Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Penaberî qirkirina jinan e

Li Mêrdînê, encamnameya civîna bi pêşengiya TJA û HDP’ê hat lidarxistin, hat aşkerakirin û jinan wiha got: “Penaberî  qirkirina jinan e. Penaberên jin nayê dîtin û li qada camewerî ked û nasnameya wê nîne. Bedena jinê mijara nîqaş û mêtingeriyê ye.”

Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û HDP ji bo bal kişandina ser pirsgirêka penaberan civîna  ‘Jin û Penaberî’ li Navenda Çanda Kongreyê ya Ataturkê hatibû lidarxistin. Encamnameya civînê hat aşkerakirin. Navenda Piştevaniya Jinê ya Şaredariya Seyhanê, Seroka Baskên Jinan a Mêrsînê ya CHP’ê û rêveberiya wê, Komeleya Jinan a Maya, Şahidên Penaber, Egîtîm Sen, Berdevka Komîsyona Penaberan a Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê, DÎK, Hevserokê Bajêr a HDP’ê ya Mêrsînê, Hevseroka Bajêr a HDP’ê ya Edeneyê, Meclisa Jinan a HDP’ê, DAD, TJA, ÎHD’a Mêrsînê, parêzerên Baroya Edeneyê, Platforma Jinan a Mêrsînê, Cemevî ya Mêrsînê tev li panelê bibûn.

Di encamnameyê de hat diyarkirin ku di pêşerojê de dê li bajarên din komxebat bên lidarxistin û wiha hat gotin: “Bi têkoşîna aştiyê ya bi navenda jinê mirov dikare dawî li penaberiyê bîne. Penaber li welatê ku xwe lê girtine divê bi welatiyan re xwedî heman derfetan bin. Her wiha divê di pêvajoya perwerdehiyê de pirsgirêk bên çareserkirin. Divê her kes xwe rihetir bigihîne derfetên perwerdehiyê. Her wiha bi taybetî ji bo penaberên ku li Sûriyeyê hatine lezgînî piştgirî bê dayîn û pirsgirêkên wan bên çareserkirin.”

‘Li ser penaberan rantê dikin’

Di encamnameyê de her wiha li ser pirsgirêka ziman jî hat rawestandin û wiha hat diyarkirin: “Pirsgirêka ziman, jinan ji civakê îzole dike û wan tenê dihêle. Divê jin û civak bi hev ne ewle bin. Penaberên jin zêdetir bi tundiya zayendî û îşkenceyê re rûbirû dîmin. Hêvî û baweriyên penaberan dişikê, nikarin xwe biparêzin û di nav rewşeke nediyar de dijîn. Her wiha li ser penaberan piranî rant tê pêşxistin.”

Penaberî tê îstîsmarkirin

Her wiha di encamnameyê de polîtîkayên AKP û MHP’ê ya li hemberî penaberan jî hat bibîrxistin û wiha hat aşkerakirin: “Li Tirkiyeyê penaberî di serdema desthilatdariya AKP û MHP’ê bûye îstîsmareke mezin. Di hevdîtinan de yên bi Neteweyên Yekbûyî (YE) re bûye mijara bazarê. Ji ber sedema avakirina dîwarê ewlehiyê yê Ewropayê bûye siyasî û mijara rantê.”

Pirsgirêkên jinên penaber

Herî dawiyê di encamnameyê de hat destnîşan kirin ku zêdetir penaberên jin dibin mexdûr û pirsgirêkên dijwar re rûbirû dimînin û encamaname wiha hat bidawî kirin: “Ji ber vê sedemê penaberî qirkirina jinan e. Penaberên jin nayê dîtin û li qada camewerî ked û nasnameya wê nîne. Bedena jinê mijara nîqaş û mêtingeriyê ye. Jin di sînorê malbat, civak û dewletê de tên dîtin. Bi vê çarçoweyê gelên ku ne xwedî dewlet in penaber jî nayên hesêbê. Yên li ser rêya koçkirinê jiyana xwe ji dest didin mîna komkujiyê nayê qebûlkirin. Cîhan ne cihê dagirkirinê ye, cihê me hemûyan e ku em lê bistrin, têr bibin. Bi dijberiya şer û têkoşîna azadiyê mirov dikare dawî li şer bîne û bi têkoşîna aştiyê ya bi navenda jinê mirov dikare dawî li penaberiyê bîne.” MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar