hezroyê ji bo agahiyên li ser Tevgera Azadî û gerîlayên wê kom bikin, zexta sîxuriyê li gel hatiye kirin û hewl tê dayîn şebekeya ajantiyê bê avakirin.

Dewleta tirk a qiker li hemberî pêşketina Têkoşîna Azadiyê bi awayekî baldar hewldana cerdevaniyê ji bo rola bendav, dîwar û tampon bilîze xebatên mezin dike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar