PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PENa Kurd: Divê rayedarên Fransayê vê qetilxwînê ronî bikin

PENa Kurd êrîşa li Parîsê şermezar kir û destnîşan kir ku divê rayedarên Fransayê qetlîamê ne wek “edlî” bibînin û divê rayedar demildest vê qetilxwînê ronî bikin.

Li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya li paytexta Fransayê Parîsê di 23’yê kanûnê de êrîşek çekdarî pêk hat. Di êrîşê de ji pêşengên tevgera jinên kurd Emîne Kara (Evîn Goyî), hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û welatparêzê kurd Abdurrahman Kizil hatin kuştin û 3 welatî jî birîndar bûn. Nerazîbûna kurdan û dostên wan a li dijî qetlîamê didome. Duh di serî de li Parîsê li gelek bajarên Ewropayê gelê kurd û dostên xwe hêrsa xwe ya li dijî qetlîamê nîşan dan. Têkildarî bûyerê lêpirsîn jî hê didome.

Komîteya Rêveberiya Giştî ya Navenda PENa Kurd jî li dijî qetlîama Parîsê daxuyaniyek nivîskî weşand, qetlîamê şermezar kir û qurbaniyan bi bîr anî.

Daxuyaniya PENa Kurd wiha ye: “Me bi xemgînî bihîst ku di 23’ê kanûnê 2022’yan de, li Parîsa Fransayê, li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya êrîşek hatiye kirin. Di encama vê êrîşê de 3 kurdan jiyana xwe ji dest dan û 3 jî birîndar bûn. Wek Navenda PENa Kurd, em vê êrîşa terorî bi tundî şermezar dikin. Di serî de ji malbat û hezkiriyên cangoriyan re, em ji tevahiya gelê kurd re sebrê û sersaxiyê; ji bo kesên birîndar jî şîfaya xêrê dixwazin.

Ligel ku piştî vê êrîşa hovane bi demeke kin gelê kurd ê li çar aliyê cîhanê bertekeke xurt nîşan da û berpirsên esasî yên vê bûyerê bi yekdengî destnîşan kirin jî, rayedarên Fransayê bi israr dixwazin vê yekê wek bûyereke adlî ya takekesî destnîşan bikin. Ev yek û êrîşên dijwar ên hêzên ewlehiyê yên Fransayê yên li ser kurdên ku nerazîbûna xwe li dijî vê yekê nîşan didin me dixin nava gumanan. Divê bê zanîn ku kiryarê vê bûyerê kî dibe bila bibe, hişmendiyeke nîjadperest a ku li çar aliyên cîhanê dijminatiya kurdan dike, wan wek hedef nîşan dide û polîtîkayên rayedaran ên ku li hemberî van kirinên aşkera bêdeng dimînin, dikin ku bûyerên bi vî rengî pêk bên.

Fransaya ku xwe wek yek ji dayikên afrîner ên mafên mirovan, azadiya ramanê, demokrasî, hiqûq û siyasetê dibîne divê li xwe mikur were ku bi bêencamhiştina bûyera 9’ê Çileya 2013’an derî ji bûyerên bi vî rengî re vekirî hiştiye. Heke ku qetliyama 9’ê Çileyê 2013’an bi awayekî berfireh bikola û berpirsên esasî destnîşan, deşîfre û ceza bikira, îro dê ev bûyera ku em wek qetilxwîneke parçeyek ji qirkirina kurdan dibînin dê pêk nehata.

Ji lewre, wek Navenda PENa Kurd, em daxwaz dikin ku rayedarên Fransayê vê qetilxwînê bi her awayî û demildest ronî bikin, raya giştî bi awayekî zelal agahdar bikin, berpirsên esasî destnîşan û ceza bikin da ku rê li tevahiya bûyerên bi vî rengî yên ku tê xwestin li tevahiya Ewropayê çêbibin, bê girtin. Wek Navenda PENa Kurd em ê li hemberî bûyerên bi vî rengî her û her di nava liv û tevgerê de bin û li ku derê dibe bila bibe, ji bo parastin û pêşvebirina mafên gelê kurd di nava têkoşîn û xebatê de bin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar