Penaberê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îsam Haciramadan di encama serdegirtinên malan ên di 14’ê cotmehê de li navçeya Qoser a Mêrdînê hatibû binçavkirin û ji 14’ê cotmehê ve tu agahî jê nedihatin girtin. Birayê penaber Îsam Haciramadan ê ji 14’ê cotmehê ve li Qoserê agahî jê nayên wergirtin, Suleyman Haciramadan da zanîn ku kekê wî xistine girtîgeheke li Girê Spî ya di bin dagirkirina dewleta tirk û komên girêdayî wê de.
Haciramadan, diyar kir ku kekê wî bi rêya penaberekî nas ê weke wî di wê girtîgehê de dihate ragirtin û pişt re hate berdan agahî şandiye û xwest ku kekê wî bê berdan.
Suleyman Haciramadan anî ziman ku birayê wî 10 sal in li Qoserê dijî û bi dikana vekirî re mijûl dibû. Ramadan axaftina xwe wiha domand: “Piştî ku wesayîta xwe firot û tiştên li cihê kar vala kirin dixwest vegere Dirbêsiyeyê. Lê piştî ku di 14’ê cotmehê de hate binçavkirin me agahî jê wernegirt.”
Haciramadan, destnîşan kir ku gumana wan heye kekê wî di destê kesên dibêjin “endamên îstîxbaratê” de bin û wiha got: “Hin kesên em nizanin kî ne li malbata hevjîna wî geriyan e. Gotine kekê min li Mêrdînê di destê îstîxbaratê de ye, dikare ji wir derxînin. Lê ji bo vê yekê gelek pere lazim in û dema pere dan dikarin kekê min bînin malê. Bi awayekî teqez gotine li Mêrdînê di destê îstîxbaratê de ye. Lê tenê wesayîteke kekê min û hin tiştên li kargeha wî hene. Heta ku wan jî nefiroşe tu pereyên wî nînin ku bide kesekê.”
Di 1’ê Cotmehê de li Enqereyê êrişî Midûriyeta Giştî ya Polîsan hatibû kirin. Piştî vê di 3’yê cotmehê de li Amed, Dîlok, Mêrdîn, Êlih, Şirnex, Mêrsîn, Denîzlî, Konya, Kayserî, Isparta, Balikesîr, Stenbol, Antalya, Edene, Bûrsa, Kocaelî û Amasyayê 55 kes hatibûn binçavkirin. Di çarçoveya lêpirsîna bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” ku Serdozgeriya Komarê ya Rihayê dabû destpêkirin, li Rihayê Îsa Haciramadan jî hatibû binçavkirin.
Ji kesên binçavkirî 33 kes piştî îfadeyên li midûriyeta polîsan û dozgeriyê hatibûn berdan û 18 kes jî hatibûn girtin.
Penaberên ku Haciramadan jî di nav wan de bêyî ku serbest bên berdan ber bi Navenda Paşveşandinê ya Îdareya Koçberiyê ya Bajêr a Rihayê ve hatibûn şandin. 36 penaberên li vir di 9’ê cotmehê de bêyî xwesteka wan bi darê zorê hatin dersînorkirin. Derket holê ku bi zorê forma “Vegera Bixwestekî” bi penaberan hatiye îmzekirin. Hate zanîn ku di dema lêpirsîna polîs û dozgeriyê de ji penaberan pirsên li ser “Saziya Ewlekariya Leşkerî (SEL)” ku tê îdîakirin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye jî hatiye pirsîn û ji wan hatiye xwestin ku kesên di nav vê saziyê de cih digirin teşhîs bikin.
Lê belê Haciramadan di 11’ê cotmehê de sînor derbas kir û hat cem malbata xwe ya li Qoserê. Polîsan di 14’ê cotmehê de avêt ser malê û Haciramadan dîsa binçav kirin.
Polîsan Haciramadan birin Midûriyeta Polîsan a Navçeyê û ji malbatê re gotin wî şandine Navenda Paşveşandinê ya Rihayê. Lê Navenda Paşveşandinê ya Rihayê ji parêzeran got ku Haciramadan ne li cem wan e û li cem wan kesekî wiha ne qeydkirî ye.
Birayê Haciramadan ê ji 14’ê cotmehê ve agahî jê nedihat girtin, Suleyman Haciramadan têkildarî aqûbeta birayê xwe ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî bû û wiha gotibû: “Hin kesên ku em wan nas nakin telefonî malbata hevjîna wî kirine. Gotine Îsa li Mêrdînê di destê îstixbaratê de ye û ew dikarin wî ji wir derxin. Lê ji bo vê doza pereyekî zêde kirine. Gotine ger pere bê dayîn dê Îsa bînin malê. Gotine li Mêrdînê di destê îstixbaratê de ye. Lê wesayîteke birayê min û eşyayên wî yên dikanê hene. Ji bo karibin wî pereyî bidin divê wan bifiroşe.”
Malbata Haciramadan ku jê agahî nedigirt, herî dawî serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrdînê da û giliyê berpirsyaran li dozgeriyê kiribû.