Ne şev û ne jî roj; ne çiya û ne jî gelî wan didin sekinandin. Ew dimeşin û diçin. Her diçin hildikişin jor, ber bi rojê bask didin û difirin. Sireke wan heye… Baskê wan nîne, lê dîsa jî difirin!
Ber bi evîneke bêdawî û viyaneke ya azadiyê ketine ser rê. Ne baran, ne tofan û ne jî rê dikare wan bide rawestandin. Ne berf û ne jî çiya û banî wan ji rêya wan dike. Şev û rojê diçin. Bêsekin û westan, bêrê wan li pêş, barê wan li pişt, bi çek û rext in. Gelî û baniyan, newal û geliyan, sirt û qontaran derbas dikin.
Ne bahoz e, lê ji bahozê leztire, ne beled û birûsk in, ji wan xurtir e. Ne av û çem in, bê rawestan diherike…
Ne dar û şînatîne, ji wan bedewtir in, ne berf e; ji berfê sipehîtir e. Ne baran e, ji baranê zêdetir xwezayê zindî dike, vedijîn e. Bi sebir e, rehm e. Star e, stêr e, çi bêjî ew e…
Melek û milyaketên erd û esman e, derwêş in… mirûd in… milîtan in…
Bi rehm û rehman in, eşq û jan in.. derd û derman in…
Hevalê şevê, rojê û stêran in… pişta wan çiya, kevir û dar in. Hevrê û hogir in. Kezî dirêj, porxelek, çav reş û qehweyî ne.. rû geş û biken, sipehî ne.
Bûne mirûd û milîtanên wareke şewitî, talan û wêrankirî. Bi raman û felsefeyeke ji nava kevir û betonê hilatî û vejiyayî. Zarok û ewladên dayik û bavên ziman û war lê qedexekirî, çand û hebûn lê hatî dizîn.
Ji nebûnê xuliqîn, ji bedeneke hatî kolekirin şîr mijand û rabû. Li ser axeke tanakirî û mêtingeh mezin bû. Mezin bûn, rastî dît û meşiyan. Meşiyan û meşiyan… her meşiyan li xwe zêde kirin, belav bûn û bi bask bûn û firiyan… bi çek û rext difirin…
Şerê wan şerê azadî û ramanê ye, ew ramanê jiyan û mirovahiyeke nû ye. Şerê wan ê esasî li dijî ramana paşverû û mêtingeh e. Wan ewilê bi xwe re şer kir û xwe rizgar kir, niha jî şerê zilm, zordarî, mêtingerî-qirkirinê dike. Şerê faşîzmê dike.
Şerê wan jî hema şer nîne. Gurzê wan û xezeba wan a li mêtingeran bi nav û deng e. Tiştek ji ber lûleya wan nafilite. Li ser warê li wan hatî biyanîkirin û rastiya wan lê hatî binaxkirin, şer dikin. Li berxwe didin û têdikoşin. Li ser erd û bin erd şer dikin. Bêsekin şer dikin. Bi xwe re, bi xweza û bi hovîtiya dagirkeriya dijminê gelê kurd artêşa romê ya tirk re şer dike.
Meş bê pêlava Sor nabe. Di vê rêwîtî û meşa dirêj de, pêlava ‘Sor’ heval e. Pêlava ‘Sor’ ku bûye sembola wan û niha bi wê tê nasîn û ji bo neyaran bûye reşerom, bi rengê xwe û taybetmendiyê xwe tê nasîn. Vê pêlava ‘Sor’, dijminek hov ê mirovatiyê DAIŞ’ê têk bir. Wan şerê pêlava ‘Sor’an dît, ziravê wan qetiya. Wan derbê ‘Pêlav Soran’ dît. Pêlaveke ku bi navê ‘Mekap’ tê nasîn li cîhanê, niha bi navê xwe yê heybet ‘pêlava sor’ tê nasîn. Şerê pêlav sor navdar e. Gurzê wan jî wisa ye.
Ew pêlava wan a sor îro li rûyê dagirker û nokeran dikeve…
Bi vê pêlavê dimeşin û diçin her derê… bi vê pêlavê difirin her derê.. gel li Amed, geh li Erzirom, gel li Zagrosan, geh li Amanos û Egeyê… li her derê ne… weke ku ev pêlav wan bi bas bike û bifirîn e…
Mirovên bêbask, difirin û difirin…hildikişin jor…