Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pençe dê bişikê

Di 27’ê gulanê de dewleta tirk nêzî 30 balafir û helîkopteran êrîşê Xakûrkê kir. Xwest  vê herêmê dagir bike û bixe bin kontrola xwe. Di 11’ê adara 2018’an de êrîşî Xakûrkê kirin û xwestin bi dagirkirina herêma Bradost heta Qendîlê bixin bin kontrola xwe.

Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu di serdaneke xwe yê Bexdayê de, ji rayedarên Iraqê re ev mijar  vegot. Wê demê bi awayekî aşkera ev daxwaza xwe anîbû ziman û armanca wan jî kontrolkirina herama Kurdistanê ye. Wê demê bi berxwedan û lehengiyek mezin, ev xeyalên wan vala hatibûn derxistin. Dewleta tirk li ser sê tepeyan asê mabû û nan, av, xwarin, vexwarin, kirin û nekirinên xwe hemû li ser van her sê tepeyan bû. Di van her sê tepeyan de fetisî û bi pêş neket. Plana ku dixwestin bixin dewrê bi ser neket.

A niha dixwaze bi van êrîşan ku wekî operasyona pençeyê bi nav dike, cardin vê planê bixe meriyetê. Tê gotin ku li aliyê Rûbarok û herêma Barzan jî gelek leşker bi cih kirine. PDK jî ji li aliyê Sîdekanê ve hejmarek zêde pêşmerge û alavên leşkerî konteyner û hwd. bi cih dike. Di heman rojî de, dewleta Îranê êrîşê Çiyayên Asosê kir. Ev yek jî dide xuyakirin ku êrîş, berfireh e û di nav vê êrîşê de gelek hêz û hesabên herêmî hene.

Dema mirov li wextê operasyonê dinêre pir balkêş e. Di meha gulanê de Serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdi û serokkomarê Iraqê ên kurd Behrem Salih bi serokkomarê tirk Tayîp Erdogan re hevdîtinan çêkirin. Dema Behrem Salih li Tirkiyeyê bû ev êrîş hatin destpêkirin. Xuyaye ku di van hevdîtinan de ev êrîş û dagirkerî hatiye axaftin û plankirin. Dîsa roja ku êrîşê Xakûrkê hat kirin Parlamentoya Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wek serokê herêmê hat hilbijartin.

Helwest û daxuyaniyên berê yên Nêçîrvan Barzanî li hember êrîşê dewleta tirk tên zanîn. Dîsa li herêmê di navbera DYA û Îranê de tansiyon bilind dibe û hêzên herêmî jî xwe li gorî vê rewşê jinûve tanzim dikin.

Netew-dewleta tirk ji bo fuzeyên S-400’an di navbera Rûsya û DYA’yê de maye û çiqas diçe tengav û ziwa dibe. Dîsa ev dagirkerî piştî berxwedanên grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê yên ku bi dawî bû, pêk hat. Daxuyaniya birêz Ocalan li ser raya giştî bandorek erênî çêkir û dest nîşan kiribû ku di navbera 30-40 rojan de dê hîn helwest zelal bibin. A dawî jî beriya hilbijartinên Stanbolê pêwistiya AKP û MHP’ê bi serkeftinek sanal heye û dixwazin vê êrîşî jî bi vî rengî bi kar bînin.

Dema mirov van hesaban tîne cem hev armanca vê êrîşa Xakûrkê tenê ne operasyonek leşkerî yên aliyê wî yê polîtîkayên navneteweyî, hesabên herêmî, aliyên wî yên siyaseta rojane û polîtîkayên kurd ên sedsalî hene. DYA bêdeng dimîne ji ber ku ji Tirkiyeyê re dibêje tev li başûrê Sûriyeyê nebe, ji Qendîlê çi dikî bike. Weke  din ev herêm, di demên pêş de ji bo mudaxeleyê Îranê cihên stratejik in. Îran ji ber ku Tirkye bi temamî nekeve bandora DYA’yê deng dernaxe û di heman rojî de ew jî êrîş dike.

Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê, li hember vê dagirkeriyê wek her tim dîsa bêdeng e. Rayedarên Başûr heya niha li ser vê mijarê daxuyanî nedane. Lê aşkera ye ku ev dagirkerî ye û cihê ku dewleta tirk digire ji wir dernakeve. Rayedarên tirk ve yekê aşkera dibêjin. Ji ber vê yekê Şêladizê teqiya. Sekna gelên Şeladizê li hember dagirkeriyê sekna herî bi wate, welat û netewperwer bû. Ji ber vê yekê li hemberî sekna rayedarên Başûr ê bêdeng, sekna gelê Şêladizê pêwîst e.

Dewleta tirk heya niha 29 caran xwestiye bikeve Başûr û dagir bike. Her tim jî navek li xwe kiriye; Balyoz, Çelîk, Sandîvîç, Guneş û niha jî Pençe. Lê çawa ku 29 êrîş û dagirkeriya li ser başûrê Kurdistanê vala hatine derxistin dê ev jî bi ser nekeve. Berxwedana grevên birçîbûnê faşîzma AKP û MHP’ê anî ber mirinê. Berxwedana Xakûrkê jî dê dawiya wan bîne. Pençe dê bişikê û têk biçe.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar